Êdî her kes te dizanî. Destê te bi çek e, çavên te tûj porên te şekirî ye, mêjiya te stêrk e. Dengê te bilind, dengê te wek tofan e... Gotinên te li ser dilan tirs datîne. Çavên te kaniya tirsandinê ye. Heybetê te bêhempa ye. Hêz bi te, quwet bi te ye. Tu bixwe rutbedarî, cilên te fermiye. Metirse û rehet be, kes nikare ji te re tiştekî bike.
Tu bikole birako!... Welat perçe bike... Guhê nede kesekî... Ya ku tên li ser te, ya ku li himberê kolandina te ya sînora li Kurdistanê ber xwe didin, hemî jin û zarok in. Hemî bêhêz û çîprût in. Gişt zelûl in, ne xurt in. Qasî te kes nizane, qasî te dê kî bizane? Li pişta te hikumat e, him bihêz, him desthilat e... Petrol li deste wan, pere li bêrîka wan e. Dikarin her tişt bistînin, çi ku hikumran û tev Mîr in... Hêza wan bi ezmanan, bi cîhan û bi dewletan e... Derfet êdî derya ye, her tişt ber deste wan e, xizmet bi milyonan e, her tişt têr û tijî ye, her der wek xezîne ye... Bi kurt û kurmancî, ez birakê xwe re bêjim, ew kesên ku li pişta te ne, bi derfetên desten xwe, ewqasî ku bixwazin, dinya jî dihêjînin. Metirse û hema tu bikole...
***
Li Rojava şer heye, lê ji re te çi xem e?.. Her roj çend Kurd tên kuştin, lê ji te re çi heye, ma ew derd bi te ketiye? Tu nanê xwe dinêrî, cilên xwe li xwe dikî... Nanê te ew nadine, cilên te ew naşone? Zike te ew têr nakin, malê te ava nakin... Mehanî ya te nadin, ji te nakirin û nafroşin, çi pişta te mizdidin, çi jî ji te re kar didin... Zeviyên te naçinin, paleyî ya te nakin... Çi deng didin ji bo te, çi jî te hildibijêrin...
Ji ber wê tu metirse, şerm meke, fedî meke, kêlanê xwe li erde xe, sînga erdê Kurdistan vebike, welêt biperçe bike, her perçe ji hev biqetîne, her perçe bisînor bike, sînor biqewîn bike, di bin qewîniya wê sînorê de hema xwe jî veşêre, çiqasî ji deste te hat ewqasî xwe biparêze...
***
Wêy birako, birako... Tu çi êşî birako?!.. Dinya tev hişyar bûye, ev çi xew e birako?!..
Çavê dinya vekirî, ew çi korî ya te ye?!..
Di wê kolaniyê de birako, pîçek bîr jî ji wîjdanê xwe re veqetîne...
Kûr bikole birako!...
Kûr bikole birako!.. Li deştê ax nehêle!.. Gişt li wêde biavêje!.. Xemgîn nebe, neêşe, zikê erdê biqelêşe!.. Ew hesinê maşînan li nav çavê erdêxe!.. Ew hesin hêza te ye, zilamiya te ew hesin bixwe ye. Tu xort î, tu xurt î... Tu mêr î, tu camêr î... Li dinyayê binav î, li ezmanê tenê tu yî...