Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê mijara Sûriyeyê De Mîistura got, divê Kurd beşdarî nivîsandina Destûra Bingehîn a Sûriyê bibin û pê îşaret bi girîn giya cihê wan di diyarkirina siberoja Sûriyê de kir. Di heman demê de nûnerekî QSD´ê jî tevlî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê dibe ku doh li Washingtonê dest pê kir û wê heta 13´ê mehê dewam bike.

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku divê Kurd tevlî pêvajoya amadekirina Destûra Bingehîn a Sûriyê bibin. Nûnerê Taybet ê NY´yê yê Sûriyeyê Steffan de Mistura diyar kir ku divê Kurdên li Sûriyeyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn bibin.

 

Tirkiye êdî nikare Kurdan li derve bihêle

Li meydana navneteweyî heta niha nûneriya gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê di gelek platformên navneteweyî de hat astengkirin. Lê dema De Mistura li ser navê NY´yê ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA Novostî re got, nabe ku hebûna Kurdan neyê dîtîn û peyvên, “Pêwîst e Kurdên li Sûriyeyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê bibin” ew zexta Tirkiyeyê şikest. Êdî diyar e ku Tirkiye bi bertîl û şantaja siyasî nikare Kurdan li derveyî pêvajoya diyarkirina siberoja Sûriyeyê bigire.  

Hat zanîn ku rayedarên Neteweyên Yekbûyî di van çend hefteyên dawî de li bajarê Swîsreyê Lozanê, bi hin “komên muxalif” ên Sûriyeyê re li ser Destûra Bingehîn a nû daxivin û nêrîna wan digirin.


QSD beşdarî civîna koalîsyonê dibe

Li aliyê din nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD jî beşdarî civîna Kooalîsyona Navneteweyê ya li dijî DAIŞ’ê, dibin.  Civîn li paytexta Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) Washingtonê di navbera 11 û 13´ê Tîrmehê de tê lidarxistin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji nava QSD’ê, nûnerên wan jî beşdarî civîna koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bibin ku 70 welat di nav de cihê xwe digirin.

Di civînê, piştî ku DAIŞ li Mûsil û Reqayê têk çû, stratejiya têkoşînê wê bê nirxandin. Nûnerê taybet ê serokê DYE´yê yê di kooalîsyonê de Brett McGurk jî beşdarî civînê dibe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN