Kurd li ku dera Plan û Geşeya Çînê ne?

  • Heger hêzên Kurdî gefa xerakirina tenahî û aramiyê li Çînê bikin; ez bawer dikim, ew gefxwarin dibe bingehekî girîng ji bo ku Çîn hesabê wan bike û balansên hêzê li vê herêmê biguherîne.

SEEVAN SAEED* 

 

Yek ji xisletên pirr balkêş û taybet ên siyasî û çandî yên Çînê, yê ku dibe wekî mifteya serketinê jî were hesibandin; ew e ku Çîn pirr baş dikare dinyayê nas bike. Pirr çalak bûye ji bo naskirina çand û siyaseta welatên dinyayê. Lê belê, Çînê nexwestiye yan jî nehiştiye ku dinya wê nas bike. Ji ber vê yekê jî, bi pirranî ya xemilandin û hesabên siyasî û civakî yên dinyayê ji bo Çînê şaş in yan jî bi temamî dûr in ji rastî û kûrahiya mane û delaletên siyasî û civakî yên Çînê.

Heger ev siyaseta Çînê ta roja îro jî wekî tiştekî pozîtîf hatibe xuyakirin jî lê ji îro û pê ve êdî Çîn nikare vê siyasetê bidomîne. Êdî Çin neçar dimîne ku ji ber çavên dinyayê nede alî, nabe ku veşartî be. Ew geşedan û bipêşketina bi lez û mezin a ku Çîn tê re derbas dibe, wê neçar dike ku xwe nîşanî dinyayê bide. 

Arîşe û tengasiya ku li pêşiya Çînê heye, ne tenê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yanî Emerîkaya zebelah a bê dîrok û bê çand e. Heta Yekîtiya Ewrûpayê, û siyaset û çanda wê jî nîne. Tirs a mezin a Çinê li aliyekî ji Hindistanê ye, li aliyê din jî çanda tundraw a Îslamî ye ku Rojhilata Navîn navenda wê ye. Rastî ew e ku tişteke Hindistanê ya ji Çînê kêmtir nîne. Heger heta îro hêza Hindistanê bi zelalî nehatibe dîtin jî, Çîn pirr zelal hêza çandî, siyasî û aborî ya Hindistanê û xetera wê li ser xwe dibîne. Ji vê peywend û serwextiyê de gava ku hêzeke firerehend yanî pirralî, zengîn û kurewî ya wekî Çînê ya bi lez u bez geş dibe, gelo Kurd û Kurdistanê li ku dera plan û siyaseta xwe de bi cih dike? Kurd li ku dera plan û siyaseta wê de ne?

Gelo Kurdên dûrîçavê siyasetê û Kurdistana bindestê zordaran, dikarin tişteke balkêş nîşanî dinyayê bidin da ku Çîn bixwaze hesabê wan bike? Ya ji vê jî giringtir ew e, gelo Çîn dixwaze hîç hesabekî ji bo Kurdên lawaz û bê dewlet bike? Xasma jî gava dibîne ku çar dewletên neyar û dagirker li derdora Kurdistanê hene ku dikarin temah û planên mezintir û baştir ji yên Çînê bikin?

Tenê yên fermî qebûl dike

Tişteke balkêş ew e ku Çîn yekane dewleta dinyaye ye ku dikare têkiliyên hevpar û berember digel gelek dewletên nakok û dijmin de çêke; bêyî ku bandoreke nêgatîf li ser Çînê çêkin. Weke nimûne, Çînê digel Erebistana Siûdî, Îran û Îsraîlê jî têkiliyên erênî û germ hene. Em dizanin ku navbera van sê welatan hertim aloz û xerab e. Nakokiyên dirokî, siyasî, olî û mezhebî jî di navbera van sê welatan de hene. Navbera Çîn û Ermenistanê û Tirkiyê jî xweş e û peywendiyên wan erênî ne. Eynî wextê, em dibînin ku navbera van her du welatan ne baş e.

Sirra vê serketina Çînê li du xisûsan digere. Ya yekê ew e ku Çîn di hundir de, xwedan gotareke neteweyî ya bihêz û yekgirtî ye. Bi temamî arîşe û pirsgrêkên nav xwe, kontrol kirine. Qet nebe, dîmenê Çînê yê mirov ji derve ve dibîne, dîmenekî bihêz û yekgirtî ye. Xisûsa diduyê jî ew e ku Çîn bi temamî rêzê digire ji îrade û nasnameya fermî ya olî, çandî û siyasî ya dewletên dinyayê re. Çîn hergîz naxwaze arîşe û kêşe digel nasnameya Îslamî ji bo mînak bi Pakistan û Malezyayê re çêke. Digel nasnameya neteweperest a Erebî, Tirkî û Ermenî ti caran pirisgirêkê çênake. Ji bo Çînê, ne girîng e ka navbera mezin a aborî û siyasî ligel dewletên faşîst û nijadperest ên weke Tirkiye û Îranê bi pêş bixe. Heta, ne girîng e ku prensîpên xwe yên îdeolojîk û şoreşgerî paşguh bike û hîç hesabekî ji bo tevgereke wekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) neke; egerçî her du -Çîn û PKK- xwedan îdeolojî û nirxên şoreşherî yên nêzî hev jî bin. Her ji ber vê yekê, Çîn tenê û tenê dixwaze têkilîyên aborî û fermî ligel welat û dewletên fermî bi pêş bixe; bêyî ku girîngiyê bide bi rewşên siyasî û pirsgirêkên civakî û çandî di hundirê wan dewletan de. Heta, di Civata Neteweyên Yekbûyî de jî, Çîn her tim xwe ji nîşandana arîşeyên hundirî yên welatên dinyayê dûr digire. Ev jî yek astengiyên mezin e li pêşiya gel û netewên bê hêz, nefermî û bê dewlet, zanî ew miletên weke gelê Kurd ên ku welatê wan Kurdistan di bi destê çar dewletên dagirker ve hatiye dagirkirin. 

Sê parçeyan hîç nabîne

Roja îro, Çîn ne amade ye ku peywendiyeke fermî û nîvfermî ligel hêzeke Kurdî û Kurdistanî li sê parçeyên Kurdistanê ava bike: Em behsa parçeyên Kurdistanê yên ku Îran û Tirkiyeyê dagir kirine û Rojavayê Kurdistanê dikin. 

Herçî têkiliyên bi Başûr re ne, tenê bi rêya konsolosa xwe ya li Hewlêrê, hin têkiliyên ne fermî û di çarçoveya karên fermî yên bi dewleta Iraqê re, têkiliyeke kêm û piçuk bi Kurdan re jî çêdike. Esas, em dikarin bibêjin, di çarçoveya têkiliyên xwe yên bi Kurdan re, Çîn ti caran karekî nake ku bi ne dilê her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê be. 

Lê belê, pirsa me ne ev bû. Me xwest bizanin ka gelo Kurd û hêzên siyasi û çandî yên Kurdan dikarin tiştekî pêşkeşî Çînê bikin da ku neçar bimîne ku hesabê Kurdan bike? Qet nebe di paşerojeke dûr de jî bibe sede a xêrê ji bo gelê Kurd û welatê wan Kurdistana dagirkirî?

Ez bawer dikim ku Kurd dikarin bi du şêwazan yan jî bi du awayan xwe nîşan bidin û bala Çînê bikşînin ser xwe. Ya yekê ew e ku Kurd bibin xwedî performanseke pozîtîf, salim, paqij û modern. Hem wekî gel û netewe hem jî wekî siyaset û aborî. Kurd dikarin weke miletekî vê serdemê, xwe amade nîşan bidin ji bo xwe guhertin, û xwe adaptekirina ligel rewşa nû ya dinyayê û hatina Çînê wekî serdarê dinyayê. Çawa ku  Inglîz dibêjin: ew dikarin bi aqlê selîm tevbigerin yanî "they could play cool". Ez dizanim ku ev şêwaz nikare bi avayekî bi lez û pirr bi bandor Çîn neçarî bike ku hesabê Kurdan bike. Lê belê, jixwe ji bo rojavayê dinyayê jî Kurd naçar in ku xwe wisa nîşan bidin; ji bo Çînê jî heman siyaset lazim e. Yanî Kurd lazim e wekî miletekî modern, salim û aqlê selîm xwe nîşanî Çînê bidin. 

Ecêb be jî hûn tehlûke bin Çîn hesabê we dike

Şêwaza diduyê ew e ku Kurd karibe gefaa têkdan û xerakirina aramî û tenahiya derdora xwe bin. Heger hêzên Kurdî gefa xerakirina tenahî û aramiyê li Çînê bikin; ez bawer dikim, ew gefxwarin dibe bingehekî girîng ji bo ku Çîn hesabê wan bike û balansên hêzê li vê herêmê biguherîne. Ez pişt rast im ku ev gotin ji bo xwînerên vê meqaleyê pirr ecêb û seyr in. Lê belê, heger em baş li projeya mezin a Çînê (Înîsiyatîf a Rê û Kemberan - Belt and Road Initiative BRI) binihêrin û ji wê fêm bikin, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Kurd dikarin hem projeya Çînê biparêzin hem jî projeya wê xera bikin. Lewma projeya wê ya mezin BRI bi neçarî di nav axa Kurdan re derbas dibe. Aramî û tenahiya mintiqê jî di destê Kurdan de ye.

Heger bi xeyal û bi çavên Kurdan temaşeyî nexşeya Rojhilata Navîn û beşê rojava yê behra Hezarê (Qezwin) û behrên Spî û Reş û tenê li Stenbolê jî binihêrin, em dikarin bi hêsanî vê yekê bibînin ku her yek ji wan cihên Avî û bajêrên mezin ku li ser rêyên bazirganiyê û rêya projeya mezin a Çinê hene; kêm yan jî zêde di bin rehmeta çek û kontrola hêzên Kurdî de dimînin. Kî dikare bibe garantor ku bajêra Qersê li bakurê Kurdistanî, bajarê Êrîvanê li Ermenistanê, Şengal û rêya hesinî û rêya veguhestina neftê nekevin bin rehmeta dest û çekên Kurdan?

Heger arîşeya mezin ji bo projeya Çînê, nakokiya navbera Hindstan û Pakistanê de be, heger Tengava Hurmiz û Kendav beşeke girîng bin ji bo asayîş û aramiya projeya Çînê, misoger bêyî kefîliyeke razîbûn û dilxweşkirina Kurdan, projeya Çînê nikare serketî biçe serî.
 
Çînê fêm bikin xwe nîşanî wê bidin 

Halê hazir, du tiştên pirr girîng li pêşiya Kurdan hene. Ya yekê fêhmkirineke rast û mehkem ji bo rastîneya dîrok, çand, siyaset û aqliyeta Çînê ye. Ya ji her tiştî girîngtir jî ew e ku bipêşveçûna bi lez û mezin a Çînê divê were fêmkirin. Ya diduyê jî ew e ku lazim e Kurd pirr çalak dest bi xwenîşandanê bikin li hemberî Çînê. 

Wekî din, ez dixwazim bibêjim, bi van du şêwazên min behsa wan kirî re di heman wextê de du arîşeyên mezin û çaresernekirî tên pêşiya me. Ya yekê ew e ka em qala kîjan Kurdî dikin? Em ji kîjan Kurdî dixwazin ku li hemberî Çînê xwe nîşan bide? Bi qasî ku ez agahdar im, Çîn pirr baş Kurdan nas dike. Dizane Kurd çi qas ji hev du hez nakin û neyarên hev in. Dibîne Kurd çi qasî bê çare û belengaz in. Ji ber vê yekê, lazim e Kurd bi rastî û bi ciddî dest bi jiyana nû bikin. Lazim e Kurd bikevin nava dîrokê. Hesabekî ciddî ji bo xwe û ji bo dinyayê bikin. Herî kêm, bila Kurd heman şaşîtiya serdemên beriya niha dubare û bîstbare nekin. Îro dem dema ji nû ve çêkirina nexşeya Rojhilata Navîn e, li gorî Çînê û modela Çînê. Lazim e Kurd jî bi awayekî cuda dîsa ji nû ve dest pê bikin. 

Arîşeya diduyê ew e ku Kurd ne tenê Çînê nas nakin; belkî xwe ji nas nakin. Kurd nizanin ka di cewherê xwe de xudan du hêzên mezin in. Bi tenê bi aktîfkirin û rêxistinkirina van her du hêzan dikarin bikevin dîrokê. Bi kurtasî, ew du hêzên ez behsa wan dikim jî ev in: a) Kurd dikarin bibin aktorê paqij, salim û emîn. b) Kurd dikarin bi hêsanî çarenivîsa aramî û nearamiya herêmê bigrin destên xwe.

Heger Kurd fêr bibin xwe nas bikin û ji vê belengazî û nakokîya navxweyî xwe xilas bikin, her wisa jî dest bi naskirina Çînê bikin û nîşanî Çînê bidin ku ew dixwazin bibin alîkar ji bo projeya wê ya mezin; miheqeq dikarin bi rola xwe ya girîng rabin. Ez piştrast im ku heger Kurd nîşanî Çinê bidin ku dikarin bibin parêzwanê asayîş û aramiya vê herêmê, misoger e ku Çîn jî ji bo xatrê projeya xwe ya pirr mezin, siyaseta xwe li hemberî Kurdan biguhere û peywendiyeke pozîtîf û hesabekî ciddî ji bo Kurdan, Kurdistanê û serweriya Kurdan dike.

* Li Zaningeha Lanzhuo ya li Çînê mamoste ye.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.