
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Ebdulkerim Omer got, di pêvahoya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de tenê ku karibin yekîtiya xwe pêk bînin, Kurd wê karibin ji hêviyên gel re bibin bersiv. Endamê Desteya Serokatiya KCK´ê Diyar Xerîb jî got, Yekîtiya Neteweyî li ser 5 prensîpan weke avvexwarin û nanxwarinê pêwîst e.
Endamê Desteya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb ji bo Yekîtiya Neteweyî got, “Kongreya Netewî xebateke neteweyi ye û di berjewendiya hemû Kurdan de ye. Ev 35 sal in ku PKK daxwaza yekîtiya neteweyî dike.”
Diyar Xerîb diyar kir ku ev daxwazên PKK’ê ne nûn e û got: “Yek ji wan biryarên PKK’ê di kongreya xwe ya duyem de, ji bo avakirina eniyeke neteweyî karkirin e. Ango ev 35 sal in ku PKK pêkanîna rûmeta neteweyî kiriye armanca xwe ya sereke. Rêber Apo her tim gotiye ku gelê Kurd netewebûna xwe pêk aniye, lê berpirs û rêveberên Kurd nekarîne wê netewebûnê hemdem bikin û ji bo îradeya siyasî şeklekî bidinê.”
5 prensîpên esasî
Diyar Xerîb îşaret bi fikr û pêşniyazên Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî kir û got, „Rêber Apo dixwaze kongreyek be ku îradeyeke siyasî, civakî û ferhengî pêk bîne. Dixwaze kongre bibe nasnameya gelê Kurdistanê, saziyeke aktîf û berdewamî be. Ji ber wê Rêber Apo dixwaze kongre li ser pênc prensîban pêk were û bi rêya wan prensîban jî gelê Kurd bibe xwedî îradeyeke siyasî, hêza parastina hevbeş, aboriya hevbeş, dîplomasiya hevbeş û zemînê demokrasiyê. Bê guman ev prensîp jî wê gelê Kurd bi hêz bikin.”
‘Hinek alî dixwazin em parçe bin û dijmin jî me bikar bîne’
Diyar Xerîb gotinên hinek aliyên siyasiyên Kurd ên li ser dem û serdema kombûnê rexne kir û wiha pê de çû: “Rast e, niha şerê cîhanê yê sêyem bi karakterê vê serdemê bi rê ve diçe. Rêber Apo û KCK di vê qonaxê de lidarxistina kongreya neteweyî gelek pêwîst dibînin. Hinek dibêjin ne dem e. Ev cihê matmayinê ye. Ji ber ku eger divê qonaxê de gelê Kurd yekgirtî be, wê bikaribe pêşengtiyê ji cîhanê re bike û hemû hêz û alî bi rêzdarî danûstandinan li gel bikin. Lê eger em parçe bin, wê hêzên dagirker bixwazin me bikar bînin û sûdê ji rola me wergirin.”
‘Kongreya neteweyî weke av û xwarinê pêwîst e’
Diyar Xerîb îşaret bi hewldanên sala 2013´an ên ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî yên bên encam mayî kir û got, “Em pêkanîna kongreya neteweyî wek pêwîstiyeke jiyanî dibînin. Li gorî me, çawa av û xwarin ji bo mirovan pêwîst e, divê qonaxê de kongreya neteweyî jî ewqas ji bo gelê Kurd pêwîst e.
Hinek alî û kes dibêjin PKK dixwaze bi rêya lidarxistina kongreya neteweyî, xwe bi ser hemû aliyan de bide ferz kirin. Ew tişt ji rastiyê dûr e. Ew prensîpên ku min qala wan kir, ew in armanca PKK’ê, ne xweferzkirin. Me sala 2013’an li gel YNK’ê, Barzanî kir nûner. Me got, ew ê li ser navê PKK, YNK û PDK’ê daxuyaniyê bide û banga pêkanîna kombûnê li aliyên Kurdistanî bike. Eger çavê me li xweferzkirinê bûya, me wisa nedikir. Her wiha li ser pêşniyaza Rêber Apo, me ji komisyona kongreyê re pêşniyaz kir ku di pêngava destpêkê de Mesûd Barzanî li gel jinekê bibin hevserokê kongreyê. Piştî ku PDK’ê ev qebûl nekir, me bi zimanekî nerm got, Mesûd Barzanî dikare bibe serok. Lê bi dewre wê serokatiya kongreyê dewr bibe.”
Yekîtiya neteweyî weke bersiva hêviyên gel
Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Abdulkerîm Omer li ser xebatên platformê ku wê yekîtiya neteweyî gotebêj bike, peyivî. Omer ê ku di heman demê de Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê ye, endamê şandeya KNK´ê ye ku bi partiyên siyasî yên Rojava re daxive.
Dr. Abdulkerîm Omer îşaret bi şerê li herêmê ku weke şerê cîhanê yê 3. tê vegotin kir û got, di ser Sûriyê re Rojhilata Navîn tê dizaynkirin. Dr. Abdulkerîm Omer anî ziman ku li ser Rojava, li ser hemû Kurdistanê hesabên mezin hene û wiha peyivî: “Me Kurdan bi xwîna xwe gelek tişt bi dest anîn, em Kurd li pêş hovîtiya DAIŞ’ê sekinîn, em xwedî projeyeke demokratîk in. Ango em Kurd di siberoja Rojhilata Navîn de xwedî risteke girîng in. Ji bo ve jî, bi mebesta qeyîmkirina destketiyên xwe û bi gelên dî re bi mebesta ku em karibin bi azadî û demokratî bijîn, divê em yekîtiya neteweyî ya Kurd ava bikin.”
Ji bo referandûmê jî ji bo Rojava jî kongre pêwîst e
Dr. Abdulkerîm Omer ji bo komxebata Kongreya Neteweyî ya tê plan kirin jî got, “Heke di vê civînê de em li hev bikin û hişmendiyeke hevpar çêbe em dikarin hin biryaran bistînin. Mînak, dikare were gotin, ev komxebat têrê nake divê em konferans an jî kongreya neteweyî pêk bînin. Di vê rewşê de jî di cih de mekanîzmayên vê wê werin danîn, komîte werin avakirin û xebat werin destpêkirin.
Mînak li Başûrê Kurdistanê pêvajoya referandûmê heye. Mînak li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê me par Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ragihand û hêdî hêdî em ber bi hilbijartinê ve diçin. Ji bo vê projeya me jî pêdivî bi piştevaniya hemû Kurdan heye. Niha li ser Efrînê gefeke mezin heye. Li ser van hemû bûyeran pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye.
KNK bi hêvî ye
Dr. Abdulkerîm Omer da zanîn ku heta niha ew bi Tifaqa Neteweyî ya Kurdên Sûriyê re ku ji 5 partiyên siyasî pêk tê, Koma Kurdên Çepgir û Şexsiyetên Demokrat ku ji 6 partiyan pêk tê axivîne û her wiha bi Partiya Çepgir a Kurdên Sûriyê re jî rûniştine. Wekî din ew pêr jî bi nûnerên Kurdên Misilman û Yekîtiya Dîndaran û Kongra Star re axivîne. Dr. Abdulkerîm Omer got, helwêstên aliyn siyasî heta niha erênî bûn û da zanîn ku ew ji yekîtiya neteweyî hêvîdar in.
Dr. Abdulkerîm Omer wekî din da zanîn ku ew ê di rojên pêş de bi ENKS’ê û partiyên din re jî rûnin û got, ew hêvî dikin ku bi tevlîbûneke xurt komxebatê ava bikin û li wir yekîtiya neteweyî gotûbêj bikin û ji bo gel encamên baş derxînin holê.
ANHA - ROJNEWS / QENDÎL - QAMIŞLO