Kurtulan: Em Kurd ji bo hebûna xwe biparêzin, em neçar in zimanê dayikê biparêzin. Li vî welatî bişaftin heye. Mixabin niha dibêjin, divê hûn qet peyva ‘Kurd’ ‘Erdnîgariya Kurd” ‘Zimanê kurdî” ‘Kurdistanê” neyînin ziman.
Li Meclîse dewleta Tirk, di navbera AKP’ê û muxalefetê de mijara “bişaftinê” hat nîqaşkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, li meclîsa dewleta Tirk helwêsta AKP’ê rexne kir û got, “Kurd tên asîmîlekirin”. Wekîlên AKP û MHP’ê jî ev yek red kirin. Parlamenterê CHP’ê Engin Altay jî diyar kir ku li dijî nasnameya Kurdan pêvajoya bişaftinê bi pêş ketiye.
Di mînaqeşeyên li ser budceya 2019’an ên li meclisê dewleta Tirk de vê nîqaê di navbera muxalifan û AKP’ê de da der. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê, Hasan Ozguneş, dema li ser budceya 2019’an mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser polîtikayên AKP’ê yên der barê pirsgirêka Kurd de. Ozguneş, polîtikayên AKP’ê yên der barê bişaftina nasnameya Kurdan de rexne kir û anî ziman ku Kurd tên asîmîlekirin. Ozguneş da zanîn ku alerjiya AKP´ê li dijî Kurdan heye û wiha peyivî: ”AKP dijminatiya Kurdan dike. Gelên herêmê rastî polîtîkayên bişaftinê tên. Li şûna pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin, bêhtir ewlehiyê bi pêş dixin. Serokkomarê Tirk Erdogan li Elmanya ji bo zimanê Tirkî got, ‘Bişaftin sûcê mirovahniyê ye’. Pirr rast gotiye. Lê ev sûc li dijî zarokên Kurdan jî tê kirin.”
Bişaftin bi pêş ket
Dema Ozguneş mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir ku li ser nasname û çanda Kurdan polîtîkayên bişaftinê tên meşandin, parlamenterên AKP’ê ev yek red kirin. Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Muhammet Emin Akbaşoglu, anî ziman ku ew vê tawanbariyê qebûl nakin.
Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Engin Altay jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li dijî nasnameya Kurdan polîtîkayên bişaftinê bi pêş ket û wiha dewam kir: ”Rast e li Tirkiye li dijî nasname û çanda Kurdan pêvajoya bişaftinê bi pêş ket. Em nikarin wekî leylegê serê xwe têxin bin baskê xwe. Heger tu li vî welatî destûrê nedî mirov navê xwe bi Kurdî li xwe bikin, nameyan bi Kurdî binivîsin û destûrê nedî bi kurdî stranan bibêjin, mirov dê ji kirasê xwe derkeve.”
Dersim çawa kirin Tuncelî!
Wekila Seroka Koma HDP’ê Fatma Kurtulan jî got, li dibistanan her serê sibê êşkenceya ”sondxwarina xwendekaran” heye û wiha peyivî: “Her serê sibê me êşkence didît. Her serê sibê ‘Ne mutlu Turk’um diyene!’ bi me didan xwendin. Em dema êvaran diçûn malê, em neçar diman ku bi dayika xwe ya yek peyv bi Tirkî nizane, bi Tirkî biaxivin. Em bi zorê em fêrî Tirkî bûn. Niha jî dibêjin, bişaftin tine ye. Rojnameya Azadiya Welat ku yekane rojnameya bi Kurdî waşen dikir, hat girtin. Hê jî em nikarin bi Kurdî parastina xwe bikin. Em Kurd ji bo hebûna xwe biparêzin, em neçar in zimanê dayikê biparêzin. Li vî welatî bişaftin heye. Mixabin niha dibêjin, divê hûn qet peyva ‘Kurd’ ‘Erdnîgariya Kurd” ‘Zimanê kurdî” ‘Kurdistanê” neînin ziman. Heta dibêjin, gerek hûn nebêjin Dersim jî. Her kes dizane ka navê Dersîmê çawa bû Tuncelî.”