Zarokên me sêwî hiştin
Zuleyha Çevîran a hevserê wê Ramazan Çevîren hatibû qetilkirin got ku divê êdî Çîtîl ji wezîfeyê bê wergirtin û cezakirin. Çevîren got, "Musa Çîtîl li vir komkujî pêk anî. Zarokên me sêwî hiştin. Tenê malên me neşewitand, mirov bi zindî binax kirin." Çevîren dema behsa roja bûyerê dike ku kêliyên hestyar jiya got ku di carekê de leşkeran gund dorpêçkirin û paşê li malan geriyan û got, "Paşê hevserê min birin. Piştî 10-15 deqiqeyan dengê gulleyan hat. Ez derketim derve berf li erdê bû. Min dît ku mixaletiyê min Yusuf li erdê ye."
Gund şewitandin
Çevîren anî ziman ku paşê leşkeran, gundî li meydana gund kom kirin, jin li aliyekî û zilam li aliyekî bûn.
Çevîren got ku di wê kêliyê de azayê gund Ahmet ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û got, "Paşê leşkeran pirsa keça apê min Seydo Abîdeyê kirin. Abîde rabû ber bi leşkeran ve çû. Gotin emê îfadeya wê bigirin." Çevîren got ku bi saetan li ser wê berfê hatin rawestandin û leşker jî ji bo komkujiyê hatibûn gund.
Xanî teqandin û ew kuştin
Çevîren axaftina xwe wiha domand, "Paşê hevserê min, Abîde û apê min Seydo bi awayekî êşkencekirî anîn û kirin mala ciranê me Salih. Paşê li her cihê malê teqemenî bi cih kirin û mal teqandin. Hevserê min, Abîde û apê min Seydo di wê malê de hatin qetilkirin." Çevîren anî ziman ku paşê malbatan cenaze derxistin, leşkeran çek danîn ser cenazeyan û gotin endamên PKK'ê ne.
Cerdevanî li me ferz kirin
Çevîren, diyar kir ku piştî bûyerê dewletê cerdevanî li ser wan ferz kiriye û ji ber vê ji gund derketine. Çevîren di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin Çîtîl bê cezakirin. Li gundê Dumanli yê girêdayî Dêrika Çiyayê Mazî di sala 1993'yan de Seydo Çevîren, Ahmet Çevîren, Yusuf Çevîren, Abîde Çevîren, Ramazan Çevîren û Mehmet Necat Aris di encama teqandina axurê mala Aris de hatibûn kuştin.
DÎHA/MÊRDÎN