Li Îranê di van demên dawiyê de siyaseta darvekirinê ji nû ve bû rojev û herê dawî jî doh nûçeya darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî belav bû. Li ser vê siyaseta darvekirinê û li ser bûyer û qewmînên elaqedarî Rojhilatê Kurdistanê, endamê meclîsa û Berdevkê Ewropa ya  Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şêrzad Kemanger bersiva pirsên me da.

Kemanger rejîma li Îranê weke rejîma bidarvekirinê bi nav kir û got, têkoşîna wan a li dijî rejîmê wê di hemû waran de dewam bike. Kemanger hedef bi gotinên Nêçirvan Barzanî hedef nîşandana PJAK´ê jî rexne kir.


Nermbûna navneteweyî, kir ku Rejîm keysa xwe li gelan bîne

Kemanger li ser pirsa elaqedarî kêmbûn û zêdebûna darvekirinan li Îranê got, “Bêguman li Îranê darvekirin dibe ku carinan kêm bibin û carinan jî zêde bibin, û carinan bigihêjin asta herî jor. Lê belê ew qet nesekiniye. Îdaman timî dewam kiriye. Herçî niha ye, di vê qonaxê de li hemberî Îranê di asta navneteweyî de nermbûnek heye. Ango ambargo nermbûye û rejîm xwe rehet his dike ji bo êrişan bibe ser gelên Îranê.”


Peyaman dide gelek aliyan

Kemanger bi bîr dixe ku rejîm bi darvekirinên van demên dawiyê çalakgerên sunî û Kurdan hedef digire û pê peyamê dide gelek aliyan: “Erebistan Siûdî û hêzên sunî hene ku di her warî de reqîbê Îranê ne. Ev hêz şerê hev dikin, şerekî ne eşkere. Ji ber vê yekê jî em dibînin ku ew zindaniyên tên bidarvekirin, rejîm ji bo wan dibêje, beşek ji wan girtiyên sunî-selefî ne. Ev peyam ji bo Erebistana Siûdî û hêzên din ên sunî ye. Li aliyê din girtiyên siyasî yên Kurd hene. Piştî 20 salan kêm jî be liv û tevgereke partiyên in ên Kurd li Îranê dest pê kir. Bidarvekirina girtiyên siyasî yên Kurd jî peyameke ji bo van tevgerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê.”


Kurd weke aktorê sereke yê siyasî

Kemanger îşaret bi zextên Îranê û siyaseta wê ya çewisandinê kir û got, “Giraniya rejîma Îranê li ser neteweya Kurd e. Lewma Kurd ne weke faktor, lê belê êdî weke aktor li Rojhilata Navîn bi roleke sereke radibin. Ew dikarin hem li hemberî planên herêmî û neteweyî li ber xwe bidin û hem jî xwediyê planên xwe yên guhertin û veguhertina tevahiya herêmê bin.”


‘Em têkoşîna xwe dewam dikin û bi isrartir in’

Li ser daxuyaniya aliyekî Kurd a ku xwedî li darvekiriyê siyasî Mihemed Ebdullahî derneket jî, Şêrzad Kemanger got, “Endamê partiyekê dibe yan nabe, ew mirov insanekî siyasî bû. Ew hatiye naskirin weke kesekî muxalif ê li dijî desthilatdariya rejîma Îranê. Êdî rêxistinên ew ser bi wan, xwedî lê derketine yan na, ew mijareke cuda ye. Lê belê weke mirovekî Kurd ê siyasî li dijî rejîma Îranê derketiye û ev misyon girîng e. Herçî em in, Tevgera Rizgariya Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, wek PJAK, wek KODAR em xebat û têkoşîna xwe dewam dikin û em bi isrartir in”. 


Bidarvekirin li dijî mirovahiyê ye

Kemanger îşaret bi cezayê bidarvekirinê kir weke sûcekî û got, ew her li dijî vî cezayî ne li dijî kî dibe bila be û weha peyivî: “Hem di asta gel de, di warê agahdarkirin, bîrewerkirinê û şerê li dijî îdamê, hem jî di asta navnetweyî de hewldanên me yên ji bo mafê mirovan, ên dîplomatîk û ên pêsîrtengkirinê dewam dikin. Mafê ti kesî nîne ku jiyana kesekî bistîne. Jixwe li dadgehên neadilane yên weke Îranê mirov nabe bi ti rengî jî were darizandin. Em ê destûrê nedin ku mirovek were bidarvekirin.”


Rayedarên Îranê serkutkerên Kurdan in

Endamê Meclîsa PJAK´ê Şêrzad Kemanger behsa sozên rayedarên Îranê yên elaqedarî azadiyan ên ji bo Kurdan dike û dibêje, “Heke rayedarekî Îranê yê payebilind wê bigihêje asteke mîna serokkomar, divê ew di îmtîhanekê re derbas bibe, divê ew li Rojhilatê Kurdistanê xwedî tecrûbebe di serkutkirinê de. Ehmedî Necad, Rûhanî û Rafsancanî hin ji van in. Ji bo desthilatbûna li Îranê divê li Kurdistanê xurt bin. Niha Rûhanî hat, beriya wî Ehmedî Necad û Xatemî hatibûn. Armanc ji nû ve dagirkirina Kurdistanê ye, lewma bi bidestxistina Rojhilatê Kurdistanê dixwazin Îranê bi dest bixin.”

Ji bo sozên van rayedaran ên weke perwerdeya bi Kurdî jî Kemanger dibêje, jixwe li Rojhilatê Kurdistanê ne bi destûra dewletê xelk bi Kurdî dipeyive li devera dikare, her weha li her deverê dersan jî dide. Kemanger bi îhtîmam dibêje, “Em naxwazin dewlet sîstema xwe bi Kurdî weke ders pêşniyaz bike. Em dixwazin çand û dîroka xwe bi Kurdî fêr bibin.”


Îran li ser sînoran jî Îdam dike

Şêrzad Kemanger li ser siyaseta heyî ya Îranê ji bo Kurdistanê got, ew dixwazin gundan vala bikin, bê kariyê zêde bikin û bi derfetên di destê xwe de xelkê bi xwe ve girêbidin. Pê ve jî girêdayî Kemanger îşaret bi meseleya Kasibkariya li Kurdistanê kir û got, “Kar, pere nîne, ji bo debarê xelk neçar berê xwe dide sînoran. Îran jî ne bi tenê li zindanan li ser sînoran jî îdam dike. Ev siyaseta hewldana teslîmgirtina gel di warê aborî, çandî û civakî de ye. Lê belê gelê Kurd heta niha amade bûye canê xwe bide, lê amade nebûye teslîmê siyaseta dewletê bibe. Ev îdamkirina li ser sînoran nemirovane ye, lê belê herkesî xwe lê ker, kor û lal kiriye. 


‘Ji ber ku em serbixwe ne’ 


Li ser pirsa elaqedarî serokwezîrê hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê PDK´yî Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya li gel radyoya Dengê Amerîka (VOA) ya beşa Farisî de pirsa “Çima behsa êrîşê PJAK´ê nake tenê behsa PDKÎ dike” ji dewleta Îranê kir, Kemanger dibêje: “Her kes dizane ku em serbixwe ne, ne girêdayî tê hêzekê ne li Başûrê Kurdistanê. Nêçîrvan Barzanî ji vê rewşê aciz e. Ew dixwaze wekî hemû hizban em jî di kontrola wî de bin. Peyama wî dualî ye; dibêje ‘Tu çima li PJAK´ê naxî?’ Ev peyam hem ji bo Îranê ye û hem jî ji bo gel e. Ji gel re dibêje, PJAK bi rastî wek mixalefet nîne. Ji dewletê re dibêje, PJAK jî heye, here li dijî wê jî şer bike. Dixwazin ku Îran şer li dijî PKK û PJAK´ê zêde bike.”


Hedê xwe zanibin!

Kemanger di biwarê vê de got, Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî xwe li hayjênebûna tiştên li Kurdistanê diqewimin, datînin û ew weha hişyar kirin: “Bila hedê xwe bizanin. Li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîneke 11 salî ya PJAK´ê heye, şehîdên wê, zindaniyên wê hene, endamên wê tên êşkencekirin û bidarvekirin. Lê têkoşîn û şerê me ne girêdayî rêxistinekê ye. Bila di vê çarçoveyê de de bi hedê xwe zanibin. Dema ku pêşmergeyên PDK-Îranê derbasî Îranê jî bûn, digotin, ne di herêmên me re di herêmên PKK´ê re derbas bûne. Em vê jî fêm dikin. Dixwazin şerê PKK´ê bike. Lê Îran dewletek e, girêdanên PDK´ê pê re hene. Li ser vî esasî ev axaftin ne xapandina xwe bi tenê ye, ya raya giştî ye jî. Ne xwe û ne jî raya giştî bixapînin. Em li dijî kontrola derve û bêîradebûnê ne.”  



LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT