Şervanên QSD´ê înfazkerekî DAIŞ´ê ê bi navê Yousef al-Mahoon al-Waheibi girt. Ev serçeteyê DAIŞ´ê ê ji devera Meyadînê, di nava DAIŞ´ê de yek ji emîrên çeteyan bû. Wî gelek kes înfazkirine û bi destê xwe kuştine. Dîmenên derketin holê jî nîşan didin ka ew çawa 3 kesan dikuje.
Ev çete yê ku her wiha xwe weke Îsmaîl Zaîm jî daye nasîn gava ku êriş li dijî hêzên QSD*ê amade dikir hatiye girtin. Birayê wî Mihemed Zaîm jî ji serçeteyên Ceyş el-Îslamê ye ku teroreke mezin li dijî xelkê Xutayê meşandibû û çeteyeke din a weke DAIŞ´ê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN