Lêkolîner bi awayekî xweber bi ser kuneke reş a li fezayê ve bûn. Ev kuna reş ewqasî nêzî dinyayê ye ku stêrkên li dora wê bi çavan ji dinyayê ve kifş in.

Em behsa mesafeyeke “tenê” 1000 salên rohniyê dikin. Di navbera Dinyayê û sîstema kuna reş a bi navê System HR 6819 de hezar salên rohniyê hene. Saleke rohniyê jî 9 trîlyon û 460 milyar kîlometro ne.

Ev kuna reş, gava astronoman sîstemeke ji du stêrkan dişopand xweber lê rast hatin û dîtin. Yek ji nivîskarên meqaleya encama vê çavdêriyê Petr Hadrava ecêbmayî digot, ev cara yekê bû ku kuneke reş bi çavan dikarî bê dîtin. Stêrka nêzîkî kunê her 40 rojî carekê li dora tiştekî digeriya ku bi çavan xuya nake. Ew tişt jî kuna reş e. Stêrka duyê bi xwe dûrtirî kunê û Stêrka pêşî ye. Li gori lêkolîneran, ev tişta reş û xuya nake ya ku çar caran ji roja me mezintir e, dikare tenê kuneke reş be. Li galaksiya me ya Rêya Kadiz, em tenê bi çend dehek kunên reş dizanin. Li gorî lêkolîneran, stêrkên mezin ên di dawiya emrê xwe de dikarin veguherin kunên reş û li gorî vî hesabî divê li galaksiya me bi sed milyonan kunên reş hebin ku haya me ji wan nîne. Stêrkên ku bi hecmekî 8 caran ji roja me mezintir dest bi serhatiya xwe dikin, di dawiya umrê xwe de bi Teqîneke Supernova li pey xwe kuneke reş dihêlin. Astronom hêvî dikin êdî li ser vê qewmînê bibin xwedî bêhtir agahdarî.

 

FRANKFURT