
PDK destûrê nade karmend û wezîrên Goran derbasî parlemanê bibin
Aloziya siyasî li Başûrê Kurdistanê her ku diçe geş dibe. Doh PDK’ê destûr neda Serokê Parlemana Herêma Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed û karmendên parlemanê yên girêdayî Tevgera Goran bikevin Parlemanê. Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe rewşa aloz zêde dibe û zext û zordariyên PDK’ê yên li ser hîzbên din ên siyasî berdewam dike. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK’ê serê sibê destûr nedan Serokê Parlemana Herêma Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed ligel çend parlementerên din bikevin Hewlêrê.
Krîz her ku diçe kûrtir dibe
Serokê Parlemana Herêma Kurdistanê li hember helwesta PDK’ê piştî vegeriya Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku darbe bi ser nakeve û ew ê dawî li dagirkirina Hewlêrê bînin.
Serokê Parlemana Herêma Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed li gel Parlemanterên Goran, YNK û Yegirtûya Îslamî li ber deriyê nivîsîngeha Parlemaniyê li Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Dr. Mihemed helwesta PDK´ê ya ku rê neda ew bikeve Parlemanê şermezar kir û got: “Pirsgirêk bi van helwêstan çareser nabe. Krîzên heyî bi taybetî krîzên aborî û nedayîna meaşan, her wiha krîza serokatiya Herêma Kurdistanê bû sedem ku gel dakeve meydanan. Bi jiholêrakirina pêvajoya siyasî, pirsgirêk li Herêma Kurdistanê nayê çareserkirin.”
Dr. Yusuf Mihemed bang li hemû aliyan kir da ku aqilane tev bigerin ku Herêma Kurdistanê ber bi rewşeke aloz ve diçe û divê her kes rêya çareseriyê bigire. Mihemed got: “Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi diyalog û lihevkirinê heye. Li şûna ku em aloziyê kûr bikin divê em çareser bikin.”
Li dewsa pêşiya min digrin bila herin Şengalê biparêzin
Serokê Parlemanê bal kişand ser hebûna darbeyê û wiha pêde çû: “Darbeyek li holê heye û wê bi ser nekeve. Em ê dawî li dagirkirina Hewlêrê bînin. Divê xelkê Herêma Kurdistanê li gel Parlemanê bin. Daxwazên gel rewa ne û ji bo van daxwazan daketine meydanan. Nabe rê li ber helwestên cuda vebe û mal û milkê xelkê were şewitandin. Nabe ku bersiva gel bi fîşek û êrîşan were dayîn.”
Dr. Mihemed da zanîn ku ger ew hêzên îro li Hewlêrê pêşiya wî girtin, nehiştin biçe Parlemanê li Şengalê heba, niha Şengal nediket destê DAIŞ’ê û wiha dewam kir: “Ew hêzên pêşiya min girtin ger parastina Şengalê bikira niha ewqas xelkên Êzîdî nediket destê çeteyên DAIŞ’ê. Her çend me hewl da ku em derbas bin lê mixabin nehiştin em derbas bibin. Li gel me gelek rojanmevan jî hebûn rê nedan ew jî derbas bibin. Êrîşa li dijî çapemeniyê jî nayê pejirandin.”
Li ser navê YNK´ê û Yegirtûyî Îslamî jî di vê civîna çapemeniyê de axaftin hatin kirin û helwêsta PDK’ê ya li hember serokê Parlemanê hat şermezarkirin.
Mafê ti hêzan nîne rêya serokê Parlemanyê bigre
Serokê Koma Tevgera Îslamî ya li Parlemana Herêma Kurdistanê Şiwan Qeladizeyî jî ragihand ku mafê ti aliyekî siyasî û hêzekê nîne ku rê li Parlemanteran û serokê Parlemana Herêma Kurdistanê bigire.
Şiwan Qeladizeyî diyar kir ku ev yek metirsîdar e û got: “Ev yek hewldaneke ber bi hilweşandina hikûmetê ve û wê bandoreke nerênî bi xwe re bîne.”
KNK: Daxwaza gel baş nexwendin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), derbarê krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê û bûyerên van rojên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê bibîr xist, ku ev du sal in Herêma Başûrê Kurdistanê bi krîzên siyasî, aborî, îdarî, leşkerî û civakî re rû bi rû ye û got, “Gelê me li hemberî van krîzan bi aramî tevgeriya û xwe li ber girt. Lê belê rêveberiya herêmê û hikûmetê, kodên van krîzan û tehemûla gel baş nexwendin. Lewma pirsgirêk bê çareserî man û rewşa îro rû da.
Rewşa heyî zirarê li doza Kurdistanê dike
KNK’ê ragihand ku ev rewşa heyî, hem ji aliyekî ve xeterê ji bo gelê Kurd derdixîne holê, li aliyê din jî derfetên xwegihandina armanc û bidestxistina mafan dide Kurd û Kurdistanê.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê bi ti awayî xizmetê nake ji doza civaka Kurdistanê re û destnîşan kir ku ev yek di heman demê de bandoreke neyînî li ser têkoşîna gelê Kurd a li meydana navneteweyî dike.
KNK’ê diyar kir ku aramkirina rewşê û guhdarîkirina li daxwazên gel, erkeke dîrokî, neteweyî û niştimanî ye.
Bang û daxwaz
Di daxuyaniyê de bal hat kişandinî ser fikarên KNK’ê li ser rewşê û ji bo çareseriyê ev xal û daxwaz, hatin pêşniyazkirin:
* Pirsên siyasî û desthliatdariyê yên li herêma Kurdistanê lazim e bi yasayan bên çareserkirin û her wiha li ser hemû astan pêwîst e yasa serwer bin.
* Gelê me yê li başûr xwedî rûmeta mezin e û çavkaniya hêz û şiyana parastina destketiyên gel û niştiman in, ne şayenê tî û birçîkirinê ne û nabe jiyana wan bi siyaset û lihevnehatina şêwazên desthilatî ve bê girêdan. ⦁ Nabe ku saziyên berpirsyar bi bikaranîna çekan xwepêşander bêdeng bikin. ⦁ Em bangî hikûmeta herêmê dikin, hewl bidin di zûtirîn demê de meaşên karmend û xelkê bidin û welatiyan ji qeyrana bijêwiyê rizgar bikin. ⦁
* Em bangî dezgeh û saziyên çapemenî û yên hizbî û ehlî dikin, bi erkê xwe yê rojnamevanî rabin û her tim daxwaza aramî û medenîbûna rêrewa xwenîşandanê ji xelkê bikin.
* Em bang li hikûmet û aliyên desthilata herêmê dikin, ku bi niyeta çareseriya arîşeyan û geriyana li sedem û egerên pirsên vê rewşê, vegerin dîrokê û pêdaçûnê bikin bi dilsozane bixwînin.
* Her wiha karên ciddî ji bo damezrandina sîstemeke demokrak û dadperwerî ji bo herêma Kurdistanê bê kirin. Em li KNK´ê amade ne hevkar bin û destekê bidin.
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên li Kelar û Qeladizê jiyana xwe ji dest dayî û ji gelê Kurdistanê re hat xwestin û bûyerên kuştin û birîndarkirinê hatin şermezarkirin.