Saziya bi navê IHS Jane's a navenda wê li Londonê ye bi raporên xwe yên li ser mijarên leşkerî û îstixbarî tê naskirin. IHS lêkolêneke xwe pêr eşkere kir û da xuyakirin ku bi saya berxwedana bi pêşengiya YPG'ê ya li Rojava, herêmên azad ên di destê Kurdan de ji sedî 186 zêde bûne. Di rapora saziyê de hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê li gorî beriya bi salekê 13 hezar kîlometre kare erda di destê xwe de ji dest daye.
Di rapora IHS Jane's de hat destnîşankirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji sedî 14´ê erda dagir kiribû, sala 2015'an ji dest dan. IHS Jane's da zanîn ku beşeke girîng a vê windahiya xaka di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bû, bi kêrî Kurdan hatiye.
Di raporê de bal hat kişandin ser azadkirina Til Ebyad û pêşdeçûna YPG'ê li Hesekê û herêmên din. IHS Jane's da xuyakirin, ku herêmên ji aliyê Kurdên li Rojava ve hatine azadkirin, li gorî sala 2014'an ji sedî 186 hatine zêdekirin ku teqabilî 15 hezar 800 kîlometrekare dike.
Di dewama raporê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê, ev windahiya xaka di destê xwe de, bi dagirkirina hin herêmên li Sûriye û Iraqê kêm kiriye û bal hat kişandin ser dagirkirina bajarên Palmîra û Ramadî.
IHS Jane's diyar kir ku rejîma Beşar Esad di nava Sûriyeya ji 185 hezar kîlometrekareyî bi tenê 30 hezar kîlometrekare kontrol dike û destnîşan kir ku bi saya êrîşên hewayî yên Rûsyayê, ji destpêka salê û vir ve, hin herêmên ji dest çûyî ji nû ve bi dest xistine.
LONDON