Tevî malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez , nûnerên saziyên Fransî û Kurd tevli çalakiya bîranînê bûn. Girseyê çeleng danî ber deriyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û daxwaza aşkerakirina kujeran kir. Girse danê nîvroyê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan li hev kom bû. Girseyê dest bi meşê kir û pankarta; “Beriya du salan Sakîne, Leyla, Fîdan, îro jî Charlie Hebdo” li ser hatibû nivîsandin hat vekirin û wêneyên sê jinên Kurd ên şoreşger û karîkaturîstên di êrîşa Charlie Hebdo de hatibûn qetilkirin hildan. Di meşa bi awayekî bêdeng pêk hat de, çelengên li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK, PKK, TJKE-E, KCD-E, FEDA, Komalên Ciwan, PYD, YPG û YPJ’ê hatibûn amadekirin hatin hilgirtin. Di berdewama meşê de strana “Sê Jinên Azad” a bi dengê Delîlayê hat vekirin. Malbatên Cansiz û Dogan li pêşiya meşê cih girtin û di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û pankartên “Ez Charlie, Sakîne, Fîdan û Leyla me” û “Barbarî li Parîs û Kobanê dikujin”, “Charlie Kurd e, Kurd Charlie ye” vekirin.
 
Çeleng danîn

Piştî meşa bi awayekî bêdeng pêk hat, girse gihîşt ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û li ser navê saziyan çeleng û destegul danîn ber buroya ku her sê jinên Kurd tê de hatibûn qetilkirin. Piştre ji bo bîranîna her sê jinên Kurd û kesên di êrîşa Charlie Hebdo de hatibûn qetilkirin, rêz hat girtin. Axaftina destpêkê ji aliyê nûnerê Konseya Demokratîk a Kurdan a Fransayê Rustem Ozay ve hat kirin. Ozay her sê jinên Kurd û kesên roja çarşemê di êrîşa li dijî Charlie Hebdo pêk hat de hatin qetilkirin, bi bîr anî. Ozay bi bîr xist ku gelê Kurd û malbatên şehîdan her carê daxwaza xwe ya ji bo edaletê diyar dikin û got: “Komkujî beriya du salan pêk hat. Serokkomarê Fransayê Hollande û Wezîrê Navxweyî yê wê demê Manuel Valls, dan diyarkirin ku ew ê komkujiyê ronî bikin. Du sal derbas bû lê komkujî nehat ronîkirin.” Ozay da zanîn ku her çendî Kurdan gelek caran daxwaza hevdîtinan kirine lê heta niha rayedarên Fransa tu bersiv nedane daxwazên Kurdan.

‘Nebin welatê komkujiyan‘

Piştî Ozay Virginie Dusen axivî û wiha got: “Îro divê êşa Charlie Hebdo, êşa Kurdan bibe êşa Fransayê.” Dusen bi bîr xist ku her du komkujî jî roja çarşemê pêk hatin û da zanîn ku barbarî berdewam dike. Dusen da zanîn ku li Fransayê roja şînê hat îlankirin û got: “Divê êdî Fransa nebe welatê komkujiyan, divê Fransayê nebe welatê komkujiyên tarî, divê li Fransayê demokrasî bê axaftin, divê em behsa edaletê bikin.” Piştî Dusen nûnerên 18 partiyên Fransî, nûnerên sendîka axivîn.
Li ser navê Koordînasyona Neteweyî ya Fransayê û Kurdistanê Mireille Court axivî. Court da zanîn ku ew careke din daxwaza edaletê dikin.

Hasan Dogan û Îsmaîl Cansiz jî di bîranînê de axivîn û da zanîn ku wê çalakiyên wan ên ji bo edaletê berdewam bikin. Malbatên Cansiz û Dogan êrîşa li Fransayê pêk hat jî şermezar kirin. Bavê Fîdan Dogan wiha got: “Em baş bi êşa malbatan dizanin. Divê demeke zû komkujiya ku sê jinên Kurd tê de hatin qetilkirin bê ronîkirin.”

PARÎS