Li rojhilat û rojavayê Reqqayê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku çend roj ji ber rewşa hewayê çalakiyên xwe rawestandibûn. Lê belê pêr şervanên QSD’ê ketin nava liv û tevgerê û pêş ve çûn . Di navbera şervanan û çeteyan de şerê dijwar didome ku li gorî agahiyên ji şengerên şer tên herî kêm 13 çete hatin kuştin. Li gel vê yekê j3i hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ′ê li gundê Cezera Ebû Şems komkujiyek pêk anîn, di encamê de 22 sivîl (di nav de jin û zarok) hatin kuştin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî êrîşên 5 rojên dawî yên artêşa Tirk û çeteyên wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê didomin û di êrîşên dawî de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di çend rojên dawî de tevgera şervanên Xezeba Firatê û pêşveçûna wan ji ber rewşa hewayê û toza zêde ya herêmê rawestiya bû. Pêr bi di demên şevê de careke din şervanên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pêşveçûna xwe dewam kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji qadên şer ragîhadine şervanên ku pêr bi şev ketin nava liv û tevgerê de ber bi rojhilatê Reqayê ve pêş ve çûn. Şervanan li gundê Hamrat Nesra ku dikeve 6 kîlometreyan rojhilatê Reqayê kirin hedef. Di gund de di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerê dijwar rû da.

Ji du milan ve êrîş

Di encamê de du tax ji gund hatin rizgarkirin. Heta niha jî di taxa dawî de şer dewam dike. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li milê rojavayê Reqayê jî gundên Serhebiya Şerqî û xerbî ji xwe re kirin armanc. Di encama pêçveçûna şervanan a li vir jî şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyan de rû da. Şerê li van gundan jî hîn didome.

Di şerê ji pêr ve ku hîn didome herî kêm 13 çete hatine kuştin. Lêgerîn û tevgera şervanan a li herêmên rizgarkirî didome.

Li gundê Cezera Ebû Şems komkujî 

Bi pêşveçûna şervanên QSD′ê ber bi bajarê Reqqayê ve, çeteyên DAIŞ′ê derbeyên giran dixwin. Ji ber vê yekê çete tola xwe ji sivîlan radikin. Di vê çarçoveyê de, çeteyan doh saet di 13.30′ê nîvro de derbasî gundê Cezera Ebû Şems ê dikeve gundewarên rojhilatê Reqayê bûn û şêniyên gund gulebaran kirin. Di encamê de 22 sivîl (di nav de du jin û du zarok) hatin kuştin.

Piştre çete li gund belav bûn, mal û milkên şêniyên gund şewitandin.

2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî êrîşên 5 rojên dawî yên artêşa Tirk û çeteyên wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê didomin û di êrîşên dawî de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya YPG’ê de hat diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk didomin û tê gotin:  “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin êrîş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava, berdewam dikin. Di dîroka 20.05.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrîşî gundên Maranez, Eyn Deqnê û Vîla Qadi yên girêdayî Efrînê kirin. Nêzikî 60 obûs avêtine heman gundan. Di heman rojê de li Efrînê komek çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrîşî Girê Iska yê li ser Cindirêsê kirin. Di encama vê êrîşê de 3 çete hatin kûştin û 6 çete jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de bi şev balefiren keşfê yên bê mirov û balefirên şer ên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN