Ji Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Hesen Koçer diyar kir ku ew têkiliyên xwe li gorî berjewendiyên civaka xwe bi hêzên derve re datînin û heger li dijî berjewendiyên civakê bin wan dibirrin, û got, di siyaseta nû ya Sûriyê de Kurd dikarin bi ser kevin.
HÎVDA HEBÛN / ANF / ŞEHBA
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Hesen Koçer, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê û biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya vekişîna ji Sûriyeyê nirxand.
Koçer bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, armanca bingehîn a tecrîdê, di şexsê Ocalan de qelskirin û bêbandorkirina tevgera azadiyê ya Kurd e.
Koçer diyar kir, tecrîd ne tenê bi destê dewleta Tirk tê kirin, dewletên navneteweyî yên di komployê de cih digirtin, rola xwe di tecrîdê de hene û wiha peyivî: “Di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpa (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ji vê yekê berpirsyar in. Bi tecrîdkirina Rêbertiyê re dixwazin wî ji civakê dûr bixin.”
Şerê man û nemanê
Hesen Koçer li ser gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk jî got, “Pêwîstî bi berxwedaneke mezin heye. Li dijî Kurdan şerê man û nemanê tê kirin. Ev şer di heman demê de li dijî civakên Rojhilata Navîn tê kirin. Lewma, divê em jî li dijî vê komployê têkoşîna man û nemanê bimeşînin.
Grevên birçîbûnê ku di şexsê Leyla Guven de dest pê kirin, çalakiyeke gelekî bi rûmet e û sekneke li dijî vê komployê ye. Ji bo pûçkirina vê komployê divê em çalakiyên xwe zêde û cihêreng bikin.”
Dewleta Tirk weke DAIŞ´ê ye
Koçer biryara DYE’yê ya vekişîna ji Sûriyeyê jî nirxand û got, “Peyama Emerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji vir wiha ye. Dibêje, ‘Ez ji aliyê siyasî ve rêveberiya we muxateb nabînim’. Dibêje, ‘Ez projeya we ya demokratîk qebûl nakim, ez destekê didim projeya dewleta Tirk a piştgiriyê dide DAIŞ‘ê; destekê didim, projeya dewleta Tirk a ku gefê li dinyayê dixwe’.
Tirkiye bi xwe DAIŞ e, wê çawa li dijî DAIŞ’ê şer bike! Di dîroka mirovahiyê de teroreke bi qasî ya Tirkiyeyê rêxistinbûyî û bi rêk û pêk nehatiye dîtin. Ji DAIŞ’ê jî xerabtir e. Kiryarên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê li ber çavan in. Komkujî, guhertina demografiyê, tesfiyekirina çand û zimanê mirovan; wê weke rûreşiya welatên cihanê bimîne.
Yekane tişta ku di vir de em karibin bikin; berxwedana ji bo parastina rûmet û îradeya xwe ye.”
Şer wê navneteweyî bibe
Koçer li ser guhertina stratejiya DYE´yî û encamên wê jî got, “Stratejiya Emerîkayê ya li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe. Stratejiya DAIŞ’ê tê girtin. Hewl dide li Sûriyeyê stratejiyeke nû ya şer biafirîne. Şerê Sûriyeyê wê ji niha û pê ve veguhere şerekî navneteweyî. Ne şaş e ku mirov bibêjin; vekişîna Emerîkayê ji Sûriyeyê nûkirina destwerdana li Sûriyeyê ye. Projeya Emerîkayê ne tenê li ser Sûriyeyê ye. Projeya Emerîkayê Rojhilata Navîn hemû ye. Di encama lihevkirina Emerîka û Tirkiyeyê de pêkan e ku Tirkiye êrişî rojhilatê Firatê bike. Ji ber ku Emerîka dixwaze Rûsyayê tengav bike. Ya rast, yên ku berê Tirkiyeyê dan rojhilatê Firatê Rûsya, rejîma Sûriye û Îran in. Rûsyayê çima ev kir? Xwest di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de şer derxîne, du endamên NATO’yê li dijî hev bide şerkirin, NATO’yê qels bike û bi vî rengî bandora xwe ya li ser Sûriyeyê zêde bike.
Di heman demê de mesajek dan Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî. Piraniya welatên YE’yê tevî ku endamên koalîsyonê ne jî ji aliyê leşkerî ve di pratîkê de li dijî DAIŞ’ê şer nakin. Xwest wan jî bixin binê vî barî. Hin kesên li Emerîkayê ev siyaset qebûl nekirin. Xuya ye Emerîka hewl dide siyaseteke nû bike û gelek hêz jî vê siyasetê qebûl nakin.”
Peyama ji bo dewleta Tirk
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Hesen Koçer, ji bo peyama ji bo Tirkiyeyê jî got, “Tevî ku bi Tirkiyeyê re li hev kiribe jî, ev mesaj da Tirkiyeyê; Divê tu êdî di çarçoveya NATO’yê de tevbigerî. Te gelekî zêdegavî kir. Bi dîtina min, Emerîka hewl dide stratejiya xwe ya Rojhilata Navîn li nava Sûriyeyê dîzayn bike. Hewl dide sala 2019’an hêzên nêzî Rûsyayê tengav bike, mîna Îranê û hêzên tevlî vê siyasetê nabin jî li aliyekî kom bike.”
Koçer anî ziman ku li Sûriyeyê wê siyaseteke nû, hevsengiyên nû, tifaqên nû çêbin û wiha dewam kir: “Ji bo me ya girîng, parastin û mezinikrina destketiyên demokratîk ên gelan in. Erdogan hewl dide me bi rojhilatê Firatê ve mijûl bike û Efrînê bide jibîrkirin. Lê belê em ê Efrînê ji bîr nekin. Ji bo azadkirina Efrînê em ê têbikoşin. Di vî warî de hevsengiyên siyasî hemû dikarin biguherin. Tirkiye niha ditirse. Ji ber ku heger hêzên biyanî vekişin, Tirkiye jî neçar e vekişe.”
Ji bo berjewendiyên civaka me
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Hesen Koçer, wekî din got, ew pişta xwe didin hêza xwe û têkiliyên bi derve re jî li gorî berjewendiyên civaka xwe datînin: “Heger berjewendiyên civaka me tê de nebin, wê çaxê em ê jî têkiliya xwe bibirrin. Em ê bi xwe têbikoşin. Ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomasiyê ve karê xwe bidomînin. Heger civakek xwe bisprêre hêzeke din, ew civak wê têk biçe, wê tine bibe.
Ji aliyê dîplomatîk ve diyaloga me ya bi welatên herêmê re wê pêk were. Armanc ji vê yekê ew e ku civaka me êşên giran nekişîne. Lê belê nabe ku em hêvî û baweriya xwe bi temamî bi van ve girê bidin. Ji ailyê aborî, siyasî û psîkolojîk ve hemû saziyên me divê xwe li gorî şer amade bikin. Ji ber ku dewleta Tirk wê êriş bike.
Em ê bi welatên ku niha li ser xaka Sûriyeyê ne, karê xwe yê dîplomatîk bidomînin. Lê divê baş were zanîn ku ev hêzên derve ne û îrade û berjewendiyên gelan esas nagirin. Lewma em ê pişta xwe bi wan germ nekin.
Du rê li ber Sûriyeyê hene. Ya wê sîstemeke demokratîk ava bibe, ya jî sîstemeke selefî. Gelo dinya ji sîstemeke selefî re amade ye? Ji ber ku eger Tirkiye êrîş bike, wê li Sûriyeyê sîstemeke selefî biafire.”