Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, li Sûriyeyê di têkoşîna dijî terorê de Kurd xwedî girîngiyeke mezin in û pêwendiya wan a bi Kurdan re wê bidome. Pûtîn, piştî Forûma ‘Nifş û Rê’ ya li paytexta Çîn Pekînê hate lidarxistin, di civîneke çapemeniyê de axivî. Pûtîn destnîşan kir, hêzên Kurd ên li Sûriyeyê di têkoşîna dijî terorê de gelekî girîng in û got, di asta xebatê de ew ê pêwendiya xwe ya bi komên Kurd ên li Sûriyeyê re bidomînin. Pûtîn ragihand, ne pêwîte Tirkiye ji ber vê yekê bikeve nava tirs û fikaran û anî ziman, pêwîstiya Kurdan bi çekên Rûsya bişînin nîne.


 PEKÎN