Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye, nayê înkarkirin. Tirkiye ji pirsgirêkê direve. Di nava Kurdan de jî, tilbêt û hevkarên dewleta Tirk hene. 

Vêce...  Ji destpêkê û heta îro Îmralî bûye înkara hiquq û çavkaniya skandalan!... Ewropa jî ji bê înkara hiquq û înkarê ne xalî ye!...

Rêbaza sereke: Yek riya çareserkirina pirsgirêkan heye, ew jî  rû bi rû hatina pirsgirêkan e!.. Riyek din nîne. Lê Tirk,  di pirsgirêka Kurd de “siyaseta krîpto”, di siyaseta stratejîk ya Îmralî de jî, têkilî û “dîplomasiya krîpto” dimeşînin. 

Siyasetek ku, xelata îxracatê, layiqî “Zirav Riza” (Zarraf) bibîne...  Zirav dewşirmetî û zirav krîptotî ye!...  Vêce... Li Başûr jî, tilbêtî û hevkariya Tirkan, “krîpto rojnamevantî” û “krîpto hevalbendî” heye. Mixabin!...

Siyaseta Tirkiyê, exlaqê dewşirmetiyê ye û “krîpto” di vî exlakî de serdest e, normal e, mubah e. Lê di eniya Kurd de nabe, şerm e, hetikberî ye. Rastî: Krîpto, di siyaset û rojnamevantiya Kurd de nîne, xiyanet heye. Krîpto, waweylê ye, gidîtî ye. Eger hebe, (heye) sosyolojiya têkçûyî ya bindestiyê ye. 

Di eniya Kurd de, eger “krîpto” bibê paşnavê rojnamevan û siyasetmedaran; hingî, binbarî û berpirsiyarî, kar û karmendiya entelektuelî winda dibe; hingî, kar û karmendiya exlaqî têk diçe; hingî, kar û karmendiya polîtîk dimire; hingî kar û karmendiya pîşeyê rojnamevantiya namîne; rastî, zelalî, vekirîbûn û sadebûn ji hole radibe; di siyasete de, peyamberî, pêşengîtî, lîdertî têk diçe. Di rojnamevaniyê de  “duopolîst”, di siyasetê de “deregulasyon” dest pê dike. Her du jî, bazirganiya selefkarî ya Hecî Pepe  ne. Tovê heyhooo!..

Çil sal e, medya Tirk bi zimanekî lewitî,  bi ragihandinek mandele û nijadperestiya faşîzan  berdevkiya şerê germ û psîkolojîk  dike.  Di her bûyerê de, ragihandinên medya Tirk, dibine şaxek çilo, milek darên tirr, duman û duxanek mij û moranî derdixin holê. Hem nêrîna paradigma negatif ya azadiyê pêşdixin; hem bi bîrdozên rûtîn hîleyên teknîkî diavêjin holê. Serê mirovan xumamî-tevlîhev dikin. 

Îro, ji her kesî bêhtir gelê Kurd (4 parçe) dibin tehdîdê de ye. Ev tehdîd pirhêlî ye û êrîş jî ji çend  aliyan ve, bi çend taktîk û stratejiyan têne kirin. 

Ji aliyekî ve serketin hene, ji aliyê din ve êrîşên tunekirinê… Ji aliyekî ve dijminên klasîk  yên dagirker êrîş dikin; ji aliyê din ve “kûdik”ên guran DAIŞ, El Nusra, Hizb-ul Kontra û Huda-Kontra  êrîş dikin. Ji aliyekî ve, li Îmralî tecrîd tê meşandin, li aliyê din di tixuban de xendek têne kolan. Ev siyaseta stratejîk, giştî ye, tecrîd e, îzolasyon e. Tecrîd ; “îro sibe Kobanê dikevê” ye, îzolasyon teqîna bombeyan di miting û avaniyên HDP’ê de ne. Nemrûd ne miriye!.. 

Hevkarên  Nemrûd, darkeşiyê dikin, ha ha milê daran diavêjin ser koma agir. Krîpto rojnamevan, bi zembîlan ragihandinên “rîsaleyî”, krîpto siyasetmedar jî, planên stratejîk amade dikin.  Amadekirina zincîr û leleyên dîlgirtinê.

Krîpto: pîroziya gotinê dikuje, azadiya enformasyonê tune dike; “aqîl”ê li pey felesefî berteref dike û “enerjiya reş” diafirîne. Kuştina hêviya hezar salan!... 

Despotîzma Tirk, bi zanebûn, bi armancek stratejîk  tecrîdê dimeşîne. Eniya siyasî, eniya hiquq, saziyên civakî serlêdanan dikin, daxuyaniyan didin, meşan pêktînin. Despotîzma Tirk bêdeng e. Ev bêdengî bi zanebûn e.

Tecrîd varyantek faşîzmê ye, DAIŞ jî varyantek faşîzmê ye. 

Tecrîd seferberiya li dijî Şoreşa Kurd e, çeteyên DAIŞ‘ê pratîzekirina vê seferberiyê ye. Ev varyant, kiryarên herî êrîşker, cûretkar, hovanê, herî radîqal, kujer û berazî ne. Tecrîd, berhemê hêza hegemonik, siltaneta yekparêzî ye, Nemrûdî ye; DAIŞ, bi navê “xilafet û bîadê”, faşîzma Yezîd Bin Muawiye ye.

Divê Kurd jî, di her eniyê de li dijî vî karakterê hov, di nava rêxistiniyek berfireh û pirralî de li dijî varyantên faşîzmê têkoşînê bikin. Barê herî giring dikevê ser milê medya alternatîf, eniya siyasî û Kurdên li Ewropa. 

Emê vê mijarê bidomînin.