Li Elmanyayê tevna herî mezin a sîxuran a dewleta Tirk e. Li gorî texmînan hejmara van sîxuran ji hejmara caran a sîxurên DDR’ê li Elmanya Federal bêhtir in. Ji ber ku ev sîxur ne tenê agahiyan berhev dikin, lê belê her wiha mirovan ditirsînin, û li gorî çend caran li wan eşkere jî bû hewl didin êrişî siyasetvanên Kurd bikin, ew li dijî ewlekariya civakê jî tehlûkeyeke yekser in. Lê belê Elmanya tevî vê jî bi dewleta Tirk re miameleyeke nerm dike. Sîxurê dewleta Tirk Mustafa Karataş li şûna bikeve ber lêpirsînê, hat parastin. Mehmet Fatîh Sayan ê sîxurê dewleta Tirk jî tevî amadekariyên reşkujiyên li dijî siyasetvanên Kurd, hat berdan û doza penaberiyê li Elmanyayê kir. Ha di vê rewşê de 8 hezar sîxurên dewleta Tirk, tevî tesîra wê ya li ser civaka Tirk a li Elmanyayê ji nû ve dibin rojev. Rojnameya El-Şerq el-Ewsetê li ser sîxûrên dewleta Tirk ên li Elmanyayê nûçeyeke berfireh amade kir. Li gorî rojnameyê qederê 8 hezar sîxurên dewleta Tirk li Elmanyayê zextê li penaberan û mixalifên ji Tirkiyeyê yê li Elmanyayê dikin. Li gorî vê, piştî ku desthilata dewleta Tirk zextên xwe ji sala 2016’an û pê ve ji berê jî zêdetir kirin, gelek mirovên ji adetê jî, lê her wiha gelek mixalifan jî berê xwe daye derveyî Tirkiyeyê. Yek ji welatên penaberên ji Tirkiyeyê hewandî jî Elmanya ye. Li Elmanyayê ji xwe qederê 4 milyon mirovên ji Tirkiyeyê dimînin ku ji van jî qederê milyonekê Kurd in. Herçî penaber in, hejmara wan van salên dawî zêde bû. Sala 2014’an tenê Hezar û heştsed welatiyên Tirkiyeyê doza penaberiyê kir li Elmanyayê. Ev hejmara sala 2019’an bûbû 11 hezar û 500. Bêhtir ji DDR’e sîxurên wê hene Rojname bi hin Tirkên Elmanyayê re jî peyiviye. Yek ji wan Kamil e, ew ji 30 salan ve li Elmanyayê dimîne. Ji ber ku dewleta Tirk hevkariya tevgera Gulen dixe stuyê wî jî, li Tirkyeyê lê tê gerîn. Ew dibêje, îmamê mizgefta wî lê nimêj dikir, li ser fermana dewleta Tirk lê qedexe kiriye ku biçe mizgeftê, û ji 2017’an ve jî ji ber ku polîsê Elman ew hişyar kir, ew hew diçe izna xwe ya salê. Rojname bi bîr dixe ku ji hingê ve Berlîn hewl dide îmamên xwe bi xwe perwerde bike li şûna yên delweta Tirk wan dişîne. Sala 2016’an hatibû eşkerekirin ku hejmara sîxurên dewleta Tirk li Elmanyayê ji hejmara yên DDR’ê li Rojavayê Elmanyayê yê wê heyamê behtir in. Hingê pisporê ewlekarî û îstîxbaratê Erich Schmidt-Eenboom got, sîxurên Tirk ji sîxurtiyê bêhtir ji bo tepisandin û çavtirsandinê tên bikaranîn. Yanî îmamên DÎTÎB’ê jî, sîxurên din jî ku hejmarên wan weke bêhtirî 6 hezaran yan jî 8 hezar hatin eşkerekirin, bêhtir ji bo zextê bikin kar dikin û ne ji bo berhevkirina agahiyan. Adeta dewleta Tirk e Jixwe di nava vê hejmarê de ew ên ku karên krîmînel ên weke organîzekirina bazirganiya narkotîkan, şûştina pere û wekî din jî gelekî muhtemel e ku di nava vê nebe. Yanî hejmara sîxurên Tirk dibe ku ji 8 hezaran jî bêhtir be. Gava ku mirov bûyera sîxurê MÎT’ê Mustafa Karataş ê ku li Hamburgê sîxurî ji MÎT’ê re dikir, lê di heman demê de jî sîxurê dewleta Elman jî bû tîne bîra xwe, rewş tirsnaktir dibe, lewma vî sîxurê hanê agahî û belge li ser siyasetvanên Kurd ên weke Zubeyir Aydar, Yuksel Koç, Sevahîr Bayindir û Cansu Ozdemir didan rêveberê MÎT’ê. Ji qeydiya deng a eşkerebûyî de pîlanên qetilkirina siyasetvanan dihat kirin. Mehmet Fatîh Sayan jî ji sîxurên MÎT’ê bû ku lê eşkere bûbû ku pîlanên qetilkirina siyasetvanên Kurd li Elmanyayê dike. FRANKFURT