Li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hejmarek aktîvîst û dostên heywanan ji bo balê bikişînin ser kuştina kûçikan, xwepêşandanek çêkirin.
Li Parka Azadî ya Silêmaniyê pêr ji aliyê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê û hejmarek akîtîvîst û dostên heywanan ve bi dirûşmeya ‘Kûçikan nekujin’ çalakiyek pêk hat. Çalakgeran ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwestin ku mafê heywanan jî biparêzin.
Ne dostên mirovan in ji
Nûnerê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Serwer Qeredaxî daxuyanî da û got; “Kûçikan nekujin, yên ne dostê heywanan bin, ne dostên mirovan in ji. Lewma divê mirov ji bo parastina mafê xwe êrîş û kuştina heywanan rawestîne. Sûcê kuştina kûçikekê sûcekî mezin e li hemberî xwezayê. Em hemû cure êrîş û kuştina şermezar dikin. Em daxwaza rawestandina kuştina kûçikan dikin.”
Stargehan vekin
Di dawiyê de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin ku ji bo parastina mafên ajalên li kolanan li Hewlêr, Silêmanî, Helebce û Dihokê stargeh werin avakirin û ji bo parastiyê yasayek taybet derkeve.
ROJNEWS/SILÊMANÎ