Îro salvegera qetilkirina serokê HDK-δyê Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye. Ew masmoteyekî zanistê, şervanekî bereyê û siyasetvanekî pêşeng bû ji bo Rojhilatê Kurdistanê. Lê belê qetilkirina wî li paytexta Awusturyayê Viyanayê bi destê kujerên rejîma Îranê, ne tenê hovîtiya rejîmê radixist ber çavan, di heman demê de ka helwêsta welatekî mîna Awusturyayê çawa dikarî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî kujeran ji hiqûqa xwe birevîne, wan bi binpêkirina hiqûqa xwe bibe cem fermandeyên wan ên li Tehran û Qûmê. Doza bi rê ve diçe bi hewldanên malbata Qasimlo û HDK-δyê heta roja îro jî bê encam dewam dike.

Ev ne yekane kirina rejîmê ya bi vî rengî bû li Ewrûpayê, 12 Îlona 1992´yan sekreterê giştî yê PDK-δyê Dr. Sadiq Şerefkendî, nûnerê partiyê li Franseyê Fetah Abdolî, nûnerê wê li Elmanyayê Hûmayûn Erdelan û wergêr Nûrî Dehkurdî bi destê kujwerên rejîma Îranê hatin qetilkirin. Dewleta Tirk jî sê siyasetvanên Kurd ên jin, di nava wan de yek jidamezrênerên PKK´ê Sakîne Cansiz jî li Parîsê 9´ê Çileyê 2013´an dan qetilkirin û ew jî ya rastî di pêvajoyeke muzakereyan de, çawa ku rejîma Îranê jî kirinên xwe biribûn serî. 

Di bûyera qetilkirina Dr. Qasimlo de yek ji kujeran birîndar hatibû girtin, ew hat dermankirin û di ser sefareta Îranê li Viyanayê vegeriya cem fermandeyê xwe, yekî ku çend rojan di bin çavan de ma û kete ber lêpirsîna edlî jî, piştî hevdîtinên di asta dewletan de li rejîma Îranê hat vegerandin. Helbet li vir mirov rabe gazinan ji rejîma Îranê bike ne di cih de ye. Ya ku divê em di van herdu bûyeran de li ser bihizirin ew e, ka rejîma Îranê çawa karî van pêşengên siyaseta Kurd bi navê muzakereyan bixapîne, kujerên xwe nêzîkî wan bike û wan bide qetilkirin û helbet li aliyê din, ka ev dewletên Ewrûpî ku li wan diviya li gorî destûr û qanûnên wan hiqûq di ser her tiştî re bûya, çawa û çima kujeran berdin, yan jî qet destê xwe dirêjî kujerên bi rastî û fermandeyan nedin.

Di vir de li aliyekî nebûna siyaseteke Kurd a van dewletan bi dewreke diyarker rabe jî, ev ne yekane sedem e. Mumkin nîne ku bêyî hin navbeynkar û hin kes û gotinên îtîmat bi wan bibe, ev pêşengên siyaseta Rojhilat, ev qasî bi hêsanî bikevin tora kujeran. Ji ber wê jî mirov divê qet dewra muhtemel a dewletan di vê yekê de jî paşguh neke. Li aliyê din ev dewletên ku karê îstîxbaratê bi îhtîmameke zehmet e em faniyên mayî lê bifikirin, bi rê ve dibin, qet hay ji hevdîtinan û heta planên Îranê nebin. Ev aliyekî muhim e ku divê bi her halî ji bo aliyê Kurd bibe tecrûbeyeke fêrker a dîrokî.

Li aliyê din piştî van kuştinên hanê dewletên Ewrûpî, çi Franse, çi Elmanya û çi jî Awusturya, nekarîn, yan jî nexwestin bi ser kujeran de biçin. Hewl nedan tora îstîxbaratên rejîma Îranê û ya dewleta dagirker Tirkiyeyê di nav van karên kujeriyê de bibînin. Herçî Awusturya ye, kujer bi destê xwe teslîmê xwediyê wê ango rejîma Îranê kir. Elmanyayê jî Kazim Karabiyê ku yek ji kujeran bû, piştî 15 salan di encama bazareke pevguherîna girtiyan sala 2007´an berda, lê belê li dijî delweta Îranê ti doz û lêpirsînên hêjayî gotinê û helwêstên bi vî rengî jî derneketin holê. Fransayê jî doza Omer Gunay weke dozeke ferdî nîşan da, bi ser têkiliyên Tirkiyeyê û MÎT´a wê de neçû. Piştî mirina kujer a ji ber nexweşiyê, niha dixwaze ser dozê bigire.

Ev jî eşkere nîşanî me dide, ku civaka Kurd divê karibe bigihîje wê astê ku bibe hêzeke karibe zexta siyasî li hikûmetan bike, da ku nikaribin ser bûyerên bi vî rengî bigirin. Di heman demê de mekanîzmayên xwe parastina li dijî van kirina bi pêş bixe.