
Dawiya hefteyê li seranserê Ewrûpayê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ve çûn. Li bajarê Elmanyayê Siegenê ji bo Ocalan û girtiyên siyasê kon hat vedan, li bajarê Franseyê Rennesê Kurdistanî û dostên wan bi heman armancê meşiyan. Kurdistaniyên li devera xweser a Rûsyayê Adigeyê jî Kurd civiyan û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û doza azadiya wî kir.
Li Sîegenê bi pêşengiya jinan li dijî tecrîdkirina Ocalan kon hatin danîn û çalakiya rûniştinê hate kirin.
Endamên Meclîsa Jinan a Pakîze Nayir, çalakiya rûniştinê kir û konê agahdarkirinê ji bo du rojan danî. Çalakî di cihê herî şên ê bajêr li Kolner Torê li dar ket, roja înê û şemiyê elaqeyeke mezin a gel ji bo çalakiyê hebû. Di kon de li ser pergala êşkenceyê ya li Imraliyê ya li dijî Ocalan agahî hatin dayîn û her wiha binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê jî bûne rojeva axaftinan, bi sedan belavok hatin belavkirin.
Li dijî şer û ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Franseyê Rennesê jî meş li dijî şer û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.
Partî, sazî û gelên cuda, bi şiyara ‘Na ji şer re, erê ji aştiyê re’ meşek li dar xist.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rennesê jî bi rengekî girseyî tevlî meşê bû.
Bi sedan kesên li Meydana Charles de Gaulle civiyayî, ber bi Meydana Republique meşiyan. Kurd bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, reng û alên xwe tevlî meşê bûn. Û bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê. Di dawiya meşê de mîtîngek hate lidarxistin û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî axaftin hate kirin.
Li Adigeyê Kurdan got êdî bes e
Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê bi mebesta tecrîdkirina Ocalan, civînek li dar xist. Di civînê de gelek Kurdistanî hazir bûn. Alîkarê Hevserokê Otonomiyê, Xwedê Ehmed got, dewleta Tirk a faşîst bi tecrîdkirina Ocalan dixwaze vîna Kurdan bişkîne, lê Kurd bi xurtkirina têkoşîna xwe, wê tecrîdê pûç bikin. Ehmed wiha peyivî: “Tecrîda ku dewleta Tirk a faşîst li ser Ocalan daniye di dîrokê de mînaka wê nehatiye ditin. Li dijî vê tecrîda dijmirovî hêzên navdewletî bêdeng dimînin û wiha destekê didinê. Bi vê tecrîdê dixwazin ku vîna Kurdan bişkînin. Kurd xwedî wê şiyanê ne, vê lîstika gemarî pûç bikin û wê ji vê zilmê re serê xwe netewînin. Dibe ku em bi hezaran kîlometre ji Kurdistanê dûr bin. Lê divê em bi helwêst û têkoşîna xwe li Rêberê xwe xwedî derkevin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN