Dewleta Tirk li hember têkoşîna Kurdan her êrîş û polîtîkayên hovane dixe meriyetê, lê dîsa jî nikane pêşiya pêşveçûn û destketiyên Kurdan ên civakî û siyasî bigire. Polîtîkayên hikûmeta Tirk li hundir û li derveyî welat her diçe lawaztir û bêbandor dibin, lê li beramberê vê yekê, Kurd ji hêla siyasî û civakî ve hên zêdetir bandorê li ser pêşketinên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dikin.
Ev pêşketin, guhertinên civakî, siyasî, dîplomatîk û psîkolojîk jî bi xwe re tînin. Him Kurd bi xwe û him jî xelkên din ên ku pê re dijîn, dikevin bin bandora vê rewşê. Wek gotineke pirr tê serziman; “Kurd ne Kurdên berê ne!“, lê herwiha xelkên din jî êdî ne xelkên berê ne. Bi taybetî nêrîn û helwesta xelkê Tirk a li hemberî xwestek û mafên Kurdan diguhere. Ji xwe anketên dawî nîşan didin ku ji sedî 70’yî civaka Tirkiyê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê, dixwazin pirsgirêka Kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û Kurd jî bikanin mafên xwe yên civakî û siyasî bikarbînin.
Li Tirkiyê mercên civakî û siyasî gişt rejîmê mecbûr dihêlin, ku gorî rastiya xelkan ji nû bê avakirin û mafên her xelkan bi qanûneke bingehîn a nû ve bê mîsogerkirin.
Ev du sal in, di hêla Kurdan de gelek pêşketin pêk hatin û Kurd hê zêdetir li qadên rêveberiya dewletan xuya dikin û pirsgirêka Kurd hê zêdetir dibe mijareke sereke ya dîplomasiyê.
Ji xwe di nava bîst salên vê dawiyê de rêveberiyên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê piranî ketin destê Kurdan. Sala çûyî jî Selahattîn Demîrtaş, wek namzedê Tevgera Azadiyê ya Kurdî tevlî hilbijartina serokomariya Tirkiyê bû û ji sedî 10 deng stand. Vê yekê tabûyên dewletê qelişandin. Ji ber ku cara yekê bû ku Kurdek bi nasnameya xwe ya Kurdî dibû namzedê serokatiya dewleta Tirk a ku nasnameya Kurdî red dike…
Qelîşîna tabûyên rejîma Tirk ên dijkurd, bi daxuyaniya deklarasyona Dolmabahçeyê ya di 28’ê Sibat a îsal de ji raya giştî re hate aşkerekirin re hê firehtir bû. Li gel vê yekê; jiholêrakirina vê prosesê, zêdebûna despotîzma Serokomarê Tirk R.T.Erdogan û pêşxistina şerekî mezin li dijî Kurdan jî nekanî pêşiya pêşketinên Kurdan bigire…
Ev yek, bi encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê ji hêla Kurdan û xelkên din ên li Tirkiyê ve hate îspatkirin. Partiya Kurdan û Tirkên demokrat Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 13.1 deng stand û bi 80 parlamenteran di Parlamentoya Tirkiyê de şûna xwe girt. HDP, ne tenê Kurd, herwiha nasnameyên heta îro ji hêla rejîma Tirk ve hatine înkarkirin, ên wek Ermenî, Êzîdî û Elewî jî bi HDP’ê di parlamentoyê de xwedî nûnertiyê bûn…
Yanî têkoşîna Kurdan hêdî hêdî her nasnameya etnîkî û baweriyê, herwiha Tirkên demokrat û xwedî wijdan jî dixe bin bandora xwe û hêviya jiyaneke wekhev û adil bilinditir dike…
Siyaseta Kurdî roj bi roj rejîmê bi guhertinê re rû bi rû dihêle. Ji ber vê tirsê, bi taybetî jî Recep T. Erdogan û partiya wî ya dijkurd AKP, li dijî HDP’ê her cûre lîstikên siyasî bikar tînin, lê dîsa jî nikanin pêşiyê bigirin.
Piştî ewqas hewldanên dervehiştinê, di dawiyê de mecbûrî man, HDP’ê jî tevlî hikûmeta hilbijartinê bikin. Yanî HDP dibe şîrikê hikûmeta Tirkiyê!..
Her çiqas parlamenterên wê yên ji xelkên din jî hebin, HDP wek partiya Kurdan tê naskirin û li ser dînamîkên Tevgera Azadiyê ya Kurdî hat damezrandin û gorî îdeolojiya wê siyasetê dimeşîne.
Yanî; di dîroka Komara Tirk a dijkurd de ev cara yekê ye ku Kurd bi nasnameya xwe di hikûmetekî de şûnê digirin. Helbet hikûmetekî sembolîk e û di nava du mehan de ji bo bidestxistina mafên Kurdan tu tişt nayê kirin. Lê ev ê di psîkolojiya civakê de nasnameya Kurdî û mafên Kurdan ên civakî û siyasî hê bêhtir normalîze bike.
AKP û dewleta Tirk, bi komkujiyên li Gimgim, Lîcê, Farqîn, Gever û Cîzirê jî nikanin pêşiya hilweşîna xwe bigirin û bandora siyaseta Kurdî lawaz bikin. Kurd wê xwe bi xwe bi rêvebibin; him li Enqereyê him jî li Kurdistanê…