Partiyên siyasî û lîsteyên Iraqê ev parçebûna Kurdan dît û ji bo vê jî cuda cuda bi wan re rûniştin. YNK û PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê her çendî bi hev re tevbigerin jî li ser mijara Kerkûkê û Serokkomariya Iraqê li hev nakin.
SEYÎD EVRAN / ANF / SILÊMANÎ
Pirsgirêka Kerkûkê ku ji ber rezervên wê yên petrolê ku hêzên navneteweyî û herêmî li ser hesaban dikin û hemû jî dixwazin bibin xwediyê wê, çareser nabe. Li gorî destûra Iraqê ya 2005’an piştî bi 2 salan diviyabû ji bo ku statûya Kerkûkê çareser bibe, referandûm bihata kirin. Lê referandûm çênebû.
Gelek kes dibêjin, ji ber sedema ku biryara Kerkûkiyan ji hêla Bexda û Hewlêrê ve wê nehata qebûlkirin. Ji bo vê jî meseleya Kerkûkê heta niha dom kir. 2014’an piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Mûsil bi dest xistin Şengal hate dagirkirin û berê xwe dane Kerkûkê.
Ne fermî be jî ket deist Kurdan
Artêşa Iraqê dema ku li Mûsilê derbek xwar nema karî Kerkûkê biparêze. Pêşmerge û gerîlayan Kerkûk li dijî DAÎŞ’ê parastin. Ne bi fermî be jî Kerkûk bi temamî kete bin kontra Başûrê Kurdistanê. Heta refefrandûma 25’ê Îlonê jî wiha bû. Bexda piştî referandûmê ‘meşrûiyeta destwerdanê’ bi kar anîn û 17’ê Cotmeha 2017’an Kerkûk û herêmên ku nîqaş li ser hene bi dest xist.
Bi waliyekî demkî tê rêvebirin
Waliyekî bi navê Rakan Saîd Cuburî anîn ser Kerkûkê, li gel ku meclîsa gel a Kerkûkê ew nehilbijartibû jî. Kerkûk ev nêzî salekê ye ji hêla Bexdayê ve bi waliyekî demkî tê rêvebirin. Ji bo Waliyê Kerkûkê were diyarkirin divê Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bicive.
Meclîsê bloke dike
Endamên Meclîsê yên PDK’ê ji 17’ê Cotmehê ve tevlî civîna Meclîsê nebûne. Beriya bi çend rojan hin çavkaniyên nêzî YNK’ê gotin, PDK bi tevlînebûna meclîsê dibe asteng ku Meclîsa Bajêr bicive û biryaran bistîne. Bi rengekî meclîsê bloke dike.
Endamê Polîtbûroya YNK’ê û Berpirsê Rêxistina Kerkûkê Aso Mamend got, di serî de meseleyên siyasî, ji bo pirsgirêkên Kerkûkê çareser bikin, hevdîtin wê bi PDK’ê re bidomin. Mamend lê mikur hat ku PDK bi tevlînebûna civînên meclîsa bajêr, hilbijartina walî asteng dike û meclîsê bloke dike.
Mamend li ser sedem û rengê çareseriyê jî got, “Heger qonaxa pêşî li ser diyarkirina walî em li hev nekin jî ji bo civîna meclîsê em dikarin li hev bikin. Heger meclîsa ku Lîsteya Biratiyê, ku pirranî lîsteya Kurd e, meclîsê bicivîne 80 ji 100’î yê pirsgirêkan wê çareser bibin.”
Rewşa siyasî ya nezelal
Piştî hilbijartina parlamena Iraqê, ji 12’ê Gulanê ve rewşa siyasî hê jî ne zelal e. Li gel vê jî lîderên lîsteya pêşî û duyem û partiyên din di nav xwe de xebatên avakirina hikûmetê dikin.
Li gorî daxuyaniyên nivîskî li ser vê mijarê li hev jî kiribûn. Lê ji ber îtîraza hin partiyan a bi hinceta ku li ser encaman guman hene, deng dîsa hatin hijmartin. Lê doh hate ragihandin ku hejmartina dengan a bi dest qediyaye û encam wek a berê ye. Berdevkê Tevgera Sadr Selah El Ubeydî derbarê xebatên avakirina hikûmetê de agahî da.
Ubeydî li ser avakirina hikûmetê got, “Şiî bûne du blok. Ev astenga herî mezin e li ber avabûna hikûmetê.”
Bê Kurdan nabe
Ubeydî bal kişand ser girîngiya Kurdan û got, “Kurd parçeyekî girîng ê Iraqê ne, bêyî tevlîbûna Kurdan ne pêkan e ku hikûmet ava bibe. Ubeydî got, lîderê wan Muqteda es-Sadr hay ji girîngiya rola Kurdan heye û piştî hilbijartinan pêşî bi Kurdan re rûniştiye.
Hemû avaniyên siyasî yên Iraqê hay ji hêza Kurdan hene, a rast mirov bibêje, hay ji hêza Kurdan ya ku bi hev re tevdigerin hene. Mixabin her çendî Kurd hay ji vê hebin jî piştî hilbijartinan ku bi partîyî tevgeriyan ev derkete holê.
Partiyên siyasî û lîsteyên Iraqê ev parçebûna Kurdan dît û ji bo vê jî cuda cuda bi wan re rûniştin. YNK û PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê her çendî bi hev re tevbigerin jî li ser mijara Kerkûkê û Serokkomariya Iraqê li hev nakin. Li gorî nûçeyên van demên dawiyê heke walîtiya Kerkûkê bidin PDK’ê, PDK jî wê qebûl bike ku Serokkomariya Iraqê bide YNK’ê.
Namzetên serokkomariyê yê YNK’ê û PDK’ê?
Li gorî nûçeyeka PUK Medyayê, namzetê serokkomariyê ya YNK’ê Mihemme Sabir Îsmaîl e. Lê tê gotin dibe ku ev nav biguhere jî. Hê namzetê PDK’ê ne diyar e. Lê beriya bi du rojan Berpirsê Koalîsyona Neteweyî ya Iraqê yê Başûrê Kurdistanê Abdullah Zeydî got PDK û YNK’ê ji bo serokkomariyê hê bi fermî nav nedane û navê wan kesan da ku di hevdîtinan de navê wan ji bo serokkomariyê derbas bûbû.
Zeydî got di hevdîtinan de “Ji bo YNK’ê navê Latîf Reşîd, Muhammed Sabir û Ednan Miftî derbas dibe. Ji bo PDK’ê jî navê Xwoyar Zebarî, Fazil Mîranî û Fuad Huseyîn” derbas dibe.