
Heya îro ji bilî Rûsyayê tu welat û saziyên navnetewî ji bo rêvebera Rojava tevlî hevdîtina bibê tu hewldan nedan û ji bo ku balê bikişînin ser vê bê eleqederbûnê çalakî lidarxistin. Ji organizatorê çalakiyê Serokê Meclîsa Gel a Bernê Hanefî Ceylan got, aramca wam eve ku daxwaziyên 40 milyon Kurdî bidin diyarkirin. Ceylan diyar kirin ku Şoreşa ku li Rojava tê jiyîn ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn a bê pêk aninde rêbazê jiyaniye. Ceylan di axaftina xwe de got, li rojava hat dîtin ku gelek Çand-etnîsîte û cîvak dikarin di nav hevde û di nava aştiyê de bijîn. Ceylan got bi çalakiya xwe em dixwazin ji raya giştî re bidin diyarkirin ku, 40 milyon Kurd bê statû tê hiştin.
Di çarçoveya çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û li ser daxwaziyên rojava agahdarî hatin kirin.
Çalakiya ku doh dest pêkiribû îro dê Meclîsa Jinan a Mizgîn a Bern dewr bigire. Çalakî dê bi mitînga ku 22’ê mehê bê li darxistin bi dawî bibe.
Mîtîngên li Almanyayê
Ji bo Kurd di konferansa Cenevre-2 ya li ser pêşeroja Sûriyeyê de bên temsîlkirin, Kurdên li Almanyayê dest bi rêze çalakiyan dikin.
Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) beriya civînên li Cenevreyê yên 22’ê Çileyê, daxuyaniyek da û bang li hemû Kurdan kir ku beşdarî çalakiyên ji bo temsîlkariya Kurdên li Rojava li Cenevreyê bibin.
Bernameya mîtîngên YEK-KOM’ê yên bi vê armancê lidar bixin, wiha ye:
STÛTTGART
15’ê Çile 2014 saet 14:00
Li ber avahiya Sefaretxaneya Fransayê
FRANKFÛRT
15’ê Çile 2014 saet 10:00-12:30
Li ber Sefaretxaneya DYA: Giessenerstrasse 30
HANNOVER
16’ê Çile 2014 saet 13:00
Li ber avahiya Sefaretxaneya Fransayê
BONN
16’ê Çile 2014 saet 15:00-18:00
Li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY)’ê: Heussalle Kurt Schumacherstrasse
BERLÎN
16’ê Çile 2014 saet: 13:30
Li ber Sefaretxaneya Bilind a DYA: Brandenburger Tor, Parieser Platz
HAMBÛRG
17’ê Çile 2014 saet: 14:30
Li ber avahiya Sefaretxaneya DYA
BREMEN
17’ê Çile 2014 saet: 15:00
Li ber Stasyona Navendî
MUNCHEN
17’ê Çile saet: 15:00-17:00
Li ber avahiya Sefaretxaneya DYA: Koniginstrasse 5
FREIBÛRG 18’ê Çile 2014 saet: 16:00
Navenda bajêr / Kartofelmarktplatz
Çalakiya li Kopenhagê
Nûnertiya PYD’ê ya Danîmarkayê bi daxwaza ku pirsgirêka Kurd di civîna Cinêve-2 bê gotûbêjkirin, dê li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyekê lidar bixe.
Xwpişandan dê di 17’ê çile roja yekşemê saet di 14.00’an de li ber avahiya NY’ê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bê lidarixistin. Nûnertiya PYD‘ê bang li hemû Kurdistaniyên li Danîmarkayê kir ku tevlî xwpêşandana wan bibin.
Hate ragihandin ku xwêpêşandêr wê di çalakiyê de bi nûnerên NY’ê re jî hevdîtinekê pêk bînin û helwesta Kurdan ji wan re ragihînin.
NAVENDA NÛÇEYAN