Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê ciwanên înternasyonalîst bi meşeke bi şîara “Nehêle û dawiyê li bêdengiyê bîne” pêngava tevgera Ciwanan a bi navê “Nehêle” silav kir.

 Li bajarê Fransayê Toulouseyê zarokên Kurd û hevalên wan ên ji miletên din ji bo destekê bidin berxwedana Rojava û êrişa dewleta Tirk rûreş bikin, dibistan boykot kir û çalakiyek kir.

 

Li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî miletê Kurd, li seranserê Ewrûpayê û li her devera dinayayê bi çalakiyan û bi daxuyakirina piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê re Kurdistanî û dostên wan her li meydanan in. Li bajarê Elmanyayê Tubingenê çalakgeran serokkomarê Elmanyayê Steinmeier li ber zanîngeha Tubingenê bi sloganên “Panzerên Elman ji Kurdistanên biqewitînin” û “Bijî berxwedana Rojava” pêşwazî kir. Wekî din li gelek bajarên Elmanya, Fransa, Norwêc, Yewnanistan û gelek welatên din jî Kurdistanî û dostên wan bûn dengê Berxwedana Rûmetê.

TUBINGEN: Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier pêr êvarê beşdarî bernameyeke li Zanîngeha Tubingenê bû. Kurdistaniyan û dostên wan jî Serokkomar Steinmeier bi çalakiyeke piştgiriya Berxwedana Rûmetê pêşwazî kir. Kurdistaniyan û dostên wan sloganên “Erdoganê terorîst”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Panzerên Elman ji Kurdistanên biqewitînin” gotin. Serokkomar bi deqîqeyan li çalakiyê temaşe kir.

NURNBERG: Li ber Lorenz Kirche çalakgeran alayên YPG-YPJ´ê hilgirtin. Di çalakiyê nûnera PYD´ê ya Nurnbergê Naime Hassan got, “Îro li welatê me êrişên dagirkeriyê hene, zarok, kal û pîrên me tên kuştin. Îro roja rabûna ser piyan e.” Wekî din li bajarên nêzîk Regensburg û Weisenburgê jî çalakî hebûn.

HAMBURG: Weke her roj dîsa saet 18:00´an çalakî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber Gara Trênan a Navendî hebû û bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Nûnerê KNK´ê Serhat Çetinkaya, parlamentera eyaleta Hamburgê ya Partiya Çep Cansu Ozdemir bi axaftinên xwe dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Serhat Çetinkaya îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî û seferberiya ji bo Rojava kir.

KOLN: Tevgera Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwanên Azad, Young Struggle û Defend Rojava doh li ber Gara Trênan a Navendî û Katedrala Kolmê (Kolner Dom) di navbera 12:00-18:00´an kon vedan û bi axaftinan û belavkirina belavokan bala xelkê birin ser Berxwedana Rûmetê û hewldanan qirkirina Kurdan a dewleta Tirk.

Êvarê jî Kurdistaniyan û dostên wan xwe amade dikir meşeke protestoyê li dar bixin.

SALZGITTER: Li meydana Am Monoument Kurdistanî û dostên wan bi şîara “Destê xwe ji Rojava bikişê” mîtîngek li dar xist. Tevî hewldana provakasyonê ya faşîstên Tirk Kurdistaniyan çalakiya xwe bir serî. Li ser navê YJK-E´yê Hakime Yousef got, “Kurdistanî êdî yekîtiyê dixwazin. Em ê erda xwe nedin dewleta Tirk, divê em bên cem hev û Rojava biparêzin.”

LUBECK: Kurdistanî li vir, bi sloganên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Erdoganê qatil”, “Kujerê pitikan e Erdogan”, “Dewleta Tirk biceheme ji Rojava” meşiyan.

DARMSTADT: Înternasyonalîstan bi slogana “Nehêle û dawiyê li bêdengiyê bîne” çalakiyek kir û silav kir li pêngava tevgera Ciwanan a bi navê “Nehêle”. Înternasyonalîst bi pankarta li ser “Sîlehan nedin Erdogan” li navenda bajêr meşiyan.”

MARSÎLYA: Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, çalakî bê navber dewam dikin. Pêr êvarê tevgera Ciwanên Şoreşger û dostên wan çalakiyeke zincîra ji mirovan li dar xist. Li Meydana Canabiereyê ev çalakî çêbû. Ciwanan pankarteke dêw a li ser “Rojava biparêze” nivîsandî jî bi dêra Réformes Canebière ve kir.

KOPENHAG: Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li navenda bajêr bi meşekê êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk protestokirin.

MADRÎD: Li paytexta Spanyayê Madrîdê Kurdistanî û dostên wan dagirkeriya Tirk a li Rojava protesto kir. Di axaftinên dema çalakiyê de hate gotin, gelê Kurd serî li ber dewleta Tirk natewîne û wê heta dawî xaka xwe biparêze.

OSLO: Li paytexta Norwêcê Osloyê, li balafirgeha Gerdemoen a li paytexta Norwêcê jî dagirkeriya Tirk bi çalakiyekê hate protestokirin. wKurdistanî û dostên wan li seranserê dinyayê çalakiyên xwe dewam dikin. Li Tubingenê wan merama xwe bi çalakiyekê ji serokkomarê Elmanyayê Steinmeier re jî got.