Kur û bav bi stranan dilxweş dibin
Ezîz Xwedêda û kurê wî Neşet Ezîz balê dikişînin ser fermanên bi serê civaka Êzîdî de hatî û banga tifaqê û vegera Şengalê li xelkê dikin.
Ezîz Xwedêda, bi navê hunermendî Ezîz Reşkanî, piştî fermana 74´an dest bi gotina stranan kir. Ezîz Xwedêda piştî Şengal tê rizgarkirin, dîsa vedigere warê xwe. Xwedêda dibêje, piştî fermanê diviyabû wî fermana bi serê civaka wan de hatî bianiya ziman û rêya vê jî muzîk bûye.
Xwedêda balê dibe ser girîngiya huner û dibêje, “Stran û hunerê civakekê çand û dewlemendiya wê nîşan dide. Yanî stran jî warekî girîng a berxwedanê ye. Stran bi serê xwe berxwedan e.”
Xwedêda ji bo kurê xwe û stranbêjiya kurê xwe Neşet Ezîz jî dibêje: “Mîna min, Neşet jî hez ji stran û huner dikir û wisa bi min re xwe bi pêş xist.”
Kurê Ezîz Xwedêda, Neşet Ezîz jî dibêje, wî bi bavê xwe re ji mûzîk û tembûrê hez kiriye û got, “Babê min tembûr dijenand û stran digotin. Gelek bala min jî dibir ser xwe. Min jî xwest weke wî bim. Lewre min dixwest tim pê re bim.
Ev du sal in, ez stranan dibêjim. Dema ez stranan dibêjim ez dilxweş dibim.” ROJNEWS/ŞENGAL