
´Tirkiye di riya şaş de ye´
Ozsoy wiha got: “Ev pêngavek dîrokî ye. Divê Tirkiye vê pêngavê rast û baş binirxînie. Ger ku Tirkiye piştgiriyê bide Kobanê dê aştî pêş bikeve. Ji bo aştiya kurd û tirkan pir girfîng e. Divê Tirkiye vê firsendê tu çar ji dest bernede. Divê Tirkiye daxuyaniyên Birêz Abdullah Ocalan û daxuyaniyên rêveberên PKK ciddî bigire dest. Wekî Birêz Abdullah Ocalan got Kobanê bikeve dê pêvajo têkeve xeteriyê. Wê demê ne Birêz Ocalan û ne rêveberên PKK’ê nikarin kurdan rawestînin. Kurd êdî vê helwesta AKP’ê qebûl nakin. Êdî tiştekî kurd winda bikin tune. Kurdan bi bedelên mezin serkeftinên mezin bi dest xistin. Kesên fam nakin bila tenê li Halepçe, hezaran gundên hatine valakirin, bi milyonan penaberan û Roboskî binerin. Kurdên ku rastî ew qas trajedî hatine di Kobanî de be ser ketine. Di qada navneteweyî de prestîjek û heyraniyek mezin bi dest xistine. Her çiqas hêzên navneteweyî di aliyê diplomatîk û siyasî de piştgiri nedabin kurdan jî kurdan bi hêza xwe serkeftinek bi dest xistine. Kurd îro zahmetiyê bijîn jî dê sibê bi ser bikevin.”
‘Sûrî hevsengiya jeopolîtik ava dike’
Ozsoy, bal kişand ser girîngiya Sûriye ya ji bo Rojhilata Navîn û wiha berdewam kir: “Tirkiye van dînamîk û hêzen li herêmê nabîne. Tirkiye Sûrişe şiband Libya û Misirê. Lê Sûrî ji bo Rojhilata Navîn hevsengiya jeopolitîk e. Di rageşiya sûnî û şîîyan de Sûrî cihekî navend e. Îran ji bo xwe Sûriyê sedema hebûn û tunebûnê dibîne. Ji ber vê yekê naxwaze Esad têk biçe. Dîsa bûyerên Sûrî têkileyên Îsraîl û Fîlîstînê eleqeder dike. Rewşa Sûrî rewşa çar perçeyên Kurdistanê ji nûve bi teşe dike. Dîsa Sûrî ji bo polîtikayên petrolê ciheki taybet e. Dîsa ji bo DYA û Sûrî cihekî girîng e. Divê Tirkiye vê yekê bibîne.”
‘DYA li Iraqê bi ser neket’
Ozsoy, bal kişand ser polîtîkayên DYA’ê jî û bibîr xist ku DYA di polîtikayên Iraqê de be ser neket û wiha berdewam kir: “Bûyerên li Tunus, Misir û Libyayê ji ber geşedanên siyasî pêş ketin. Têkçûna Mubarek fikra ku dê Esad jî têk biçe pêş xist. Lê piştî birayên misliman ketin u tek çûn Esad bêtir di ber xwe da. DYA 11 salin encama ku dixwest li Iraqê bi dest nexistiye. DYA bêtir ji bo karibe bi Iraq û Îranê re têkildar be li ser Sûriyê ranewestiya.” Ozsoy, da zanîn ku Tirkiye j bo rejîma Esad li Sûrî têk biçe alîkariya çekan dan komên çeteyan û piştgiriya cebilxaneyê da çeteyan.
‘Raperîna civakî ye´
Doç. Dr. Ayhan diyar kir ku berxwedana gel a ji bo Kobanê daketin kolanan divê bi Kobanê re neyê bi sînorkirin, dema mirov bi tevahî dinêre ev berxwedan teqîneke li dijî komkujiya Şengalê, êrîşên li dijî Mexmûrê û bi taybetî jî li hemberî polîtîkayên ji bo Sûriyeyê ev 2 sal in tên meşandin e. Ayhan wiha axivî: “Ev hemû bi Kobanê re êdî bûye stratejî polîtîkayeke nayê qebûlkirine. Li hemberî polîtîkayên ku Enqere li dijî kurdan dimeşîne hatiyeasta teqînê. Ev bûyerên tên jiyîn tevgera kurd a li Tirkiyeyê û civak gelekî bi bandor kir. Stratejiya dagirkirina Kobanê û piştgiriya Enqereyê ya ji bo vê polîtîkayê ya bi aweyekî rasterast anî asteke ku êdî nema were qebûlkirin. Ji ber vê yekê bûyerên ku ev 20 roj in li Kobanê diqewimin li Tirkiyeyê vedugere asta îsyaneke civakî.”
‘AKP fêm nake´
Ayhan destnîşan kir ku bûyerên tên jiyîn hatine asta veguherandina îsyaneke civakî ye û wiha berdewam kir: “Pêşengiya vê tevgera kurd dike lê îro derdorên azadîxwaz jî piştgiriyê didin vê muxalefetê.” Ayhan bal kişand li ser zimanê cudakar a ku hikûmet bi kar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku hikûmet vê yekê dike li pişt wî hêzeke civakî jî heye. Em vê dibînin. Ji ber vê yekê di nava civakê de cudabûn wekî li Sûriyeyê zû pêk tê. Zimanê ku desthilatdar bi kar tîne dibe ku cudabûna di navbera civakê kûrtir bike. Lê heke hikûmet wisa bidomîne, ji bo daxwazan tiştekî neke li Tirkiyeyê tevgera muxalefetê dikare bê asta ku desthilatdarê biguherîne.”
´Tirkiye nabe model´
Ayhan da zanîn ku Tirkiye li hemberî pêşketinên li Rojhilata Navîn nikare modeleke pêş bixe û wiha pê de çû. “Îxtidar ji ber ku vê yekê nikare pêş bixe modeya xwe li ser gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ferz dike.” Ayhan anî ziman ku heke Tirkiye ji bo muxalefetên ku pêş dikeve modelan pêk neyne ev yek dê hilweşîna wî jî bi xwe re bîne. Ayhan wiha got: “Ji ber vê yekê bûyerên diqewimin dikarin ji guhertinên cidî re rê veki û ev guhertin jî di warê demokratîkbûnê pêşengiyê ji bo modeleke bike. Ji ber vê em niha ketine nava pela guhertin û veguhertineke pir mezin.”
DIHA/STENBOL