Kujer hê jî serbest digerin
Hevserokê Şaxê Enqereyê yê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak got, ”Em dixwazin hesabê komkujiyên Elewiyan bê dayin, dosya bên vekirin û pêvajoya dadgehê bê destpêkirin. Bila sûcdar bên cezakirin.”
Karabûdak bal kişand ser zilma li civata qedîm a vê xakê li Elewiyan tê kirin û got, ”Zîhniyeta Emewî ji Kerbelayê û vir ve didome. Komkujiya Madimakê yek ji van bû. Komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Çorûm, Meletî, Mereş, Madimak û Gazî encama vê zêhniyetê ne. 27 sal derbas bûne, lê belê têkoşîna me ya hiqûqî hatiye pûçkirin. Hesabê heqîqetê nehatiye dayin. Gavek jî nehatiye avêtin. Kujer hîn jî li Ewrûpayê bi rehetî digerin.”
Karabûdak destnîşan kir ku Komkujiya Madimakê tenê li dijî Elewiyan nebû û got, ”Wê demê hikumeta koalîsyonê hebû û siyaset xitimî bû. Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de pêşketinên girîng hebûn. Karkeran li eniya kedê ala têkoşînê hilda bûn û li zanîngehan jî xwendekar daketibûn qadan. Komkujiya Madimakê amûrek ji bo bêdengkirina girseya gel bû.” ANF/ENQERE