Saleke din bihurî di ser koça te ya bêwext de di dil û hişê min de şopa derbên xedar hiştiye. Di vê navberê de min hemû kirinên êş û jana xwe ji ser nasnameya xwe avêt. Mîna çavên li dîwaran û caxên hesinî yên zengarî ku min ew car binpê kirine. Hesreta te û bêrîkirina te li ba min êdî nasir girtibe jî, ez baş dizanim qutbûna ji hev û cihêbûnên mezin, bi xwe re afirînên mezin û nirxên mezin tînin. Hele ew payîz! Gelo ku ez payîzê ji demsalan nehesibînim, dê xwedawend li min werin xezebe? Piştî çûyîna te ma wan tiştek hişt ji min re? Di payîzeke kambax de, rakirin fermana te, mîna yaqûteke sor wekî ku stêrkek birije bixurice ji asîman.

Ey asîmanê ku kirmiştiye tarîtiyê, ey asîmanê pêkneanîna hêviyan û almesta rawestiyayî! Bi temaşekirina hêviyan tu wekî almasta rawestiyayî disekinî! Dema li te mêze dikim, mîna bayekî pîroz hatibe û ez xwe bi cewhera te re dikim yek, kişandina êşa te jiyan e! Hevalcan! Heyva ku bi qasî navê te xweş e, bi wê xweşikbûna ku mirov hilma te dikişîne nava xwe û bi qasî ku te destûr dabe ji kaniyan qurtek av venexwim. Bila di bedena dîlgirtî de û hucreyan de bibe hêviyeke bi êş ji birîna min re. Giyana azad heta ku dikare bila here. Porzer û rûqemer bi kena berbangê û hesreta te bigihîjin zarokên rojê em li hêviyê ne. Bêrîkirina şitla dara hinarê ku bejin dabû, bi zarokên agir û rojê re hat.
Heta ku em bi wan re dîlana ji agir bigerînin. Gelo ma qey min pir tişt xwestin ku xwedawendan ecêbên giran anîn serê min, tiştên dikaribûn bikin tev kirin. Hevalcan! Gotina ‘her tişt di dema xwe de xweş e.” çi xweş e lê koçberiya bêdem? Çima hemû koçberî wiha zû dibin? Tenê zûbûn jî qîm nake, bi ser de tim êş û janê li şûn dihêlin! Ma hilma biharê ya hênik tim dil dikelîne û payîz jî tim bi hestiyar derbas dibe gelo? Zerpel ji darê diweşin, mîna ku xem bikeve dil û hişê min. Gelo ma payîz tim wiha dijwar in? Gelo tim bi xem û dilkovan in? Yan jî piştî ku min kena li ser rûyê te, ji xwe re kir wêne, ev ji min re wiha tê. Min xwest ez te û rêhevaltiya te li bejna te ya narîn bar bikim û te binivîsînim. Lê were binêre ku pênûs, giran dimîne.
Bi dirêjbûn û tijebûna rêzên xêzan dil nahewîne. Kûr û mezinbûna hîsan bi carekê de xwe li tilsimê digire û li tilsima xwe digere. Çûyîna bêwext dibe gelo? Ma ev tava bi êş li ser dilan tê çandin? Li ser milê min ev bar û xencer di pişta min de be û dil jî bi xwîn be û evqas birîn hebin dibe gelo? Gava me ji hev xatir dixwest û destên me ji hev diqetiyan, dest û piyên me li azadiyê digeriyan. Çiyayê Gabarê rûyê xwe li te badaye. Çîçek û kulîlkên wê darê, mîna ku meydanê li me bixwînin, zêde bûne her der û dever şên û geş kirine. Gabar bi kulîlkên xwe re li benda me ye. Pel û pelçîn hêşîn dikin bi zerahiya ku dibiriqe re. Bûkikên mîna xwîna sor an jî sorwînê wekî pîvanên bêpayan, niha xweş û geş in. Dibêjin xweşikahî jî bi pîvanan dimire lê tu xweşik mayî. Zarokên agir û rojê jî mîna simbilan in.
Lê çi ket para min? Cihê birînên we û li ku ne? Ji bo vê yekê ez hê jî li ser xwe me ku rojek xaka bihara xwe jî ramûsim. Ya ku xîzên biçûk ên bin behrê û stêrkên asîman nêzî hev dike roj e. Erê, hevala Silav Zinarin jî wekî ji xizmekî malbata xwe wêdetir, tiştên ku me bêtir nêzî hev dikin, nûnertiya jiyana me ye, Roja me ye. Nirxên me yên pîroz û çalakiya wê ya bêhempa ye. Ev in, ên ku me bêhtir nêzî hev dikin. Di kesayetiya rêhevalên Silav Zinarîn û Şiyar Zinar de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîdên me rûmeta me ne. Têkoşîn û sekna şehîdan ronahiya riya me ye.

ZUBEYÎR ÎLDEM