Li Şingalê piştî wê komkujî û koçberkirina bi sedhezar Êzîdî, Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi rêxistinkirina Êzîdiyan û amedekariyên rizgarkirina Şingalê kir. Bi sedan ciwan û keçên Êzîdiyan cihê xwe di hêza YBŞ de girtin. Ji gelek welatan Êzîdî ji bo azadkirina Şingalê berê xwe dan qada şer û ketin nava refên YBŞ. Ew siyaseta ku bi sedan salan li ser Êzîdiyan hatibû meşandin, ku ew bê bandor û hêvî kiribûn, êdî dişikê û têk diçe. Niha Êzîdî jî bûne xwedî artêşek û doza Şingalek xweser dikin. Kesayeta wan bi demê re rûdinê û bixwebaweriyek derdikeve holê. Ew hişyarî û guhertina bingehîn a ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji salên 1980 ve bi xwe re anîye, niha xwe digihîne Şingalê û bi wê potensiyela berê bi rê ve diçe. Li wir baweriyek mezin bi Tevgera Azadiyê peyda bûye. Ji ber hindê hewcedarî bi rêxistinkirin û perwerdekirina Êzîdiyan û herêma xweser a Şingalê heye. Ev bi serê xwe projeyek û karekî stratejîk yê mezin e.
Li dijî DAIŞê tenê gelê kurd berxwedanek mezin û bi rêk û pêk nîşan da.Tenê şervanên Kurdistanê kozik girtin û li himberî pêşveçûna çeteyan derketin. Gelê kurd wezîfeya ku diviyabû cîhan bike, girt ser milê xwe. Li Kobanê ev serê 2 mehan berxwedanek efsanewî dimeşe. Ji ber hindê kurd ketin dilê hemû gelên cîhanê û her kesê azad êdî bi navê wan bang dike. Her weha di asta fermî de, kurd bûn hevkarên civaka navnetewî li dijî terora DAIŞê. Niha Hevpeymana Navnetewî ya li dijî DAIşê Kurdan wek hevkarê xwe yê sereke di şerê li dijî van çeteyan de dibîne. Bi hêzên kurdistanî yên eskerî re maseyek kirîzê hatiye damezrandin û agahî ji meydana şer yekser tên dayin. Li ser xwesteka hêzên eskerî yên Kurdistanî li Koban, Şingal û Kerkûkê, derbeyên hewayî yên giran li çeteyên DAIŞê dikevin.
Dewleta tirk ji vê yekîtî û berzbûna hêza kurdan bêzar e. Ji bo rê li ber van pêşveçûnên li Kurdistanê bigre û dîsa kurdan bindest û jihevbelavbûyî bihêle, serî li hemû şêwe û metodan dide. Jixwe têkiliya Tirkiyê bi DAIŞ û komên din ên çekdar li Sûriyeye, nema hewceyî şîrovekirin û eşkerekirinê ye. Hemû cîhan dizane ku ev teror li rojhilata navîn weha geş û berfireh nedibû, eger dewleta tirk û rêveberiya AKPê ew himbêz û destek nekiribûya.
Di demên pêş de, dê dewleta tirk zêdetir bi şêweyekî çetewerî bi ser kurdan ve were. Dê hewl bide li bakur û rojava çeteyan rêxistin bike û bi riya wan komkujiyan li dijî kurdan pêk bîne. Divê Tevgera Azadiya Kurdistanê ji vê yekê heydar be. Niha AKPê pêşiya vî şerê çetewerî xweş dike. Dibêje kurd li bakur sîstema xwe ya alternatîv ava dikin û rê li ber vê yekê divê were girtin. AKPê dê hewl bide bakur û rojava bê statû bihêle û hewl bide ku başûr jî qelis û bi Tirkiyê ve girêdayî, wek berê bimîne.
Gelê kurd niha li dijî hêza terorê ya herî xurt û xeter li ser mirovayetiyê şer dike. Eger gelê kurd li dijî DAIŞê bi serbikeve û wê ji heremê derbixe, divê azadiya xwe bi dest bixe. Divê qet destûrê nede hêzek din ku dîsa serweriya xwe li ser kurdan ferz bike. Divê Şingal û Kerkûk di nava xaka Kurdistanê de statûya xwe ya xweser werbigrin. Divê Rojava hîna xurtir bibe. Divê bakur xweseriya xwe raghîne û qet desthilatdariya AKPê ya hevkara DAIŞê qebûl neke. Di berxwedana kurdan a li dijî dagirkerên hevkarên DAIŞê dê hemû cîhan alîkar û hevkar be. Ji ber ku Kurd hêviya rojhilatek demokrat û pêşketî ne, dê hemû cîhan tekoşîna kurdan a rewa ji îro pê ve destek bike….