Di 13’ê Cotmehê de li Parlamena Fransi der barê Rojavayê Kurdîstanê de ji aliyê KNK’ê ve konferansek hatibû lidarxistin. Yek ji mêvanên girîng ên vê konferansê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk bû. Di sala 1989 de Ahmet Turk dîsa li Parîsê beşdarî konferanseke Kurdan bû û piştî vê yekê bi sedema ku beşdarî konferansa der barê komkujiya Helepçeyê de bûne, ji partiya SHP’ê hatibûn avêtin. Turk bersiv da pirsên  der barê her du konferansên Kurdan de û pêvajoyên girîng ên tevgera azadiya Kurdan, yekitiya Kurdan, xeteriyên li pêşiya Rojavayê Kurdistanê û polîtîkayên AKP’ê yên li ser Sûriyeyê ji ANF´ê re nirxand.

Ev cara duwem e ku hûn li Parîsê beşdarî konferansa Kurdan dibin. Ya berê bû sedem ku hûn ji SHP’ê bên avêtin. Gelo aliyên dişibin hev ên van her tu konferansa çi ne?

Gava em lê dinêrin, li Bakûrê Kurdistanê her çendî xwedî pêkhateyek dîrokî ye, lê firsendên dîrokî xwe li parçeyên din dan der. Hûn baş dizanin ku piştî Komkujiya Helepçeyê, li gel destwerdana cîhanê, li wê erdnîgariyê ji bo Kurdan pêvajoyek nû dest pê kir. Em dîsa ji bo maf û pirsgirêka Kurdan di konferanseke weke vê de li hev ciyan. Piştî wê pêvajoyê hemû Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê ji cîhanê re ragihandin ku ew dixwazin bibin xwedî statuyekê.
Têkiliyên navneteweyî û kapîtalîzîm mafên gelan piştguh dikin an jî paşde diavêjin. Li vir partiyên ku ji bo maf û huqûqa gelê me têdikoşin siyasetek ji ya partiyan mezintir bikin. Divê ne berjewendiyên parityê, beriya her tiştî berjewendiyên gel esas bigirin û siyaseteke wiha bimeşînin. Ji bo Kurdên Sûriyeyê bigihin hedefa xwe ya azadiyê, divê hemû Kurdên li parçeyên din rolek bigirin û piştgiriyê bidin Desteya Bilind a Kurdan.
Niha di navbera gotûbêjên konferansa 1989’ê û ya îro de ferq hene. Gotûbêjên wê demê li ser Kurdistana Iraqê û serhildana li hemberî zilma Seddam bû. Helbet di wê demê de li parçeyên din jî têkoşîn hebûn. Lê em îro dibînin ku hemû Rojhilata Navîn ber bi pêvajoyeke guhertinê ve diçe. Guhertinek kûrtir û bihêztir. Dibe ku ber bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve jî biçe. Ji ber ku cihên kevirên Rojhilata Navîn tên guhertin.
Piştî wê konferansê Kurdên Başûr di salên 1990’an de xeteriyên li pêşiya xwe derbas kir. Gelo çi xeterî li pêşiya Rojavayê Kurdistanê hene?
Helbet xeterî hene. Tişta ku jêre digotin Bihara Ereban, çiqas veguherî biharekê? Kesên demokrasî dixwazin li gorî ku di dema guhertin, veguhertin û pêvajoya şoreşê de bi dest xistin? Lê bi ya min Kurd amade ne. Kurd baş dizanin ka demokrasî çi ye. Baş dizanin ka zilm û zext çi ye. Ji ber ku Kurd vê yekê baş dizanin, bi ya min Kurdan bi awayeke baş dest pê kir. Gava em Kurd xwe bi rêxistin dikin, divê em mafên kêm netewan û baweriyên din ên di nava me de jî biparêzin. Ger em îro dibêjin Kurdistan, gelên di dirêjahiya dîrokê de bi me re jiyane hene. Ermenî, Suryanî û heta Ereb hene. Divê destkeftiyên me, destkeftiyên wan bin jî.
Gava em li konferansa destpêkê dinêrin, ji bo Başûrê Kurdistanê firsendek baş derket. Lê divê mirov bi awayeke berfireh li vê firsenda îro ya Rojhilata Navîn binêre. We ferqa vê pirsî bû; ev ferqa wê. Yanî ji bo hemû gelan firsendek e. Ji bo pêkhateya demokrasiyê jî firsendek e.

Ezmûnên demdirêj ên KCD’ê hene. Gelo hûnê van ezmûnên xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bi kar bînin?

KCD, gelê Kurd ji bingehê ve rêxistin dike, ji bo bidestxistina statuya siyasî, bingeha wê ava dike û amade dike. Ji bo bidestxistina feraseta rêveberiyê kongreyeke girîng e. Di KCD´ê de hemû gel û saziyên sivîl hene. Em dizanin ku ev mijar ne ewqas hêsan e. Lê armanca me ya sereke ew e ku em bi Kurdan feraseta desthilatiyê bidin qezenckirin û pirsgirêkên Kurdan di meclîsek hevpar de gotûbêj bikin. Lê li hemberî vana hemûyan em dikarin bêjin ku KCD dikare pêşengiya têkiliyên li her çar parçeyên Kurdistanê bikin.

We di konferansa Rojava de got ku ev sedsal sedsala Kurdan e. Gelo AKP û hêzên li Tirkiyeyê dikarin bendek deynin pêşiya vê?

Têkoşîna Kurdan dihêle ku pêvajo bi awayeke cidîtir bê nirxandin. Têkoşîna em dimeşînin dihêle ku herkes zêdetir hestyar bê û neçareseriya pirsgirêka Kurd tu feydeyê nade tu kesî.
Niha firsendeke nû heye. Dibe ku gelê me ji bo bidestxistina van têkoşîna hinek sist nêzîk bibe. Dibe ku dewlet pir radîkal nêzîk bibe. Lê hemû mînakên li cîhanê li holê ne. Ger hûn di daxwazên xwe israr bikin, wê yên li hemberî we jî bi awayeke cidî nêzîk bibin û bên ser rêya diyalogê.
Bi ya min, hîna jî hukûmet ne di ferqa cidiyeta pirsgirêk de ye. Em dibînin ku hukûmet napirse ka ser pirsgirêkê ber bi ku ve diçe. Ez îro li şûna hukûmetê bûma; raboriyek hezar salî ya Kurdan û Tirkan heye, min ê daxwazên Kurdan bi cih bianîbûya û li Rojhilata Navîn bibûya xwedî rêzdariyeke mezintir. Berê Kurdan li Tirkiyeyê ye, lê eger jiyaneke adil û wekhev hebe.. Ger Kurd li Iraqê, Sûriyeyê û li Tirkiyeyê bibin xwedî statu ev yek tê wateya xurtbûna yektiya aborî û siyasî ji bo gelê Kurd jî û gelê Tirk jî, berjewendiyên wan ên hevpar mezin dibin. Niha Kurdistana Iraqê ji bo wan ne xeter e. Her wiha, niha cîrana ku herî zêde têkiliyên wan baş pêre derbas dibin Kurdistana Iraqê ye. Ger îro gelê Kurd bibe xwedî statu, wê Tirkiye qezenc bike û ewlekariya wê bihêztir bibe.

Baş e, gelo desthilatiya li Tirkiyeyê dikare vê destekeftiyê fêm bike?

Hişmendiyeke dîrokî çêbûye. Zîhniyetek a “Parastina gelê Tirk” ku tu feydeyek wê ji bo gelê Tirk jî tune ye çêbûye. Ev AKP be, an jî yeke din be, ev zîhniyet naguhere. Divê em vê bibînin. Mînak CHP; rojek bi gotinekê derdikeve û roja din bi gotinek nijadperest derdikeve pêş. Çima ji ber ku zîhniyeteke wiha çêbûye; 'Eman, ger Kurd bibin xwedî tiştekê ewlekariya me wê bikeve xeteriyê.' Bi rastî jî ev tiştek gelek pûç e û tu feydeya wê ji bo gelê Tirk jî tune ye.
Ger Kurd bûn xwedî huqûqekê wê vê zîhniyetê biguherînin. Rojhilata Navîn diguhere. Kurd bingeha guherînê ne. Bi ya min ji cihekê dest pê kir û wê bandorê li hevdu bikin. Ji ber ku gel ne azad û bextewar in.

Polîtîkaya AKP’ê ya li hemberî Sûriyeyê xetimiye. Beriya Tirkiye bikeve eniya Sûriyeyê, gelo çima destvala vegeriya?

Du tiştên ku Tirkiye ji bo Sûriyeyê li ser radiweste hene. Ya yekem; dixwaze desthilatiyek nêzî wê ava bibe. Ya duwem; naxwaze Kurd bibin xwedî statu. Bi vê têgihiştinê tevdigere; “Sûriye jixwe welatek dîktator e, ez ê pêşengiya guhertina li vî welatî bikim û bi vî awayî di her tu meseleyan de bibim xwedî bandor.” Ewropa û Amerîkayê jî vê dîtin; Dîktator diçin, baş e wê çi bên cihê wan? Tirs û gumanên wan zêde bûn. Ji ber bi helwesteke wiha Tirkiye bi tenê ma û tazî ma. Niha dibêje “Min nekarîbû bikevim Iraqê, min mudaxele nekir, divê ez vê yekê li Sûriyeyê jî nekim”. Heta dostê wê Amerîka jî pê li frenê kir û çû.

Ev nêzî nîv sedsal e ku hûn şahidiya tevgera Kurdan dikin. Di salên 70’yan de, 12 Îlonê, salên 1990’an û heta îro bi awayekî çalak di nava siyasetê de ne. Gelo ji vana hemûyan kîjan we xistiye gumanan?
Tişta dişibin hev ev e: Me di hemû pêvajoyan de bi awayek xurt daxwazên gel anîn rojevê. Cûdahî jî ev e: Cîhan diguhere, çand diguherin. Li gorî hemû çandan, Kurd jî guhertinekê dixwazin. Divê em nîqaşek din a berfireh li ser bê me çiqas ev pêwistiya guhertinê dîtiye, bikin. Lê pêvajo naşibin hev, lê di armancê de guhertinek çênabe. Şert û mercên 12’ê Îlonê an jî 90’an tune ne. Lê ji salên 90’an ve pêvajoyeke dijwartir heye. Mînak em di dema 12’ê Îlonê de li rastî îşkenceyên giran dihatin, em di dadgehên rêbeberiya awerte de dihatin darizandin û lê ji sedî 70’yê bersucan dihatin berdan. Îro îşkece tune ye, lê hemû girtin di dadgehan de cezayên giran didin. Weke min got; her pêvajoyek li gorî xwe cûdahî û şibandin hene.

PERWER YAŞ / ANF/BERLİN