Piştî 48 saet berê li Wan û Erdîşê erdheja hêza wê 7.2 pêl pêk hat û heta niha 367 kesan jiyana xwe ji dest da gelê herêmê 2 rojin di nava sefera alîkariyê de ye. Li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Bedlîs Mûş, Êlih û navçeyên wan, bi hezaran welatî 2 rojin alîkariyê kom dikin û bi kamyonan dişinin ji welatiyên Wan û Erdîşê re.
HEZEX: Li li navçeya Hezexê ji bo alîkariyê li ber avahiya Şaredariya Hezexê konê alîkariyê hate vedan. Piştî ku konê alîkariyê hate avakirin, welatiyan dest bi komkirina alîkariyêkir. Li bajaroka Deştadarê ya Hezexê jî alîkarî kom kir û anîn konê alîkariyê danîn.
CIZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî komkirina alîkariyê 2 rojin berdewam dike.
SÊRT: Li Sêrtê jî alîkariya ji bo mexdûrên erdheja Wanê berdewam dike. Piştî ku li ber Şaredariya Sêrtê kon hate vedan alîkarî berdewam dike. Gelek sazî û rêxistinên Sêrtê piştgirî dan alîkariyê û alav û amûr kom kirin.
PIRSÛS: Piştî erdheja Wanê meclîsa şaredariyê civîna awarte pek anî û dest bi komkirina alîkariyê kir, Di çarçoveya alîkariyê de 5 kamyon malzemeyên alikayê kom kir û şandin Wanê.
SERÊKANIYÊ: Li navçeya Serêkaniyê kampanyaya ku hate destpêkirin vegeriya seferberiyê. Piştî anonsên li Şaredariyê hatin kirin bi sedan welatî bi malzemeyên alîkariyê herikîn avahiya şaredariyê.
BISMÎL: Li navçeya Bismîlê ya Wanê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê maseya krîzê hate avakirin. Ji roja yekşemê heta niha welatî bi şev û roj alîkariyê kom dikin.
YENÎŞEHÎR: Li navçeya Yenîşehîra Amedê jî ji bo mexdûrên erdhejê bi şev û roj alîkarî tê komkirin. Malzemeyên ku ji komîsyona alîkariyê re tên teslîmî Lijneja Koordînasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin kirin.
FARQÎN: Li Farqînê ji bo alîkariyê maseya krîzê ya ji şaredarî, keya û rêxistinên sivîl ên civakî pêk tên alîkariyan kom dikin.
ERXENÎ: Alîkariyên ku ji aliyê Şaredariya Erxeniyê ve hatine komkirin bi 3 TIR’an ve şandin Wanê. Serokê BDP’a Navçeyê Mehmet Yergîn, Şaredar Fesîh Yalçin û endamên meclîsa şaredariyê li navçeyê li esnafan geriyan û ji bo alîkariyên ku kirine spasiyên xwe pêşkêş kirin.
ÇINAR: Li navçeya Çinarê jî Şaredariya Çinarê û kesên dildar ligel alîkariya melzemeyan a ji bo maxdurên erdhejê ya Wanê li Banqaya Zîratê Numreya Hesaba alîkariya vekir û numreya hesabê ev e, „7877388-5004“ Alikariyên ji aliyê gel ve teslîmî şaredariyê hatin kirinê ên tevlî hev şevê din ber bi Wanê ve hatin rêkirin.
REZAN: Li navçeya Rezanê jî xebatên alîkariyê bê navber berdevam dikin. Li navçeya Rezanê şevê din 6 kamyon û tirek şandin Wanê. Li 4 nokteyan xebatên barkirinê berdevam dikin. Piranî betaniye, lihêf, doşek sobe û erzaqê xwarinê tê şandin.
PASUR: Şaredariya Pasurê, Şaxa Egîtîm Sen’ê, Şaxa SES’ê ya Pasurê û gelê Pasurê jî ji bo alîkariyê serfer ber bûn. Alîkariyên di nav de bataniye, cil, mafur, pêlav, sobe, mamayên zarokan, bezên zarokan û gelek tiştên din bi kamyonan hatin şandin. Dîsa gelek kes ji bo li wanê di enkazan de bixebitin bi konvoyê re çûn Wanê.
PEYAS: Şaredariya Peyasê jî alîkariyên hatin komkirin bi 2 tir û 16 kamyonan rêkirin Wanê. Di nav tiştên hatin şandin de piranî bateniye, cil, sobe û erzaqê xwarinê hene.
AMED: Li Amedê jî piştî erdheja li Wanê seferberî hate destpêkirin. Alikariyên ku pêşengiya wê şaredariyên BDP’î dikirin niha di bin înîsiyatîfa gel de berdewam dike. Esnafên ku li Hala Nû ya Amedê dixebitin ji bo Wanê ketin nav hewldanekê û di encamê de 2 kamyon fêkî û sebze hatin komkirin.   


WAN




‘Wan ne bêxwedî ye’


Li navçeya Soran (Diyana) ya ser bi Hewlêrê bi armanca piştgirî û alîkariya ji bo mexdurên erdheja Wanê kampaniyayek bi navê “Wan ne bê xwedî ye” hate destpêkirin. Kampanya ji aliyê dam û dezgehên hikumî û saziyên civaka sivîl ên Soran û derdora wê hatiye lidarxistin.

Caneze tên definkirin


Li Wanê kesên ku di erdhejê de mirin têne definkirin. Li Erdîşê ji ber ku li hîn cihan av nîn e cenaze bi ava şuşeyan tên şûştin.
Canezeyên kesên ku li Wan, gundên bi ser navendê û Erdîşê di erdhejê de mirin têne definkirin. Cenazeyên kesên li nexweşxaneyan piştî ku ji aliyê malbatan ve tên teşhîskirin teslîmî malbatan tên kirin û piştre jî li goristanên taxan têne definkirin. Kesên li gundan jiyana xwe ji dest dane jî li gundan têne definkirin.
Li Erdîşê di erdhejê de li gorî daneyên fermî 252 kes mirin, heta niha cenazeyên 244 kesan jî teslîmî malbata hate kirin. Nasnameya 8 kesan jî tê tespîtkirin. Cenazeyên ku ji aliyê malbatan ve tên girtin jî li goristanên taxan tên definkirin. Lê li hin deveran ji ber ku av nîn e caneze bi ava şûşeyan tên şûştin.