
Heyeta DBK’ê ji bo rewşa Sûriye û rojavayê Kurdistanê hatin Tirkiyeyê û bi rayedarên dewleta tirk re hevdîtin pêk anîn. Endama DBK’ê Îlham Ehmed diyar kir ku wan bi rayedarên DYA, YE’yê, dewleta tirk û koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê re li ser çarenûsa Sûriyeyê nêrînên xwe parve kirine û wiha got: “Me li ser daweta rayadarên DYA, Konsolosa Almanya, Nûnerê Yekitiya Ewropa yê Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê çûn Tirkiyeyê û hevdîtin pêk anî. Di wan hevdîtinan de, me bi giştî ji bo çarenûsa Sûriyeyê nêrînên xwe bi wan hêzan re par ve kir. Me wek DBK’ê li ser demokratîkirina Sûriyeyê, rewşa Sûriyeyê dê çawa be û dê li ser çi hîmê pêk were me xwest nêrînên xwe bigihîjînin hemû aliyan. Ev aliyên ku niha li ser Sûriyeyê xebatê dimeşînin û xwe wekî hêzên çareseriyê dibînin niha amadekariya civîna Cenevreyê dikin. Me jî berî civîn bê lidarxistin çawa li rewşê dinêrên bi wan re parve bikin.”
Sûriyeyeke demokratîk
Ehmed diyar kir ku ew dikarin ne bi giştî be jî bi Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê re tifaqê çêbikin û ev tişt anî ziman: “Ger ku Koalîsyon jixwe bêje ez sîwanek im, yek mezhep, yek netew be tu wateya li gel nîqaşkirinê tune ye. Di dema niha de li ser çûyîn an neçûyîna rejîmê bi me re nîqaşan dikin. Heta niha jî me nîqaşek aşkera nemeşandiye. Niha vê dixwazin. Çûyîn û neçûyîna rejîmê girêdayî tifaqa hêzên opozîsyonê ye. Ger di navbera hêzan de tifaq çêbibe dê rejim biçe. Ger Koalîsyon wek niha bêje ez sîwana giştî me û neyê îttîfaqê, hêzên din nasneke, wê demê dê ev nakokî bidomin û temenê rejîmê dirêj bike. Em jî dibêjin gelê Kurd roleke sereke di şoreşa Sûriyeyê de lîst. Me gavên pir girîng avêtin, me herêmên xwe parastin û pergalek li ser bingeha ku hemû netew tê de dibînin ava kir. Êdî kes nikare bi me gavan paşve bide avêtin. Em ê têkoşîna Sûriyeyeke demokratîk û pirrengî berdewam bikin. Kurd êdî celadê xwe bi deste xwe naynin ser desthilatdariyê.”
Li dijî Kurdan tevdigerin
Îlham destnîşan kir ku wekî aliyê Kurd ji bo tifaqê pêk bînin hin şertên wan hene û wiha pêde çû: “Ji bo em beşdarî Koalîsyonê bibin me hinek şertên xwe aşkera kir. Ya yekemîn dibe ku Kurd herêmê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ya duyemîn jî bi rêjeya ku ji sedî 18 Kurdan temsîl bike û mafên Kurdan mîsoger bike bi Koalîsyonê re tifaqî bikin. Em şêwazê Koalîsyonê ya ku bila her kes daxwazên xwe binivîsînin û beşdar bibin napejirînin. Ji bo me ji beşdarbûnê zêdetir tifaq rastir e. Ger Koalîsyon li ser hinek bendan bixwazin tifaqê bikin, em dikarin bi wan re tifaqê bikin. Niha siyaseta ENKS’ê kiriye ne rast e û li dijî berjewendiyên Kurdan e. Em wekî Kurd xwe bi hêz dibînin. Ger di hinek aliyan de lihevhatinek çêbibe, ne başdarbûn, em dikarin tifaqê bikin.”
Îlham bi lêv kir ku hêzên derve dixwazin Kurd di bin sîwana Koalîsyonê de tevli Cenevreyê bibin û wiha domand: “Êdî hemû alî dizanin ku civîna Cenevreyê bêyî Kurdan bi ser nakeve. Ji bo wê jî bi çi şêwazî be bila bibe dixwazin Kurdan beşdar bikin. Lê hem DYA, hem Ewropa û hem jî Tirkiye dixwazin Kurd di nava Koalîsyonê de beşdarî civîna Cenevreyê bibin. Lê dewletên wekî Rûsyayê dixwazin Kurd wek hêzeke serbixwe beşdarî civîna Cenevreyê bibin. Niha nêrînên ev hêzan ew e ku yên biçin civîna Cenevreyê dualî bin. Yek ji wan rejîma Sûriyeyê be, ya din jî opozîsyona Sûriyeyê be. Nêrîna Tirkiyeyê ji bo aliye opozîsyonê aşkera ye ku dixwaze hemû aliyên opozîsyonê di bin yek sîwanê de beşdarî civîna Cenevreyê bibin. Ev sîwan jî sîwana Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê ye.”
Îlham li ser hin hêzên ku li ser navê Kurdan tevdigerin û hêzên derve got ku niha derketiye holê ku ev hêzên derve naxwazin Kurd wekî hêzeke bi bandor beşdarî civîna Cenevreyê bibin û wiha axivî: “Dixwazin Kurd bi lewazî beşdar bibin da ku siyaseta xwe li ser Kurdan ferz bikin. Dixwazin Kurdên xwe çêbikin. Dema em dibêjin ENKS jî, hinek partiyên nava ENKS’ê vê siyasetê napejirînin. Ev partiyên ku xwe wekî yekitiya siyasî bi nav kirine, di vê siyasetê de israr dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wan partiyan naxwazin Kurd li Sûriyeyê bibin îrade. Dixwazin di nava Koalîsyonê de ji bo xwe çend kursiyan bigirin. Ji bo wê her çend di nava Koalîsyonê de cihê xwe girtin jî niha di hejmara kursiyan de kî wê cih tê de bigire li hev nakin.”
Helwesta ENKS’ê ne rast e
Îlham li ser helwesta endamên ENKS’ê yên tevli civînê bûn jî nêrînên xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî biryara DBK’ê derketin. Li ser navê Kurdan xwe nûner dan nîşandan, bi tena xwe beşdarbûna Koalîsyonê li dijî biryara DBK’ê derketin. Ev siyaseta ku ENKS dimeşîne li ser esasê siyaseta Tirkiyeyê ye. Dewleta tirk li gorî xwe hinek hêzên Kurdan ji bo xwe baş dibîne, hinekan jî nebaş dibîne. Tirkiye hêzên Kurd ên nêzîkî xwe dibîne dixwaze beşdarî Koalîsyonê bibin, bi hinek mafên kêm wan razî bike û di nava Koalîsyonê de wan bihelîne. Bi dayîna hinek mafên kêm bi her kesî bide xuyakirin ku mafên Kurdan hatine dayîn. Li vir armanca dubare ew e ku li Sûriyeyê dewletek navendî ava bibe. Li vir ENKS ji bo dewleta navendî dibe amûrek. Têkiliyên her partiyan ên aborî û berjewendiyên hevbeş hem PDK’ê û hem jî AKP’ê di heman siyasetê de dike yeke. Niha her du partî jî naxwazin Kurdên azad li Rojava bi îradeya xwe bijîn.”
‘Çete wê bibin bela serê wan’
Îlham li ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku piştgiriyê dide çeteyan anî ziman ku ew bawer nakin ku wekî berê alîkariyê bidin çeteyan û wiha axivî: “Di aliye alîkariya çetan de em bawer nakin wekî berê alîkariya çeteyan bikin. Niha wan koman li Sûriyeyê piraniya hêzên opozîsyonê xistine bin bandorê û ev hêz îro xwe bi navê Dewlata Îslam Iraq û Bîlad El Şam bi nav dikin wiha biçe wê li Sûriyeyê bibe hêzeke mayînde û ji bo dewletên herêmê û dewletên rojavayî bibe metirsiyekî mezin. Hem dewletên rojava, hem jî Tirkiye gihîştine wê baweriyê ku dê sibê ev çeteyan ji bo wan jî bibe metirsiyek mezin. Berî niha Tirkiyeyê Kurdan nedipejirand înkar dikir, lê niha neçar maye ku qebûl bike.”
Îlham der barê çêkirina dîwarê şermê de jî ev tişt anî ziman: “Çêkirina dîwar berî niha jî dihat nîqaşkirin, lê di vê demê de xistin pratîkê. Siyaseta ambargoyê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin. Dixwazin ji Kurdan re bibêjin ‘Yan hûn ê wekî min bikin, an jî ez ê we birçî bihêlim.’ Siyaseta birçî kirin û piştre jî teslîmgirtinê dimeşînin. Di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê de peymanek di vê astê de heye. Ew jî heman siyasetê bi rê ve dibin. Ew jî ji aliyê xwe ve dibêjin an dê Rojava di destê me de be yan jî nebe. Girtinên sînoran û çêkirina dîwar berdewama wê siyasetê ye. Heta hêviya wan hêzan a serkeftinê hebe, dê vê siyasetê bidomînin. Lê Kurdên azad dê tu carî teslîmî wê siyasetê nebin.”
AZÎZ KOYLUOGLU / ANF/ QAMIŞLO