Komek ji rêveberên YNK’ê, ku Alîkarên Sekreterê Giştî Berhem Salih û Kosret Resûl û endamê Polîtburoya YNK’ê Mehmûd Sengawî jî di nav de hene, da xuyakirin ku wan di nava partiyê de Navenda Biryaran a nû ava kirine. Endama Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed û Mela Bextiyar jî doh bi daxuyaniyek dan zanî ku li gorî rêziknameya navxweyî ti rewabûna wê navendê nîne.

Şevê din Cigirê yekem ê Sekreterê YNK’ê Kûsret Resûl, Cigirê duyem ê Sekreterê YNK’ê Dr. Berhem Salih, endamê Polîtburoya YNK’ê Mehmûd Sengawî û çend endamên din ên rêveberiya YNK’ê,  ‘Navenda biryaran a YNK’ê’ ragihandin. 

‘Navenda Biryaran a YNK’ê’ ku ji her du Cigirên Sekreterên YNK’ê Kûsret Resûl û Dr. Berhem Salih pêk tê, ku daxuyaniyekî nivîskî belav kirin, wiha ragihandin; “YNK ji ber komek desthilatdaran, ji hêzek têkoşer qulibiye bûye hêzek desthilatparêz. Xebatekî nelirê dimeşîne. Her wiha helwesta bikaranîna petrolê ji bo birçîkirina xelkê bikar tîne.


Heya li dar xistina kongreyekî

Heya ku pirsgirêkên di rêveberiya YNK’ê de tên çareserkirin û heya li dar xistina kongreyekî dûrî destwerdana hêzên ewlehiyê, em Navendek Biryaran a YNK’ê radigihînin. Ji vir şûnde her biryarekî çi ji derveyî hizbî û çi nav hizbî be, ger bê destûra vê navendê be, weke biryara giştî ya YNK’ê nayê qebûl kirin.”

 

Ti rewabûna wê nîne

Aliyê Endamê Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed û Mela Bextiyar û gelek endamên din ji bo ragihandina ‘Navenda Biryaran a YNK’ê’ civînek awarte pêk anîn. Di encama civînê de daxuyaniyek nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyl de hat gotin ku ev ragihandina ji aliyê hinek endamên Rêveberiya YNK’ê ve hatiye eşkerekirin, cihê fikaran e û li gorî rêziknameya navxweyî ti rewabûna wê nîne.

 Her wiha daxuyaniyê de hat diyarkirin di wextekî ku Rêberê wan Mam Celal vegeriya û hêzên pêşmerge parastina Kurdistanê dikin û şehîd dibin de, senaryoyên metirsîdar li ser gelê wan tên lîstin û bi vî rengî dewam kir: “Her wiha di nava şert û mercên krîza aborî ya niha de, mixabin hinek hevalên di nava rêveberiya YNK’ê de ragihandinek bi navê Navenda Biryaran belav kirin. Helwesta wan cihê fikaran e.”

 

Bang li dildarên YNK hat kirin

Di daxuyaniyê de li kesên di nava Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, li Kurdistan, Iraq û derveyî welat de ev bang hat kirin: “Ji bo ku em gelê xwe û hêzên siyasî ji hewlesta fermî ya YNK’ê agahdar bikin, beşa herî zêde ya Polîtburoya siyasî, me civînek li dar xist, ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Beşa herî zêde ya rêveberiya me xwedî heman helwestê bûn. Ji bo wê jî em dibêjin,

Yekem; Ragihandina her sazî û aliyekî ku li gorî rêzkinameya navxweyî ya partiyê nebe, bi ti awayî rewabûna wê nîne.

 

Behsa vê nehat kirin

Duyem: Mijarek ew çend hesas a beşek ji Polîtburoya siyasî û rêveberiyê ku hatiye ragihandin, dûr û nêzîk, di Polîtburoya siyasî ya YNK’ê de behsa wê nehatiye kirin. Her wiha rizaya Meclîsa Navendî jî nehatiye girtin. Behsa vê yekê jî nehatiye kirin ku ji bo biryarek bi vî rengî em lihev bicivin.

 

Em ê helwesta YNK’ê ragihînin

Ji bo wê jî em radigihênin ku piştî vê yekê em ê li gorî rêziknameya navxweyî ya YNK’ê, di demek nêz de civîna xwe ya asayî lidar bixin. Piştre em ê helwesta YNK’ê der barê mijarê de ji raya giştî re ragihênin.

 Em hêvî dikin ku hemû hevalên Rêveberiyê li pey çareserkirina pirsgirêkan bin. Em di wê baweriyê de ne ku YNK serkeftî ye. Wê têkoşîna xwe ya demokrasî û edaletê berdewam bike. Her wek ku Mam Celal jî gotiye; ‘Sefîn bin bikeve, YNK bin nakeve!’”  


 SILÊMANÎ