Altun li aliyekî rojnamegerî dikir û li aliyê din jî li Êlihê zanîngeh dixwend. Di sala 1993’an de der barê bûyera qetilkirina Altun de, navê Îsmaîl Emsen derbas bû. Îsmaîl Emsen di lêgerîna rê ya navbera riya Mêrdîn-Amedê de hat girtin, çekek li ser wî hat girtin û di encama lêkolînê de derket holê ku Altun bi vê çekê hatiye qetilkirin.


Kujer nehat girtin
Îsmaîl Emsen di îfadeya xwe de got ku ew endamê Hîzbullahê ye çek aydî birayê wî Metîn Emsen e û ji bo parastina xwe ev çek hildaye ser xwe. Emsen ji ber qetilkirina Altun nehat girtin, bi hinceta ku çeka bê ruxset bi xwe re gerandiye hat girtin. Piştî demeke kurt serbest hat berdan. Lê piştre ne Metîn Emsen hat dîtin û ne jî der barê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat kirin. Der barê mijarê de Rapora Susurlukê hat amadekirin û di raporê de hat gotin ku dewletê Cengîz qetil kiriye û heta niha bûyer nehatiye zelalkirin.

22 sal buhurîn

Di ser qetilkirina Altun re 22 sal derbas bûn, bi salan e dayik Turkan Altun bi bîranînên kurê xwe dijî. Dayik Altun wiha behsa Cengîz kir: “Tenê dozeke kurê min hebû, ew jî têkoşîna azadiya kurdan bû. Cengîz, ji malbat, xwîşk û birayên xwe pir hez dikir. Pir merd û bêtirs bû. Her tim alîkarî dida min û ji min pir hez dikir. Dema ku ji nûçeyan vedigeriya dihat ji min re behsa nûçeyê dikir. Ji van nûçeyan yek jî jê nûçeya dema çû Midyadê û çiyayê Cûdiyê bû.”

Nûçegihanek zîrek bû

Dayik Turkan Altun anî ziman ku Cengîz her tim behsa têkoşînên azadiyê yên li cîhanê û Vîetnamê dikir û wiha got: “Digot em ê jî rojek azad bibin, mafên xwe bi dest bixin. Rojnamegerekî objektîf bû. Ji ber ku rûreşiya wan deşîfre kir, dewletê kurê min kuşt. Beriya ku Cengîzê min bê qetlikirin der barê çemê Ilihê de nûçeyek çêkiribû, ev nûçe bûbû manşet û pir kêfxweş bûbû. Her tim rastî gefên kuştinê dihat. Ezê her tim şopdarê doza kurê xwe bim.” 

DÎHA/ÊLIH