Xweda bi rehma xwe şa bike, zawayekî min hebû. Zû be zû li tevî sohbetê nedibû.Lê dema ku dixwest biaxive, serê xwe berjêr dikir, tişê ku dê bibêje bêje bi bêje hildibijart, û di kêlîka ku her kesî ya xwe gotibû û qedandibû de, destê xwe yî rastê du sê caran diavêt arguşka xwe yî di nava rihê de mayî, û wisa digot:
- Hinkî ku me got mû bi zimanê me ve hat!
Mû bi zimanê me ve bê jî, mijar mijareke girîng e, hêjayî nîqaşê ye, û ev nîqaş heta ku encamek jê bêt wergirtin, bi taybet divê ji rojeva Bakûri’yên ‘bi zimanê xwe re  li ber sekeratê’ neyê dûrxistin!
 Lê weke ku hûn jî dizanin, ev heft heşt sal in ku rojeva Bakûrî’yên ‘di biwarê maf û azdiyan’ de daketine ‘xişxişê’, weke ‘çaya koçeran’ geh bi têhn, germ î germ e, geh jî bi ‘pifa’ hinekan tê sar kirin.
Ji pend û şîretên Mîr Celadet Bedirxan yên li nivşê nû kirî yek jê ev e:Bizanibin ku miletek bi du tiştan li ser piyan dimîne;yek jê dîn e,yê din ziman e.Ji ber ku dînê me û yê dujminê me yek e,di destê me de hew zimanê me dimîne…
Ji  roja ku Diyarname roşenbîr ,nivîskar, mamoste…ango yê ku di wê babetê de gotinek wî/wê hebe vexwend ‘dîwana’ vê nîqaşê, qelemdarên hêja; Samî Tan, Jîr Dilovan, Helîm Yûsiv, Amed Tigrîs,Yaşar Eroglu, Fêrgîn Melîk, Qado Şêrîn, Husên Duzen, Ebdile Koçer, Zekî Ozmen, Abdula Demîrbaş…herî dawî jî A. Balî û Rizoyê Xerzî bi bîr û boçûnên xwe di asoyê vê nîqşê de ‘şibakenin’ nû vekirin…
Wek mînak mamoste Jîr Dilovan bi gotara xwe ya bi navê ‘Duzimanî ji holê rakirina Kurdî ye’ beşdarî vê nîqaşêbû.
Sernavê gotarê bi xwe di mijara ziman de rastbînî û hestyariya Jîr şanî me dide:
Ziman hemû nirxên gel, nirxên çandî, civakî, dîrokî, wêjeyî digire nava xwe. Ziman gencîneya hest, hizr û ramana gel e. Heger gel lê xwedî dernekeve, bikar neyîne û lê nenêre, wê teng û lawaz bibe, nexweş bikeve û di dawiyê de jî bimire. Dema zimanek mir gelê xwediyê wî zimanî jî dimire.
Li vir ya dike ku ez li tevî cenabê Jîr nebim ev e:Li ziman wedîderkatina gel?
Hêja Jîr jî baş dizane ku ji qalûbelayê de ziman zimanê desthelatê ye.Desthelatê ango hêzdariyê ziman li ser serê yê di bin xwe re yanî li gel, yanî li a’mê ferz kiriye, bi ço an jî bi xweşî kiriye ku gel pê biaxive, pê ayîna xwe bike, pê bijî!
Rastiyeke din heye ku divê bêt gotin:Qels an hêzdar li ser axa Kurdistanê ji bilî desthelata dagirkeran,’desthelata heremî’ ya Kurd * her hebûye.
Bi baweriya min ‘gel’ bi qasî ku ketiye nava dahfikên bişavtkeriya dewletê, heman gelî zimanê tevgerên çekdarî –siyasî ji xwe re kiriye mînakeke ku bide dû!
Dênê xwe bidinê,heft heşt sal e ku li ‘herêmê’ festîval û rojên wejeyî bi du zimanan,Tirkî û Kurdî li dar dikevin.
Ji hêla din ve, kovarên ku bi destê Kurdan; weke mînak Roja Kurd, Demokrat bi du zimanî weşana xwe didomînin.Rojnameya hefteyî Dema Nû jî bi heman rewşê...
Ez weke mirovekî tê digihim bê çima zarokên Kurdan her sihar ‘turk im, doxruyim’ dixwînin,lê li hember helwest û hewldana weşanger, kovarger, rewşenbîr û siyasetmedaran Kurd ên ku ‘gel’ ji xwe re dikin qutb…dilê min dixele!
Li vir yê gunehkar çendî ne ziman be jî, ji ber ku desthelat ‘ziman’ weke ‘alavekî qirkirinê’ bi kar tîne, bivê nevê hemberî zimanê duyem yanî Tirkî, di can û giyanê min de hestine dujminane û ‘dirinde’ pêk têt.
Ez ne dujminê ti zimanî me.
Lê belê zimanê ku bixwaze zimanê min ‘dabeliîne’ dujminê min ê herî mezin e!
Jixwe, Jîr jî (di rewşeke wekhev de li Bakûr)ne li hemberî duzimantiyê ye, ku radibe mînakê ji Belçîkayê dide.Digel ku vê mînakê dide jî di warê ‘pevrejîyana du zimanan’ –Tirkî û  Kurdî-de ne bi hêviye, ku balê dikişîne ser ‘qedexedariya miqîm’  ya Komarê:
‘Duzimanî, bi taybetî li bakurê Kurdistanê tê wateya jiholêrakirin û tunekirina Kurdî. Lewra derfeta Kurdî tune ku xwe bide jiyandin. Dewleta Tirk bi zagon, bi rêzikname û bi rêwerzên sosret pêşî li Kurdî girtî ye. Bi wê jî ranewestiyaye hawirdorê zimanê me bi surhên qedexe rapêçaye. Di şert û mercên bi vî rengî de, em ê çawa bikaribin ji duzimanî biaxivin? .
Heman pirsê ez jî dubare dikim.
Û bi ser ve zêde dikim:Ji nava hetf hezar zimanên li ser rûyê erdê, ku em qima xwe bi yek zimanî, bi Kurdî neynin, her kes, hûr û gir hemû Kurd, di serî de roşenbîr û siyasetmedar dê qesasê vî zimanî bin!
Ez naxwazim bibim qesasê vî zimanî!
Werin em ‘bi gur re nekujin, bi şivan re nexwin, bi xwedî re negirîn’!

*Ev nivîs sala 2007’tan di Diyarnameyê de belav bûye