Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih diyar kir ji ber siyaseta Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dibe şer di navbera Îran û Amerîka de rû bide û got, “Amerîka ji Bakurê Sûriyê derket û Kurd terk kirin. Hişt ku bi tena xwe bi çarenûsa xwe re rûberû bimînin. Ji ber vê jî metirsiya DAIŞ’ê zêde bû. Tevî ku Kurd gelek berdêl jî dane, niha rûberûyê ‘Qirkirina Nijadî’ ne û ji cihê xwe tên kirin. Lewma Iraq difikire siyaset û peywendiyên xwe yên bi dewletên din re di ber çavan re derbas bike.”

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih têkildarî aloziyên li herêmê û danûstandinên Iraqê li gel Amerîka, Rûsya, Îran û hinek dewletên din û metirsiya zêdebûna DAIŞ’ê , ji Tevna Nûçeyan a HBO re axivî.

Em êdî ji Emerîkayê ne dilniyane

Dr. Berhem Salih diyar kir Amerîka hevpeymanekî Iraqê ye û got, “Dixwaze em di hevpeymaniya li gel Amerîka de dewam bikin. Em naxwazin Washington xaka me bi kar bîne. Em êdî ne dilniyane ka em dikarin bawerî bi hevpeymaniya Amerîka bînin an na. Ji ber vê Iraq amadekarî dike, ji bo dubare peywendiyên xwe yên li gel dewletên din di berçavan re derbas bike û ev biryar ji bo Rûsya û Îranê jî ye. Helbet em nirxeke mezin didin peywendiyên 16 sal yên li gel Amerîka. Lê siyaseta Serokê Amerîka Donald Trump wisa kir ku rewşa ji vê ya şûn ve giran bibe.”

Serketineke kamil li dijî DAIŞê nîne

“Amerîkiyan hêzên xwe vekişandin û Kurd terk kirin. Ew jî bi tenê rûberûyê çarenûsa xwe man. Vê jî hişt ku careke din metirsiya serîrakirina DAIŞ’ê zêde bibe. Lawaz ketina DAIŞ’ê helbet serkeftineke mezin e. Lê hîn jî serkeftineke kamil nîne û metirsiyên nû bi xwe re tîne. Kurd ku berdeleke mezin di vê oxirê de dane, niha rûberûyê ‘qirkirina nijadî’ ne û ji cihê xwe tên kirin.”

 

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN