HPG’ê 5 gerîlayên di 29’ê Gulana 2019’an de li Xakurkê ji ber êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Di 29’ê Gulana 2019’an de ji ber êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa TC a dagirker ku li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin, hevrêyên me Agir Bêrîtan ê li Ûrmiyê ji dayik bûye, Azad Batman ê li Êlihê ji dayik bûye, Helbest Jiyan a li Edeneyê ji dayik bûye, Sarîna Sarya ya li Silêmaniyê ji dayik bûye û Solîn Elbak a li Wanê ji dayik bûye şehîd bûn.
Li dijî dagirkerî, asîmîlasyon û şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a faşîst bi salane li dijî gelê me dimeşîne, gerîlayên Kurdistanê her tim bi lehengiyeke mezin li ber xwe dan. Dewleta faşîst xwest li her devera cîhanê destketiyên gelê Kurd tine bike û êrişa dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê jî parçeyek ji plana tinekirina gelê Kurd e. Lê belê bi berxwedana destanî ya gerîlayên Kurdistanê pîlanên dewleta faşîst pûç bûn. Felsefeya Rêber Apo ya azadî, demokrasî û azadîparêziya jinê gelê Kurd li heman zemîna têkoşînê kom kir, ji her parçeyên Kurdistanê heta metropolan kir ku tevlîbûn li nava refên gerîlayên azadiyê çêbibe. Bi têgihiştina; gerîlayên Kurdistanê temînata gelê Kurd e hevrêyên me Agir, Azad, Helbest, Sarîna û Solîn di dem û cihên cuda de ji bo heman armancê tevlî nava refên gerîla bûn.
Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi ser bixînin.”
ANF/BEHDÎNAN