ARÎ FEQÎ EHMED KERKÛKÎ
ANF / KERKÛK
Li Başûrê Kurdistanê, nexasim jî li wan deverên ku ne di nava rêveberiya Hikûmeta Herêmê de ne, krîza aborî derba herî mezin li hilberîna întellektuel da. Ansîklopediya ji deh bergan a dîroka Kerkûkê ji ber krîzê nikare bê çapkirin.Ansîklopediya Kerkûkê ku berhemên gelek dîroknas û rewşenbîran li xwe digire, ji ber nebûna alîkariya madî heta niha nehatiye çapkirin.
Dîroknas Simko Behroz ê yek ji endamên desteya amadekariya ansîklopediyê ye, destnîşan kir ku ansîklopediya Kerkûkê ji bo bajarê Kerkûkê xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Ansîklopediyê nexasim jî hewl daye hemû bûyer û zanyariyên li dîrokê rû dayî berhev bike.
Deh bergên dîroka Kerkûkê
Behroz bal kişand ser naveroka ansîklopediyê û bi bîr xist ku di ansîklopediyê de gelek kesên şareza û pispor gotar û agahî nivîsîne û ev jî li ser 7 hezar 500 rûpelî û 10 bergan.
Dîroknas Simko Behroz da xuyakirin ku hemû aliyên dîrok, erdnîgarî, ziman, edeb, rewşenbîrî, huner, rojnamevan û rewşenbîrên navdar û dîsa nasnameya gelek kesayetên Kurd, Ereb, Xiristiyan û pêkhateyên din ên li Kerkûkê di nava ansîklopediyê de cihê xwe digire
Krîza aborî çap rawestand
Simko Behroz got, ji ber krîzên aborî bi taybetî yên piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî herêmê, ew nikarin bikin ku ansîklopediya Kerkûkê bê çapkirin.
Dîroknas Simko Behroz bi bîr xist ku qedeerê 60 mamostayên zanîngehan, nivîskar û rewşenbîr ji bo vê ansîklopediyê kar kirine û wiha peyivî: “Dr. Yûsif Goran, Zahir Şkûr û ez bi erka desteya nivîskar û berpirsyar rabûn. Dîsa nêzîkî 60 mamostayên zanîngehê, beşeke mezin nivîskar û rewşenbîr ên ji bajarê Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ji bo berhevkirina vê ansîklopediyê kar kirin.”