Siftê serokê partiya Tirk a nijadperest MHP’ê Devlet Bahçelî û dû re Serokkomar Erdogan bi tundî gef li Kurdan xwarin; “kuç li ser kuç, serî li ser serî nehêlin!..” Erdogan feraseta rejîma Tirk a 93 salî cardin vereşî; “Hûn Kurd bin jî, divê ji xwe re bêjin ‘ez ji milletî Tirk im!..”
Erdogan bêçaretiya xwe û ya arteşa Tirk a li hemberî berxwedan û têkoşîna Kurdan a li Nisêbîn, Şirnex, Gever û çend navçeyên din jî wiha anî zimên; “pir leşker û polîsên me şehîd dibin. Pêwîst be, bêyî operasyonên leşker û polîsan, xelk ji van navçeyan bê derxistin û ji dûr ve bi bomberkirina tank û topan, ew ji binî ve bên hilweşandin...”
93 sal e heman feraset, heman hiş, heman pratîk û êdî aşkere ye ku heman encam e; Kurd têne kuştin, Kurdistan tê wêrankirin, lê dewlet jî qet bi ser nakeve û nikane Kurdan û nirxên Kurdewarî ji holê rake. Kurd her bihêztir dibin û siberoja Kurdayetiyê hên saxlemtir û mayînde dibe...
Erdogan wek nûnerê herî dawî yê Komara Tirk a xwedî feraseta dijkurd li gel ewqas têkçûnên siyasî û dîplomatîk, ji bo avakirina rejîmeke dîktatorî li ber xwe dide. Hebûna desthilatdariya xwe bi tunekirina vîna Kurdî ve girêdaye û li hundir û li derveyî welat hemû hêza dewletê ji bo vê armancê bikartîne. Her tiştî aşkere vedibêje û li dijî Kurdan komkujiyan bi aşkereyî dide pêkanîn. Yanî rejîma Tirk a dijkurd di kesayetiya Erdogan de şerê xwe yê ‘mayîn û nemanê’ dide.
Ji ber vê yekê, ev serdem di têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê de wek serdemeke dîrokî ye û hewcedarî pê heye ku helwesta Kurdan giştan jî gorî taybetmendiyên vê serdemê bibe.
Li hinda pêşketinên li seranserê Kurdistanê û bi têkoşîna Kurdan a giştî ve girêdayî, pêşketina dîplomasiya Kurdî jî ketiye qonaxeke nû. Lê wer xuya ye ku hêzên serdest dixwazin ji hêla siyasî wêdetir, tenê ji hêla leşkerî ve derî ji Kurdan re vekin. Dixwazin Kurdan tenê wek hêzeke şerker û di danûstandinên siyasî û dîplomatîk de amureke bi bandor bikarbînin.
Li hinda vê yekê; nexweşiyeke Kurdan e; wexta bi karekî ve mijûl dibin, karên din ji bîr dikin. Niha bi vebûna deriyê dîplomasiyê re jî heman nexweşî xwe dide der. Sazî, rêxistin û xelk li şûna ku karên avakirina jiyanê bi nirxên Kurdewarî ve mijûl bibin û xwe bi karên avakirinê re motîve bikin, çav û guhên xwe dane daxuyaniyên hêzên serdest ên derbarê Kurdan û dewleta Tirk de. Wexta şer bi pêş dikeve jî heman bertek xwe dide der; îş û kar têne jibîrkirin û herkes bala xwe dide ser encamên şer.
Li hember vê rewşê mirov nikane xwe ji vê pirsê xilas bike; gelo keç û xortên me, însanên me çima, ji bo kîjan armancê şehîd dikevin?!.
Yanî gereke karên avakirin û bisazîbûnê, karên parastin, dîplomasî û yê çand û perwerdeyê bi hev re, di nava ahengekê de pêş bikevin...
Pêkanîna her karekî netewî destê têkoşînê û têkoşêran bi hêztir dike. Parastin xurt nebe, di qadê dîplomatîk de tu kes Kurdan naxe nava hesêb. Piştgiriya xelkê bi sazîbûn û rêxistinîbûnê nebe, parastin bi serê xwe nikane demdirêjî bibe. Dîplomasî nebe, serketinên li qadê civakî nayên mayînde kirin. Karên çand û kulturî nebin, jiyan bi nirxên Kurdewarî nayê xemilandin... Yanî têkoşîn bi giştî ye û divê ji her hêlan ve bi rêk û pêk be...
Eger herkes bi karê xwe ve mijûl be û bi giştî li meseleyê mêzeke, xwesteka Erdogan û Bahçelî ya wek; “kuç li ser kuç, serî li ser serî nehêlin” wê ji bo wan bibe wek fîtikdana tirsê ya di nava tirban de...
Serkeftin wê bi zêdekirina kuç li ser kuçan û serî li ser seriyan pêk be!..