Sala 2012´an ji bo gelê Kurd tevî êş û zexmetiyan, gavên dîrokî jî derxistin holê. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê gavên ku hatin avêtin, ji bo paşêroja tevahiya gelê Kurd girîng in. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa Sûriyeyê re, gelek komên muxalefetê derketin holê. Lê kurdan ku dîrokek dirêj a têkoşîna wan heye û bedelên mezin dane, ne li aliyê rejîmê ne jî li aliyê muxalefetê sekinîn û wekî hêzek siyemîn û çareseriyê xwe binav kir. Kurdên ku heta niha hebûna wan jî nedihat qebulkirin, bi siyaseta xwe ya ku ji şer û pevçûnan dûr dixe û hêza xwe esas digire, roj bi roj pêş ketin. Hem ji şer dûr rawestiyan hem jî bi rêbazên aştiyane rêveberiyên bajarên xwe bidest xistin, her wiha dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin. Dîsa di warê yekîtiyê de jî pêngavên girîng avêtin û bi vê yekê re wekî hêzek derketin holê û hatin qebûlkirin. Lê her ku rêveberiyên xwe ava kirin û hinekî din nêzî azadiyê bûn, hewldanên dewlet û hêzên ku ji hebûna kurdan aciz in êrîş kirin.  

Li dijî kurdan planên qirêj
Piştî ku kurdan xeta xwe wekî “xeta siyemîn” aşkera kir, li aliyekê rejîm, li aliyekê muxalefetê û li aliyê din jî hêzên wekî Amerîkayê, Tirkiyê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ketin nava lîstikan û xwestin kurdan bikişînin nava şer. Ji bo îradeyek dernekeve holê, destpêkê bi tehdîdan xwestin îradeyê bişikînin, piştre hewldanên raste rast mudaxelekirinê pêk anîn. Tirkiyeyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kirin. Di 2’yê cotmeha 2012’an de leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê gule barandin û di encamê de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn. Dîsa xwestin di nava kurdan de dijminahiyê derxînin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wekî ku têkiliya wê bi rejîma Baasê re heye, hate nîşandan. Lê piştî ev plan biser neket, vê carê xwestin bi riya Artêşa Azad êrîşî nirx û destkeftiyên kurdan bikin. Piştî ku ev plan jî biser neket, van hêzên tarî hinek partî û derdorên kurd xistin dewreyê.
Di sala 2012’an de li tevahiya Sûriyeyê şerên dijwar û wêrankirin hebûn, lê li Rojavayê Kurdistanê, aramî serwer bû, loma xêrnexwazan xwe li vê yekê negirtin û raste rast dest bi êrîşan kirin. Êrîşan di 10’ê Adara 2012’an de li Taxa Şêxmeqsud a bajarê Helebê destpê kirin. Di vê êrîşê de gelek kurd jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberî kete destê gel  

Kurdan li aliyekê li dijî êrîşan liberxwe dan û neketin nava şerê qirêj, li aliyê din jî pêdiviyên siyaseta xwe ya serbixwe bicîh anîn. Di vê çarçoveyê de di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêvajoya şoreşê ku paşerojek wê ya dehan salan heye, pêngavek din pêşve bir û rêveberiyên bajaran girtin destê xwe. Roja 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê gel hêzên rejîmê ji bajêr derxistin, piştî Kobanê li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amudê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Tiltemir rêveberiyên bajaran hatin bidestxistin. Her wiha li bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Rakka û Hesekê jî li taxên ku piranî kurd lê dijîn, hêzên rejîmê hatin derxistin. Li bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo hêzên rejîmê hîn nehatine derxistin, lê ji bilî avahiyê fermî yên rejîmê, hemû bajar di destê gel de ye.

Hêza parastinê YPG

Bi destxistina rêveberiyên bajaran re kurdan xeta parastinê jî xurt kir. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di 2004’an de dest bi xebatên wê hatibû kirin û di sala 2011’an de bi awayekî fermî hatibû îlankirin, lez da xebatên birêxistinkirinê. Li tevahiya sînorên Rojavayê Kurdistanê yekîneyên YPG’ê hatin bicîhkirin û li dijî êrîşan jî destkeftiyên herêmê parastin.

Desteya Bilind a Kurd hate avakirin

Di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku PYD jî di nav de ye û Meclîsa Netewî ya Kurdên Sûriyeyê ya ji 16 partiyan pêk de  biryar girt ku hêzên xwe bikin yek. Di 24’ê Tîrmeha 2012’an de aşkera kirin ku wan Desteya Bilind a Kurd ava kiriye. Ev gav ji bo yekîtiya kurdan bû pêngavek gelekî girîng, lewre jî di 29’ê Tîrmehê de li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran kes daketin kolanan û Desteya Bilind wekî îradeya xwe qebûl kir. Kurdan bi avakirina Desteya Bilind re bersivek baş dan êrîşan û xwe bi hemû cîhanê dan qebûlkirin.

Rêveberiyên xweser û Meclîsên Gel

Li aliyê din li bajarên hatine bidestxistin, dest bi avakirina sîstema nû hate kirin. Siyaseta kurdan ku sîstema xwe wekî “xweseriya demokratîk” binav kir, di vê çarçoveyê de li bajar û gundan meclîsên gel ava kirin. Her wiha xebatên avakirina hemû lingên xweseriya demokratîk hatin destpêkirin. Heta niha li 10 bajarên Rojavayê Kurdistanê (Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tiltemir, Kobanê, Efrîn) û 3 bajarên Sûriyeyê (Heleb, Rakka û Hesekê) “Meclîsên Gel” hatine avakirin.
Gelên wekî Asurî, Suryanî, Ereb, Çeçen, Keldanî, Ermenî jî cihê xwe di nav meclîsan û hêzên parastinê de girt û hatin temsîlkirin.
 
Perwerdehiya kurdî dest pê kir

Yek ji xebatên herî girîng jî xebatên perwerdehiyê, ziman û çandê bû. Li gelek bajaran akademiyên perwerdehiyê hatin vekirin. Li aliyê din ji bo perwerdeya zimanê zikmakî jî, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hate avakirin û dest bi perwerdeyan hate kirin. Li tevahiya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 100 dibistanan hatin vekirin. Her wiha cara yekemîn li dibistanên fermî  dersên zimanê kurdî hatin dayîn. Li bajarên wekî Qamişlo, Dêrik, Amudê, Heleb, Efrîn û Kobanê navendê çand û hunerê hatine avakirin û di her beşên çandê de xebat tên meşandin.

Di çapemeniyê de gavên nû

Di nava salê de yek ji xebatên esasî yên li Rojavayê Kurdistanê hatin meşandin jî, xebatên çapemeniyê bûn. Cara yekemîn bi awayekî sîstematîk xebatên çapemeniyê hatin meşandin. Di vê çarçoveyê de xebatên ajans, televîzyon, rojname, kovar, radyoyan hatin birêxistinkirin. Herî dawiyê li bajarên Qamişlo û Kobanê radyoyên herêmî hatin vekirin.

Jin û ciwan pêşengî kirin

Yek ji lingên esasî yên sîstema xweseriya demokratîk jî xebatên jin û ciwanan in. Xebatên jinê di bin navê “Yekîtiya Star” de tên meşandin. Li her bajarekê meclîsên jinan hatine avakirin. Her wiha ji bilî birêxistinên xweser di her komîte û meclîsên giştî de jî temsîliyeta jinê esas tê girtin. Xebatên ciwanan jî dibin navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” de tên meşandin û li her bajarekê birêxistinkirinên xweser têne meşandin. Her wiha xebatên xwendekarên zanîngehan jî di bin navê “Federasyona Xwendekarên Welatparêz” de tên meşandin.

Lîstok û êrîşên li dijî kurdan

Kurd li gel neteweyên din sîstema xwe ava dikin, lê li aliyê din, hewldanên hêzên serdest û tarî yên jî bênavber dom kirin. Piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd, li Hewlêrê hinek partiyên kurd ku di nava desteyê de jî cîh digirin, bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtinek pêk anîn. Dîsa belgeyek Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ku li dijî destkeftiyên kurdan hatiye amadekirin derket holê.
Her weha belgeyek veşartî di hinek weşanên çapemeniyê de hate weşandin û dihat gotin ku li Hewlêrê bi beşdariya rayedarên Tirkiye, Amerîka, Îsraîl û Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek veşartî hatiye lidarxistin. Li gorî belgeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê planek hatibû amadekirin. Di vê çarçoveyê de wê li dijî PYD’ê xebat bihatana meşandin. Piştî vê civînê, li Rojavayê Kurdistanê hinek partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd, li dijî PYD’ê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê kampanyayên reşkirinê dan destpêkirin. Bi vê mebestê li Kobanê meşek jî hate lidarxistin. Dîsa biryarên Desteya Bilind nehatin guhdarkirin.
Piştî van aloziyan, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes daketin kolanan û îradeya xwe nîşan da. Desteya Bilind a Kurd civînek jî awarte li dar xist û rexne li Encumenî Niştimanî hate kirin û xwest helwesta xwe zelal bike. Dîsa Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê lihev civiyan û rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Komên çete xistin dewrê

Li aliyê din hêzên tarî bi riya komên çeteyan raste rast êrîşî destkeftiyên kurdan kirin. Dihat plankirin ku herêma Efrîn û Kobanê dibin bandora Tirkiyê de û herêma Cizîrê jî dibin bandora Başûrê Kurdistanê de be. Lewre jî Tirkiyeyê her tim mijara avakirina herêma tampon anî rojevê. Lê bi ser neket. Di vê çarçoveyê de di 25 û 26’ê Cotmeha 2012’an de li bajarê Helebê êrîşî taxên kurdan hate kirin û zêdetirî 30 kes hatin kuştin. Ji 27 heta 30’ê Cotmehê jî li bajarê Efrînê û gundên derdora wê komên çete yên piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin êrîşî kurdan kirin. Piştre derket holê ku di êrîşên li Heleb û Efrînê de jî tiliya Partiya Azadî heye. Her wiha rayedarên vê partiyê bi komên çekdar re axivîn û ew ji bo êrîşan sor kirin. Ji xwe rayedarên vê partiye li xwe mikur hatin û gotin ku têkiliya wan bi kome çete ya bi navê Selahaddîn Eyubî heye.

Li Serêkaniyê êrîş kirin

Piştî ku li Efrînê biserneketin, plana duyemîn a ketina herêma Cizîrê hate destpêkirin. Di 2’yê Îlonê de leşkerên tirk li ser Sînorê Dirbêsiyê gulebarandin û di encamê de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn. Lê esas Serêkaniyê hate hilbijartin. Di 20’ê îlonê de Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmud Walî Ebu Candîa li Serêkaniyê hate kuştin. Di 8’ê Mijdarê de jî komên li Tirkiyê bicih bibûn û bi rehetî di sînor re derbas dibûn, derbasî Serêkaniyê bûn. Destpêkê xwe wekî dijberên rejîmê nîşan dan, lê di 19’ê Mijdarê de êrîşî kurdan kirin û dest bi talankirina bajar kirin. Balkêş ku rojek piştî civînek veşartî ya dihat gotin li Katarê hatiye lidarxistin, ev êrîş pêk hatin. Di van êrîşan de jî navê partiyên Azadî, El Partî û Yekîtî derbas bûn. Ji xwe di dema êrîşan de endamên van partiyan li bajarên Kobanê, Dirbêsiyê û Qamişlo di nava lîstikan de bûn û ji bo ku koç bikin gel ditirsandin. Lê gelên herêmê bi berxwedanek bêhempa ev lîstik vala derxistin û di 13’ê Kanûnê de komên çete neçar man ku peymanê îmze bikin û ji bajêr derkevin. Di peymana bi komên çete re hatiye îmzekirin de jî, van koman bi awayekî fermî qebûl kirin ku herêmên kurdan herêmên azadkirî ne û tevlî van deran nabin.

Hewldanên derdorên kurd

Piştî ev plan pûç derketin, Barzanî hemû partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) vexwendin Hewlêrê, piştre jî Desteya Bilind a Kurd vexwend. Di encama civînan de gelek biryar hatin girtin û Desteya Bilind wekî nûnera siyasî hate teyîdkirin. Lê 4 partiyên bi navê Azadî ku serokatiya wê Mistefa Oso dike û Azadî ku Serokatiya Mistefa Mistefa Cuma dike, El Partî ya ku Ebdilhekîm Beşar Serokatiya wê dike û Yekîtî ya ku Îsmaîl Hemê serokatiya wê dike bi rayedarên Başûr re civîyan û li dijî PYD û YPG’ê biryara avakirina hêzek leşkerî ya girêdayî Artêşa Azad girtin. Ev partî plan dikin ku komên çete bikin yek û bi alîkariya Artêşa Azad û rêveberiya Başûr hêzekê li dijî YPG’ê ava bikin û şerê wê bikin.

Girtina deriyê sînor û ambargo

Li aliyê din hêzên tarî ku bi riya siyasî biser neketin, hewl didin bi riya aborî îradeya herêmê bişikînin. Tirkiyê hemû sînor girtine. Komên çete hemû riyên diçin bajarên Sûriyeyê girtine û talanê dikin. Lewre tu kes nikare biçe bajarên wekî Heleb û Humusê. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku her carê behsa yekîtiyê dike jî, sînorê Rojava girtiye, ambargoyê dimeşîne û li gel nerazîbûnan jî deriyê sînor venake.
Dema mirov hemû daneya tîne ba hev, tê dîtin ku li gel tevî hemû plan û lîstikan jî, li Rojavayê Kurdistanê hêzek çareseriyê ku ji aliyê hemû cîhanê ve tê dîtin derketiye holê û sîstema xwe ya xweseriya demokratîk ava dike.
 

DILDAR ARYEN/ANF