Di ser qetilkirina Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz re ku li ber deriyê mala xwe ji aliyê polêsan Tirk ve 21’ê Mijdara 2004’an hatin qetilkirin, 14 sal derbas bûn. Dayika Ugur Kaymaz, Makbule Kaymaz a ku hîna êşa zaroka wê û hevjînê wê di dilê wê de wekî roja ewil e, got, kujerê wan hîna serbets in: “Êşa min giran e û wê ti caran ji dilê min derneyê. Lê kujer serbest digerin û nayên dadgehkirin.”
Li navçeya Qoserê ya ser bi Mêrdînê, 21’ê Mijdara 2004’an Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz li ber deriyê mala xwe, ji aliyê polêsên Tirk ve hatibûn qetilkirin. Di ser bûyerê re 14 sal derbas bûn lê kujer hê jî nehatine dadgehkirin. Di dema bûyerê de çek danîn cem cenazeyê Ugur Kaymaz ê 12 salî yê ku bi 13 guleyan hat qetilkirin û ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve jî bi daxuyaniyekê hat gotin, “Ugur terorîst e û amadekariya çalakiyê dikir”. Dewleta Tirk bi vî awayî bûyer berovajî kir. Ugur Kaymaz xwendekarê dibistanê yê sinifa 5’an bû. Kujerên Ugur nehatin dadgehkirin û hîna jî serbest in.
Êşkence û êriş dewam dikin
Li dijî malbata Ugur zextan dewam kir. Dayika Ugur, Makbule Kaymaz a ku 12 salan li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Qoserê ya DBP’yî dixebitî, piştî qeyûm
şaredarî dagir kir, hat îxrackirin. Ji bo bîranîna Ugur peykera ku li navenda navçeyê hatibû danîn jî bi talîmata qeyûmê şaredariya Qoserê, Ahmet Odabaşi ve di 11’ê Hezîranê de hat rakirin.
Dayika Ugur, Makbule Kaymaz dibêje, “Ez êdî naxwazim ku ti zarok bê kuştin û dixwazim ku kujer bên cezakirin. Zarokê 12 salî çawa dibe terorîst. Em zarokên xwe ji bo ku ew bikûjin, nayînin dinê û xwedî nakin. Êşa min giran e û dixwazim kujer bên dadgehkirin.”