Kovara Kundî di hejmara xwe ya duyem de dosyayek li ser helbestvan Berken Berehî amade kiriye. Li gel nivîsên derbarê helbestvaniya Berehî de nivîsên li ser pirtûk, muzîk, sînemayê di nava rûpelên kovarê de hatine bicîkirin.

Hasil, di vê hejmarê de amadekarên kovarê, dosyayek li ser helbestvan Berken Berehî amade kirine. Di dosyayê de Rêdûr Dîjle hevpeyvînek bi Berken Berehî re kiriye. Nirxandinên Evdal Baqî, Bûrhan Tek, Bajar Mîrzeman, Umran Aran û Merdan Newayiyî yên li ser helbest û helbestvaniya Berehî nivîsên din ên vê dosyayê ne.Amadekarên Kovarê bi van gotinan sedema amadekirina dosyaya Berken Berehî nîşan didin: “Êdî navê Berken Bereh û gotina Kurdî bûne yek, heger robarek Kurdî biherike li wir, ew ji dilê Berken Bereh diherike. Em jî xwe didin ber hênikahiya wê robarê, ji ava wê vedixwin, gemara ruhê xwe li ber wê dişon. Ew robar ê her û her biherike.”

Edîtoriya kovarê dilê xwe pê xweş dike ku di vê hejmarê de hejmara nivîskarênjin zêdetir bûye. Dîsa hin beşên nû weke “portre”, “sînema”, “muzîk”, “gernameyek” û çendên din li Kundî zêde bûne.  AMED