Xelîl li ser siyaseta dewleta Sûriyeyê ya li dijî Kurdan jî axivî û diyar kir: “ Siyaseteke taybet a dewleta Sûriyeyê li ser Kurdan heye. Divê dewleta Sûriyeyê di makzagona xwe de hebûna gelê Kurd qebul bike û pirsgirêka Kurd li gor pîvanên demokrasiyê çareser bike. Ger rêvebiriya Sûriyeyê rastiya Kurdan li Rojavayê nas neke, Kurd wê çareseriya xwe bi xwe peyda bikin û Xweseriya Demokratîk ava bikin. Divê di vê civînê de her navçeyek, her taxek û her gundek nûnerê xwe ji bo meclîsa gel hilbijêre. Ev meclîs wê nûnertiya gelê Rojavayê Kurdistanê bike û dibe bingeha avakirina Xweseriya Demokratîk. Pêwîst e hemû Kurd bi hemû derfetên xwe beşdarî avakirina meclîsên gel bibe”
Der barê heman mijarê de Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demoratîk(PYD) Mamosta Cemîl Rihmo jî axivî û diyar kir ku ev 13 sal in bi ser derketina Rêberê Gelê Kurd a ji Sûriyeyê re derbas bûye û wiha axivî; “Keda ku Rêberê Gelê Kurd li vir daye, pir hêja ye û têra ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigihîne serkeftinê dike. Avakirina Meclîsên gel li Rojavayê Kurdistanê girîng e, ji bo hilbijartinê meclîsan pêk were, divê nûnerên gel bêne hilbijartin û ev nûnerên hatine hilbijartin wê bi riya dengdanê werin, hilbijartin.”
ANF/HELEB