Li Ewrûpayê Kurd yekê ji civakên herî mezin ên ku encama koçberiya sedsala bihurî ne, pêk tînin. Lê belê, gelo tevî vê hêza xwe ya hejmarî jî, di siyasetê, civakê û zanistê de cihê wan di asteke guncaw de ye, pirsgirêkên di cîhana akademiyê de li pêşiya lêkolînên kurd çi ne û siberoja lêkolînên kurd çi ye? Dr. Cengiz Guneş bersiva van pirsên me da. Guneş doktoraya xwe di beşa siyasetê de li ser tevegra rizgariya Kurd li Bakurê Kurdistanê nivîsiye û niha li zanîngeha Open University (li Inigilistanê) li beşa lêkolînên siyasî û navneteweyî dersdar e.

Lêkolînên li ser koçberiyê bêhtir in

Guneş li ser koçberiya Kurdan got, hatina Kurdan a Ewrûpayê bi du pêlên sereke pêk tê yek ji van a salên 1960´î ye û ya diduyê dawiya salên 1980´yî dest pê dike. Ya didiuyan pêla penaberên siyasê ye û bi pirranî Kurdên ji Bakurê Kurdistanê hingê berê xwe didin welatên Ewrûpayê. Guneş dibêje, yên ku li ser koçberiya ji Tirkiyeyê ber bi Ewrûpave dixebitin bi pirranî bi rengekî KUrdan jî dinirxînin. Lê belê tişta derdive pêş dengvedan û tesîra vê koçberiyê li welatên Yekîtiya Ewrûpayê yan jî bandora têkiliyên Kurd û Tirk li Yekîtiya Ewrûpayê ye. Li ser vê mijarê Bahar Baser teza xwe ya doktorayê nivîsiye. Bilgin Ayata j’î li ser koçberiya KUrdan ber bi Ewropa ve lêkolînek kiriye. Li gorî Dr. Guneş xebatên li ser koçberiya KUrdan ber bi Ewrûpayê ve û li ser civaka Kurdan li Ewrûpayî nisbî bêhtir in ji lêkolînên li ser KUrdan ûn bi giştî, û li gotinên xwe zêde dike ku dîsa divê bêhtir xebat û lêkolîn li ser vê mijarê werin kirin.

Agahiyên xweserî Kurdan nayên berhevkirin

Li gorî Guneş li vê qonaxê sedema here sereke ya ku pêşiyê digire lli lêkolînên li ser civaka Kurd a li Ewrûpayê ew e ku li gelek welatên Ewrûpayê agahî û dane der barê civaka KUrd de têra xwe nayên berhevkirin. Ango Kurd ne weke Kurd, lê belê weke welatiyên dewletên jê tên tên dîtin û qeydkirin, ji ber vê jî agahiyên xweserî wan nayên berhevkirin. Dr. Cengiz Guneş vê yekê weke pirsgirêkeke mezin nabîne, lewma bi vê yekê re li şûna lêkolînên çendinî yên çawanî derketine pêş. Pirsgirêka sereke ji bo wî birêveirina bêhtir xebatên zanistî û nexasim jî bikaranîna rêbazên cihê ye. Guneş dema vê dibêje îşaret bi pirsgirêkeke din dike, ajandaya lêkolînan teng e(bi koçberî û întagrasyonê sînordar e), ji ber wê jî pêdiviya bi ferehbûna vê ajandayê weha derdixe pêş: ´civaka Kurd civakeke gelekî dînamîk e, gelek rûdan û geşedan hene. Lewma jî divê mirov rahêje aliyên wê hemûyan. Weke mînak i welatên ewrûpî vê dawiyê êdî Kurd di asta neteweyî û cihî de hêdî hêdî di siyasetê de dibin xwedî nûnerî; divê bûyerên bi vî rengî yên nû werin lêkolan. Lêkolînên ku civaka Kurd li navenda wan pêwîst in.´  

Lêkolînerên Kurd dikarin kalîteyê zêde bikin

Zehmetiyeke din a ku Guneş bal kişand ser ew e ku heta bi beriya demeke kurt yên ku li ser KUrdan nivîsîn, lêkolînerên emerîkî yan jî ewrûpî bûn, vê jî kiriye ku hilberandina zanîna akademîk li gorî kêmasiyên wan bi gewde bibe. Dr. Cengiz Guneş weha dirêjî da gotinên xwe: ´gelek lêkolîn di warê bikaranîna çavkaniyên ji destê yekê lawaz in yan jî ji ber ku nivîskarên wan bi Kurdî yan jî bi zimanên deverê nizanin nirxandinên baş dernaxin holê. Bûyereke erênî ye ku van dawiyan akademisyenên kurd zêde dibin û kalîteya lêkolînan zêde dikin.´
  
Desteka ji bo lêkolînên bi kêra dewletan tên

Guneş li ser qebûla siyasî ya Kurdan dibêje, li Ewrûpayê qebûla Kurdan a siyasî ne bi temamî ye, lê belê dîsa jî zext û qedexeyên ku tevgera rizgariya gelê Kurd dûçarî wan bê bêguman bandor li lêkolînên kurdî jî kiriye û ev mesele weha rave kir: ´lêkolînên akademîk di peydakirina fonan de zehmetiyan dikişînin, bi pirranî lêkolînên ku bi kêra dewletan tên tên destekkirin. Ev jî sedema ku têra xwe lêkolîn nebin li ser civaka Kurd. Ango çarçove û ajendaya xebatên zanistî teng tê hiştin û ev jî dibe ku bike ku tişta di nava civaka Kurd de diqewime bi tam neyê nirxandin û daneder. 
Guneş xweşbîn e û dibêje Kurd dikarin bibin mijara konferansan û di demeke nêzîk de hejmara van konferansan dibe ku zêde bibe. Li gorî wî ya herî girîng hebûna lêkolînên Kurdî ye, dixwaze ku akademîsyenên ciwan ên Kurd di xebatên xwe de akademîk bimînin.



LUQMAN GULDİVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN