Li herêma Gelderland a Holandayê bi pêşengiya DEM-NED´ê li dibistanan gotar li ser dîrok û çanda Kurdan hatin pêşkêşkirin û xwendekar hatin agahdarkirin.
Koordînasyona Karên Derve ya DEM-NED´ê dixwaze ku agahiyên li ser dîrok û çanda Kurdan di mufredata dibistanan de jî hebe û ew ê vê daxwaza xwe ragihîne rayedaran.
Daxwaza ji bo agahdarkirina li ser Kurdan piştî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û DEM-NED ji bo dîplomasiyê bike jî bersiv daye vê daxwazê.
Li devera bi navê Gelderland a Holandayê, li dibistanên asta navîn (dibistanên navîn û amadeyî) bi gotaran dîrok, civak û zimanê Kurdan tên danasîn. Armanca koordînasyona karên derve ya DEM-NED´ê ew e ku Kurd jî di nava mufredatê de cihê xwe bigirin.
Piştî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê 9´ê Cotmehê Serêkaniyê û Girê Spî da ber xwe, elaqeya dibistanan ji bo naskirina Kurdan û çanda wan zêde bûye. Ji Koordînasyona Karên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-NED) Nurten Zeryam Ozdemir got, nexasim li devera Gelderlandê rêveberiyên dibistanan ji wan gelek agahdarî xwestine da ku bizanin ka Kurd kî ne, çanda wan çi ye, zimanê wan çi ye: “Dibistanên ku ev xwestin, bi pirranî di asta navîn de ne, yanî dibistanên navîn û amadeyî ne. Ji bo em bersivê bidin vê daxwazê me dosya li ser dîrok û çanda Kurdan amade kirin. Serê pêşî me li du dibistanan gotar pêşkêş kirin. Xwendakar 14-17 salî bûn. Li dibistanan bi gotarên xwe me behsa pêşiyên Kurdan, dîroka wan, zimanên wan, rêûresmên wan kir, me qala dagirkirîbûna Kurdistanê û sedemên pirsgirêkê kirin. Piştî gotaran, xwendekaran pirsên xwe kirin û me hewl da bersivê bidin wan.”
Bi cilûbergên gelêrî yên Kurdan
Kesên ku gotar pêşkêş kirin, cilûbergên Kurdan li xwe kirin û hozanê Efrînî Masîvanî jî stran gotin.
Nurtem Zeryam Ozdemir got, wan dîtiye ku xwendekar bi ti tişta li ser Kurdan nizanin û wiha peyivî: “Jixwe me dizanî li dibistanan li ser Kurdan tiştek nayê fêrkirin, di nava perwerdeyê de mijara Kurdan nîne, agahî li wir kêm in. Me li dibistanan got, elaqeya vê bi dagirkirin û mêhtingehkirina Kurdistanê re heye; her çar dewletên dagirker hewl didin dîrok, ziman û rêûresmên Kurdan bidin jibîrkirin, wan tine bikin.”
Daxwaza mufredatê
Nurten Zeryamê got, gotarên wan mamoste jî razî kirine û dixwazin ji nû ve wan vexwînin. Wê wekî din got, gelek dibistanan ji wan xwestiye gotaran li ser Kurdan pêşkêş bikin, û ew plansaziya xwe ji bo vê dikin: “Em vî karî weke DEM-NED dikin. Ji bilî daxwaza dibistanan, em dixwazin bi sazî, dibistan û dezgehên weke wan re bipeyivin û vê xebatê berfirehtir bikin. Wekî din wê daxwaza me çêbibe da ku dîrok, çand û zimanê Kurdan di mufredata dibistanan de cihê xwe bigire.”
Piştî dagirkeriya 9´ê Cotmehê
Nurten Zeryam dide zanîn ku daxwaza ji dibistanan piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava elaqeya li dibistanan xwe daye der. Li gorî wê di çapemeniyê de kirinên ne mirovî yên li dijî Kurdan kiriye ku gelek kes ji xwe bipirsin ka Kurd kî ne. Nurten Zeryam Ozdemir got, weke DEM-NED´ê wan hem ji bo ku dagirkerî di nava çapemeniya Holandî de bêhtir cih bigire û hem jî da ku miletê Holandî zanibe ka Kurd kî ne, gelekî hewl daye û ew ê hewldanên xwe dewam bikin. Weke nimûne jî wê behsa wê yekê kir ku wan kesên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk penaber bûne tesbît kirine û kirine ku çapemeniya Holandî bi wan re bipeyive û vê jî gelekî di çapemeniyê de cihê xwe girtiye.
ARNHEM