Turnuvaya Kupaya Cînayê ya ku wek alternatîf ji aliyê Yekitiya Federasyonên Futbola Serbixwe (Conîfa) ve hatiye rêxistin kirin, ji Asya, Afrîka û Ewropayê 12 tîm tevli dibin. Şampiyoniya ku dê hefteyekê bidome û di vê pêvajoyê de ji 28 maçên futbolê tîmên Aramean Suryoye, Ellan Vannîn, Zanzîbar, Sapmî, Abhazya, Quebec, Kurdistan, Darfur Unîted, Padanya, Tamîl Elam, Oksîtanya û Daglik Karabag dê ji bo şampiyoniyê bên hemberî hev.
Beşdariya Karabaxê bêzar kir
Azerbaycanê serî li Federasyona Futbolê ya Conîfa da û serlêdana şampiyonayê ya herêma Karabag a çiyayî protesto kir û xwest ji şampiyoniyê derxînin. Conîfa da zanîn ku armanca rêxistina wan eve ku kesên li biçûk tên dîtin yên li arenaya navnetewî nayê temsîl kirin, derfetekê bidinê û îtîraza Federasyona Futbola Azerbaycanê red kir.
Maça yekemîn a Kurd û Asuriyan e
Maça yekem ya şampiyoniyê dê di navbera tîma Aramean Suryoye ya tîma gelên Asurî-Suryanî-Keldaniye û tîma Kurdistan FA ya ku tîma Herêma Federal a Kurdistanê ye de dê di 1’ê hezîranê de pêk bê.
Sporîstê tîma Aramean Suryoye Alexander Alan yê 26 salî der barê girîngiya turnuvayê de axivî û got: “Em Asurî û Suryanî bê dewlet û belav dijîn. Lixwekirina formaya futbolê semboleke girînge. Me tîne cem hev. Dema mirov dertên sahayê gelek kes li mirovand inêrin. Dilê mirovan davêje. Mirov wê demê hemû kesî temsîl dikin. mirov bi vê serbilindin.
Nûnertiya gelan tune ye
Şampiyhoniya Futbolê ya Cînahê dê li bajarê Ostersund a Laponyayê pêk bê û serokê Conîfa ku ev rêxistin kiriye jî Per-Anders Blînd yê ku bi salan futbol lîstiye û hakemî kiriye. Blînd ji gelê herêmî yê Swêdê, Samiyane û got armanca Conîfa eve ku gelên ku welatê wan tune û nekarin tevli Fîfa bidin rêxistin dike û got: “Îro li cîhanê 5 hezar etnîsîteyên cuda hene. Lê bi mîlyonan kes nayên temsîl kirin. Mînak li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê 40 mîlyon Kurd dijîn. Li Srîlankayê hejmara Tamîlan 74 mîlyone.
Blînd da zanîn ku Tîm û federasyonên ji derveyê FÎFA’yê diman rêxistinbûneke wan ya hepvar tune û ji bo vê kêmasiyê ji holê rabikin Conîfa ava kirine.
MURAT KUSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM