Deutsche Welle (DW) di nûçeya xwe ya bi sergotara ‘Li Sûriyê jinên şerker yên Kurd’ ku di malpera xwe ya înternetê de weşand, bal kişand ser zêdebûna jinan a di nava Yekîneyên Parastina Gel (HPG) de. Di nûçeyê de ku bal kişande ser pêkanîna kotaya ji sedî 40 û cih da rola jinan a di tekoşîna li hemberî çeteyên El Nusra yên girêdayî El Qaîdeyê de.


 Xweserî erênî tê nirxandin

Di nûçeyê de rewşa heyî a Rojava û derbarên nêzikatiyên welatên cîran û Başûrê Kurdistanê jêre ev agahî dan: “YPG bi şêweyekî fermî di sala 2012’an de bi armanca ku Rojava ji şerê hindirîn yê Sûriyê biparêze hat avakirin. Hemû herêm di pratîkê de bi mehane ji rewşa ji Cîhanê veqetayî dene, ji ber ku ezmûnên Kurdên li Sûriyê ya xwe bi xwe rêvebirinê ji aliyê welatên cîran ve bi çavekî pejirandinê nayê dîtin.Tirkiye li gel ku modela Kurdên li Sûriyê serkeftiye jî, serhildana Kurdên di welatê xwe de ditirse. Kurdên li Iraqê jî di rewşekî parçebûyî dene; beşek jê li gel Tirkiyê bazirganiyekî baş a petrolê dike û ji ber vê yekê naxwaze têkiliyên xwe yên li gel Enqereyê bêxe xeteriyê. Hikûmeta Iraqê jî li hemberî Kurdên li welatê wê yê cîran Sûriyê sempatiya xwe diparêze. Lê ji ber heya ku diyar nebe wê li Şamê kî bi serbikeve bêdeng radiweste."


Jin ji rewşê razî ne

Di nûçeya DW de ji şervana bi navê Canda a ku ragehand endama Konseya Leşkerî a YPG’ê ye cih da van gotinên wê: “Em beriya hemû tiştî ji ber ku welatê me li rastî êrişê hat em li virîn û emê wê biparêzîn. Ev hinek jî meseleya berpirsiyariyê ye. Em ji bo pêkanîna vê yekê nehatin neçar kirin. Em vêna bi keyfa xwe dikîn.” Li rexmê ku Canda 21 salî ye jî endama Konseya Leşkerî ye. Axaftinekî baldar a Canda heye, diyar dibe ku di aliyê retorîk û îdeolojîk de jî perwerdeyekî baş dîtiye û wiha dewam kir: “Dayik û bavê min bi min serbilindin û bi piştgirî dayîna min, min motive dikin. Dizanin ku ez ya rast dikim. Ger rojek ez şehîd jî bibim, wê neyênî ne hizirin û wê bêjin ku ji bo ‘aştî û demokrastiyê şehîd bû’.”

Destkeftiya hemû jinan e

Deutsch Welle ku cih da nêrînên şervana YPG’ê a binavê Eylem ku 18 saliye û bal kişand ser ku xwestiye piştî amadeyî li cihê ku pilan dikir Erebî bixwîne, jina ciwan şervantî hilbijartiye. Nûçeyê wiha dom dike: “Kurdên li Sûriyê bi ‘saya’ şerê hindirîn dibînin ku karîne derfetên herêmekî otonom a ku bi xwe rêve bibin dîtin. Bi teybetî jî jin. Ji 45 hezar şervanan sedî 35’ê wan ji jinan pêk tê.”Di nûçeyê de ev gotinên Eylemê cîh digrin: “Li vir bi çavekî cuda li jinan dihat temaşe kirin. Li rastî tundiyê dihatin û ji bo zilaman bê nirx bûn. Niha jî şansê me yê ku em nîşan bidîn em dikarîn tiştên cûda jî bikîn heye. Tenê ne ji bo Kurdan, di serî de jinên Ereb dikarîn ji bo komên baweriyên din jî bibîn mînak.”

Rola Ocalan
Di nûçeya Deutsche Welle de tê diyarkirin ku di rêveberiya xweseriya Rojava û derketina jinan a gava yekem de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û mînak tê girtin. Di nûçeyê de wiha tê gotin; Ocalan 20 salên jiyana xwe li Sûriyê derbaz kir. Rêberê PKK’ê bê navber ji bo zadiya jinê hewildan dida. Hîna jî di odeyên wan ên rûniştinê de wêneyên Ocalan daliqandinî ne û li ser dîwarên malan navê wî yê kod ‘Apo’ nivîsandî ye.”

Wê Kurd bi ser kevin

Deutsche Welle diyar kir ku Kurd dikarin bibin yên ji şerê hindirîn yê Sûriyê serkeftî jî. Di nûçeyê de hat diyar kirin ku di tekoşîna Kurdanên Rojava de keyfxweşiyekî heye, di nava berjewendiyên welatên cîran de jî bê ku ‘bên çewsandin’ wê bi ser bikevin.

BERLÎN