Soran Mame Heme gelek nivîs û dosya li dijî xiyanet û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê belav kir. Di yek ji nivîsên xwe de behsa xiyanetê dike û wiha dibêje; “Ewên ku îro xwe bi siyasî û xwediyê xebata Kurdayetî ya vê herêmê bi nav dikin, gelo ji xwe pirsîne tenê rojek jî xebat û serweriya wan di dîroka têkoşîna rizgarîxwaz a gelê Kurd de heye? Ji bilî Kurd kuştin, xiyanet li netewa xwe kirin, koletî û sîxurtî kirina welatên cîran.”
Rojnamevan Soran Mame Heme dema ku mijûlî eşkerekirin û zelakirina karên veşartî yên gendelkar û berpirsên bajarê Kerkûkê bû, di şevek a Tîrmehê de berê lûleyên çekên xwe dane ser wî û ew bêdengkirin. Bajarê Kerkûkê jî ji ber jidestdana ciwanekî wiha xemxwer gelek xemgîn bû.
Soran Mame Heme ew rojnameger bû ku tevî gefên terorê dikarî qala azadiyê bike. Li sala 2008’an li ber mala xwe ya li bajarê Kerkûkê hate qetilkirin. 11’emîn salvegera qetilkirina wî ye.
Soran Mame Heme kî ye ?
Soran Mihemed Ezîz bi nasnav Soran Mame Heme li 2’ê Sibata sala 1986’an li taxa Şurîce ya Kerkûkê ji dayîbûye. Malbata wî piştî raperîna bihara sala 1991’an ji ber zextên rejima Baas ji Kerkûkê diçe Silêmanî û li Hamiya Silêmanî (parka Azadî ya niha) bicih dibe.
Soran qonaxên xwendina seretayî û navîn li Silêmanî temam dike. Piştî rûxîna rejima Baas malbata Soran carek din vedigere Kerkûkê. Soran li Kerkûkê xwendina xwe dewam dike. Li Kerkûkê Peymangeha Hunerên Xweşik Beşa Bihîstin û Dîtinê dixwîne, dema ku hatî qetilkirîn jî hîna dixwend.
Ezmûna Rojnamevaniyê ya Mame Heme
Soran yekem nivîsa xwe li sala 2003´an dema li refa sê ya navîn bû belav kir. Rojek Soran li gel dayîka xwe diçe Çemçemal ji bo herin ser gora bavê wî. Dema Soran diçe dibîne ku ti bend an jî dîwar li derdora goristanê tineye û di nava goristanê de gelek sewal hene. Dema vedigere malê, li ser vê yekê nivîsek dinivîse û di rojnameya Kurdistana Nû de belav dike. Piştî nivîsa wî hate weşandin, şaredariya Çemçemalê dîwarekî li derdora goristanê çêdike.
Piştî rûxîna rejima Sedam Hisên malbata Soran vedigere Kerkûkê. Soran jî bi rizadilî karê peyamnêrî ji bo Rojnameya Kerkûka Îro dike. Ev rojname ser bi Komeleya Rewşenbîr û Civakî ya parêzgeha Kerkûkê bû. Di heman demê de di kanala El Iraqî de wekî peyamnêrê kanalê yê Kerkûkê kar dike. Herwiha peyamnêrê rojanameya heftane ya Kerkûkê (Kerkûk Glup) bû ku li Hewlêrê bi zimanê İnglîzî dihate çapkirin.
Li sala 2006’an li Kerkûkê dibe peyamnêrê Rojnameya Kurdistan Raport. Piştre dibe berpirsê ofîsa Kurdistan Raport li Kerkûkê. Ji jimara 11 ta jimara 21’an a rojnameya Çemçemal quncikek ya wî hebû û nivîsên xwe têde diweşand. Herwiha li Kerkûkê berpirsê Navenda Çalk bû. Li Kerkûkê Endamê Desteya Nivîskarên Rojnameya Nugreselman bû. Li sala 2006’an peywendî bi Govara Livîn re datîne û dibe peyamnêrê govarê yê Kerkûkê. Piştre dibe berpirsê Ofîsa govara Livîn li Kerkûkê. Heya ku tê qetilkirin jî di govara Livîn de kar dikir.
Li dijî xiyanetê bû
Soran Mame Heme gelek nivîs û dosya li dijî xiyanet û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê belav kir. Di yek ji nivîsên xwe de behsa xiyanetê dike û wiha dibêje; “Ewên ku îro xwe bi siyasî û xwediyê xebata Kurdayetî ya vê herêmê bi nav dikin, gelo ji xwe pirsîne tenê rojek jî xebat û serweriya wan di dîroka têkoşîna rizgarîxwaz a gelê Kurd de heye? Ji bilî Kurd kuştin, xiyanet li netewa xwe kirin, koletî û sîxurtî kirina welatên cîran.”
Çima Soran hate qetilkirin?
Di raporta xwe ya dawî de ya binavê ‘Sozaniyên Kerkûkê dagir dikin’ ku di govara Livîn de hate belavkirin, di wê raportê de peywendiya berpirsên hikûmî yên bajarê Kerkûkê bi şebekên fihuşê re eşkere dike. Heya niha jî ev nivîsên Soran weke sedemê qetikirina wî têne zanîn.
Soran ji ber di nivîsên xwe de behsa diziyên berpirsên Kurd ên Kerkûkê dikir, gelek caran gef lê hat xwarin Du meh berî were qetilkirin, gefa kuştinê lê hatibû kirin. Lê Soran bêyî ku bitirse di nivîsên xwe de gendeliya berpirsan eşkere dikir.
Şeva 21’ê Tîrmeha sala 2008’an Soranî Mame Heme li ber derê mala xwe ya li Kerkûkê hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Soranî Mame Heme tevî ku gelek komîsyon hatin avakirin ji bo lêkolîn li ser bûyerê bikin, lê heya niha ti kesek têkildarî vê bûyera qetilkirinê nehatiye girtin. Lê li gorî malbata Soran destê PDKê li pişt kuştina kurê wan heye.
BERHEM LETÎF / ROJNEWS