Qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar li Parîsê, li bajarên Swêd Goteborg û Stockholmê bi xwepêşandanan hate protestokirin. Kurdistaniyên ku di destê wan de wêneyên ji damezêrnerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û çalaka ciwan Leyla Şaylemez hebûn, bi dirûşiman komkujiyê protesto kirin.Li ser navê PKK, PÇDK û PYD’ê axaftin hatin kirin û ji hate destnîşankirin ku dûvikên dewleta kûr dixwazin daxwazên aşitî û azadiyê yên gelê Kurd biçewisîne.

Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê jî dijîn berê xwe dan balyozxaneya Tirk a li Swêdê û komkujiya li Parîsê bi meş û mitîngan protesto kirin.
Kurdistanî ji navenda Stockholmê meşiyan balyozxaneya Tirk a li semta Djurgordenê. Derdora 300 Kurdistaniyên ku wêneyên her sê jinên Kurd di destê wan de bûn bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Ji Ocalan re Azadî” qêriyan.  Bi heman mabestê li bajarê Innsburgê yê Awusturyayê jî çalakiya Kurdan hebû. Protesto saet di 14.00 de bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan dest pê kir. Di çalakiyê de daxuyaniyên bi Kurdî, Almanî û Tirkî hatin kirin û belavok hatin belavkirin.

Li Awustralyayê çalakî

Qetilkirina her sê jinên Kurd li parzemîneke din ango Awusturyayê hate protestokirin. Kurdistaniyên li bajarê Melbourne ya Awustralyayê dijîn bi xwepêşandanekê komkujiyê protesto kirin. Çalakiya rûniştinê ji aliyê Komeleya Kurdistaniyên Victoria û Federasyona Komeleyên Kurd ên Awustralyayê ve hate organîzekirin. Çalakî pêr li qada Federasyonê ya li navenda bajêr pêk hat û derdora 100 Kurdistanî beşdar bûn. Di çalakiyê de, Kurdistaniyan wêneyên her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan ûn bi dirûşim û dovîsan nelet li komkujiyê barandin.

Kurdên li Kanadayê di çalakiyê de bûn

 Komkujiya ku 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, Kanedayê hate protestokirin. Kurdistaniyên ku li bajarê Toronto ya Kanedayê dijîn, bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê şermezar kirin. Komîteya Jina Azad a Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku ev komkujî li hemberî têkoşîna azadiya jina Kurd pêk hatiye û bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd teqez dê hesabê komkujiyê bipirse û bal kişand ku dê jinên Kurd têkoşîna xwe xurttir bikin.

Komkujî  hate şermezarkirin

Komkujiya Parîsê li paytexta Norwec Osloyê bi meşek girseyî hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên li Oslo û der dora wê, ku gelek ji nuner û endamên partî û rêxistinên cuda pêk dihat,  li ber Wezareta Karê Derve ya Norwecê kombûn û bi meşek girseyî heta ber derê balyozxaneya Tirk a li Osloyê meşiyan. 500 Kurd, ku gelek ji wan Jin û zarok bûn, di despêka meşê de bi çelenga reş a ku li ser nivîsa em ‘komkujiya 3 jinên Kurd şermezar dikin’ hatibû rakirin. Her wiha pankartên wek ‘Kujer Tirkiye, Azadî bo Ocalan, Kurdistan dibe gora faşîsmê’ û ala PKK, KCK, PJAK, PYD û herêma Kurdistan hat vekirin.

Li Romayê çalakî

Kurdên li paytextê Îtalya Romayê jiyan dikin, komkujiya 9’ê Çileyê li Parîsê pêkhat şermezar kirin. Kurdên ku di demjimêr 10-13’an de li ber konsolosa Fransayê çalakî pêkanîn, qetilkirina ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez protesto kirin û xwestin qatil demek ji demekê zûtir bêne dîtin û derbêxin beramberî dadger.  

London û Madrîd

Qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd yên jin yên li Parîsê li paytextê Îngilîstan Londonê û paytextê Îspanya Madrîdê bi xwepêşandana hatin protesto kirin. Li Londonê nêzî 500 kes di demjimêr 13.00’an de hatin gel hev û komkujî şermezar kirin. Di çalakiya ku daxuyaniyên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hatin de, belavok hatin belavkirin.  Protestovanên ku ji ber Balyozxaneya Tirkiyeyê heya Balyozxaneya Fransayê meşiyan, piştre rêya li ber Balyozxaneya Fransayê diçe li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê pêkanîn. Li vê derê sloganên “hevkar Fransa” hatin qîrîn.
Li paytextê Spanya Madrîdê jî komek ya Kurdan piştî nîvro li Qada Puerta de Sol kombûn û komkujiya li Parîsê protesto kirin. Protestovanên ku bê navber sloganên “Şehîd namirin” avêtin Spaniyên derdorê jî piştgirî danê.  

 NAVENDA NÛÇEYAN