Li welatên Ewrûpayê êrişên nijadperestên Tirk her diçe zêdetir dibin. Nexasim jî li Awusturya û Elmanyayê di bin navê UETD (Yekîtiya Ewrûpî ya Demokratên Tirk) de bi organîzsayona yekser a dewleta Tirk û konsolosxaneyan girseyên qelebalix ji bo êrişan tên seferberkirin. Şemiya bihurî li paytexta Awusturya Viyanayê qederê 700 nijadperestên Tirk meşiyan û di meşê de nîşanên Gurên Boz (nijadperestên Tirk) kirin, T-shirtên Birayên Misilman li xwe kirin û bi sloganan êrişî Kurdan û komeleyên Kurdan kirin. Di van êrişan de wêneyê parlemantera Kurd-Awusturyayî Bêrîvan Arslan hat hilgirtin û hedef hat nîşandan. Li ser mijarê em bi parlemanter Bêrîvan Arslan û siyasetzan Dr. Thomas Schmiedinger re peyivîn.

Bêrîvan Arslan got, ev êrişkarî nû nine, lê ev cara pêşiye evqasî eşkere diqewime û ew ê li dijî vê di warê hiqûqî û siyasî de hewl bidin vê êrişkariyê asteng û ceza bikin. Dr. Thommas Schmidinger jî hedef nîşandana siyasetvanên Awusturyayî weke meseleyeke tirsnak nirxand û got, ev hêz di bin navê UETD nijadperestiyê dikin û di birêxistinkirina wan de destê partiya desthilatdar AKP´ê heye.    


'Hedefa sereke ez im'

Parlemantera federal a Awusturyayê ya ji Partiya Keskan Bêrîvan Arslan li ser mijarê got, "Hedefa sereke ez im, lê belê ji bo ku weke ku ne nijadperestiyeke li dijî Kurdan nîşan bidin, serokê koma parlemanê ya Partiya Sosyalîst a Awusturyayê (SPO) birêz Andreas Schieder jî lê zêde kirin". Bêrîvan Arslan îşaret bi wê yekê kir ku di rastiyê de ev êrişkariya nijadperestên Tirk û bikaranîna şidetê ji mêj ve heye li Awusturyayê û ev bêhtirî salekê ye ku wê jî weke hedef nîşan didin. 

Weke sedema hedef nîşandana xwe, Arslan behsa xebata xwe ya siyasî ya li Parlemanê nîşan dide û dibêje, "Weke mînak di meseleya betalkirina mafê destnedanê yê parlemanterên HDP´ê de û di meseleya Kurd de vegera muzakereyan de min pêşnûme biryar da parlemana Awusturya û ev bi yekdengî hat qebûlkirin. Ji ber van xebatên min ên siyasî dest bi karê reşkirinê û hedef nîşandanê kirin."


Lobiya AKP'ê UETD li pişt êrişan e

Bêrîvan Arslan îşaret bi wê yekê kir ku ev qederê 10 rojan e ku li ser civaka Kurd, rêxistinên wê û çalakiyên wê zexteke dijwar a psîkolojîk heye û veguheriya şidetê û weke mînak jî îşaret bi êrişa bi ser dezgeheke agahdarkirinê a li bajarê Linzê nîşan da û got, "Li Linzê keçeke Kurd ji serê xwe birîndar bû, du kêl avêtin birîna wê. Li dijî Meclîsa Civaka Kurd li Awusturyayê Feykomê tim û daim êriş hene. Li pey van êrişan rêxistina lobiyê ya AKP´ê UETD heye."


Me belge berhev kirin Em ê gavan biavêjin

Parlemanter Bêrîvan Arslan ev rewşa xurtbûna nijadperestiya Tirk li Awusturyayê û êrişên li diijî wê û civaka Kurd a li vî welatî weke "nabe were qebûlkirin" nirxand û got, "Me belge berhev kirin. Kesên tevlî meşa şemiya bihurî bûyî nîşanên gurên boz dikirin, t-shirtên Birayên Misilman li wan hebûn, sloganên wan ên êrişkar hebûn. Sê wênegiran wêneyên wan girtin. Me ev dan parêzerên xwe, ew ê binihêrin ka di warê hiqûqî de çi gav dikarin werin avêtin. Li parlemanê em ê pêşniyaz-pirsan bidin der barê bûyerê de. Ka gelo haya îstîxbarata Awusturyayê ji van nijadperestan nebû, niha difikirin çi bikin."


'Xwe lê ranagirin ku Kurdek li parlemanê be'

Bêrîvan Arslan hedef nîşandana xwe û êrişkariya li hemberî xwe jî weha nirxand: "Ji ber xebatên min ên siyasî yên ku dijberî AKP´ê ne, ev qasî êrişkar dibin. Rast e, ez zorê li AKP´ê dikim, lê ev der welatekî azad e. Ew nikarin xwe lê ragirin ku Kurdek li parlemanê be."

Li ser pirsa ka gelo, ew ê bi serokê koma parlemanê ya SPO Andreas Schieder re bi hev re tevbigerin, Arslan got, "Bi serokê koma parlemanê ya SPO re ez roja yekşemê rûniştim, doh (pêr) jî bi telefonê pê re peyivîm. Em sibe tên cem hev û bi rayedarên îstîxbaratê re jî dicivin. Em ê îstîşare bikin û hewl bidin stratejiyekê li dijî nijadperestên Tirk û êrişkariya wan diyar bikin."      


Kurdên li Diyasporayê bila netirsin

Ji bo civaka Kurd jî Bêrîvan Arslan îşaret bi dewleta huqûqê ya Awusturyayê kir û got, "Li vir dewleteke huqûqê heye ku dixebite. Kurd bila serî netewînin li hemberî zextan û êrişan. Bila Kurd li diyaporayê netirsin. Bila mafên xwe yên huqûqî bi kar bînin. Li Awusturyayê qanûnên baş hatin amadekirin. Qanûn hatin amadekirin ji bo astengkirina lêsorkirin û hedefnîşandanê jî. Heta bi du salan ceza dikare li wan were birîn."

Ji bo xwe jî Bêrîvan Arslan got, ew ji zextan natirse û gotinên xwe weha bi dawî kirin, "Ez ê zext hebin jî nebin jî têkoşîna xwe, xebata xwe ya siyasî dewam bikim."


Veguhere kampanyayê tehlûkeyeke mezin e 

Siyasetzan Dr. Thomas Schmidinger ku di heman demê de agahdar e li ser kom û rêxistinên Îslamî ên li Awusturyayê de li ser hewldana êrişa li dijî avahiya FEYKOM´ê ya li paytexta welêt Viyanayê ji me re nirxand. Schmiedenger bi bîr xist ku rêxistineke qehîm a îslamîstên Tirk ên bi navê Millî Goruş heye li Awusturyayê û lê belê ev yekem car e ku di xwepêşandanan de siyasetvan û parlemanterên Awusturyayî yên weke Bêrîvan Aslan ji partiya Keskan û Andreas Shieder jî ji SPO hedef tên nîşandan. Li gorî Schmiedenger, ev hedef nîşandan heke veguhere kampanyayekê, ev dikare gelekî bi tehlûke be.

Dr. Thommas Schmiedenger li ser rêxistinbûna xwepêşandana nijadperest jî got, ev koma êrişkar a hatî organîzekirin bi alîgirên AKP´ê (UETD) û komên bi ser Gurên Boz (nijadperestên Tirk) ji carê piçûktir bû, lê belê êrişkartir û bêhtir bi şidet bû.


Zêdebûna êrişkariya nijadperestên Tirk

Schmidinger li ser dewra konsolosxaneyê jî peyivî û got, dema konsolosxane û Milli Goruş (tevgera Îslamî ya rêûresma Necmettin Erbakan) tevlîbûn xurttir dibe, hingê bi hezaran kes tên seferberkirin. 

Li ser pirsa ka dewlet ji bo astengkirina vê nijadperestiyê û şideta li dijî Kurdan çi dike, Schmidinger got, "Li vir ne weke li Elmanyayê ye, rêxistina îstîxbaratê ya bi navê Parastina Destûrê xwedî erkên pirr kêm e; ew nikare koman hema wisa bişopîne. Lê belê di nava polîs de hêza dij terorê dikare komê weke bi tehlûke binirxîne, û li gorî wê tevbigere." Schmidinger di dawiyê de fikarên xwe li ser zêdebûna êrişkariya "faşistên" Tirk îfade kir û hevkariya AKP´ê û van koman jî weke tehlûke nirxand.